Dema yekbûna bi Rêber Apo û gerîla re ye

Hêzên demokrasî û azadiyê, Kurd û dostên xwe, jin û ciwan divê hîn bêhtir bi berxwedana Îmraliyê û gerîla re bibin yek û li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî rabin ser piyan.

Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) ji bilî gotina 'Me hevdîtin bi yên li Îmraliyê re kir' tiştekî din negot. Baş e ji bo çi çûbû Îmraliyê? Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li wê derê çi kir? Bi Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din re li ser çi axivî? Ji niha û pê ve wê çi bibe, tecrîda heyî wê çawa çareser bibe? Ev û pirsên mîna wan hemû bêbersiv man. Ragihand ku agahdariya pêwîst wê piştî salekê, eger rêveberiya dewleta Tirk bixwaze wê bike. Herî dawî Hevserokên Giştî yên HDP'ê ji bo 'çûyîna Îmraliyê' serî li Wezareta Edaletê ya dewleta Tirk dan.

Bêguman hemû ne ewqas e. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî daxuyaniya ku dihate payin dawiya dawî kir. Rêveberiya dewleta Tirk jê re ragihandiye ku Rêber Apo û girtiyên şoreşger ên Kurd ji 'mafê hêviyê bêpar in'. Yanî tiştekî nû tune ye. Ya ku tê kirin jinûve ragihandina ya heyî ye. Ji ber vê yekê armanca wan a esasî ya ji 'cezayê dîsîplînê' tê fêhmkirin ku mîna febrîqeyekê vî karî dikin. Tê gotin ku Konseya Wezîran a Yekîtiya Ewropayê ev aqil daye rêveberiya dewleta Tirk. Bêguman ev jî ne tiştekî welê ye ku mirov lê mat bimîne.

Eşkere ye ku ji van hemûyan re dikare bê gotin ku 'êdî sebrê difûrîne'. Ji ber ku ewqas dek û dolab li devereke din nayê dîtin. Lê belê ji bo Kurdan kêliya herî dawî ya ku sebir fûrand, dîmenên gerîla bû ku ji be bandora çeka kîmyewî jiyana xwe ji dest dan. Biryargeha Gerîla eşkere kir ku di nava du mehên dawî de li Zap, Avaşîn û Metînayê 17 gerîla bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 17 gerîlayên şehîd bûn û dîmenên wan weşand.

Ev dîmenên ku wijdanê mirovan diêşîne, li nava Kurdan û hêzên demokratîk bû sedema serhildanê. Ji xwe wekî din jî nepêkan bû. Dîmenan bi rastî jî gelekî bandor kir. Li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê Kurd tevî dostên xwe rabûn ser piyan. Li her derê mîtîng û xwepêşandanên mezin têne lidarxistin, dîktatoriya AKP-MHP a qirker-faşîst şermezar dikin. Li ser vê bingehê li gel kûrbûn û fêhmkirina Berxwedana Îmraliyê ya dîrokî ya 24 salan, bi esasî li wate û girîngiya berxwedana gerîla ya şeş mehan a li Zap, Avaşîn û Metînayê kûrbûn heye. Kurd û dostên xwe li ser vê bingehê di nava lêpirsîna wijdanî de ne. Li mijara 'di kîjan astê de bi rastiya Rêber Apo û gerîla re gihîştiye hev' tê lêpirsîn.

Dîmenên gerîla yên ku çekên kîmyewî li hemberî wan hatin bikaranîn ne tenê bandor li Kurdan û dostên wan kir, her wiha bandor li rêveberên dewleta Tirk jî kir. Koma faşîst di serî de Tayyîp Erdogan, mîna ku li ser sûc hatine zevtkirin, derketin pêşiya çapemeniyê û hewl dan îdîa bikin ku dîmen nerast in. Lê belê ew lez û beza wan bi xwe nîşan dida ku sûcdar in. Tirsa ku wê hesabê kiryarên xwe bide hemû dîn û har kir.

Bi esasî hêza ku helwesta xwe tê meraqkirin bêguman hêzên NATO'yê bi taybetî DYE ye, hemû sîstemên dewletparêz e. Ji ber ku hemû jî hevparê sûcê dewleta Tirk ê bikaranîna çekên kîmyewî ye. Hin jê bi firotina çekan, hinek bi navê hevalbendiyê dayina çekan, hinek jî bi bêdengiyê bûne hevparê vî sûcî. Serokdewletê berê yê Iraqê Saddam Huseyîn 'Ji ber çeka xwe ya kîmyewî heye' ji aliyê vê sîstemê ve hate darvekirin. Eger ev rastî li ber çavan were girtin, naveroka sûcê ku rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê kiriye wê baştir bê fêhmkirin. Ji ber ku bi vê rewşê zanin, hemû hêzên dewletan ên hevparê sûcê faşîzma AKP-MHP'ê ne, destpêkê bêdeng man û lê temaşe kirin. Heta ku ev nivîs hate amadekirin, ji van hêzan daxuyaniyeke berçav nehate dayin. Ji niha û pê ve wê çi bibe, nediyar e.

Ji xwe dihate zanîn ku dewleta Tirk bi piştgiriya NATO'yê ji salên 1990'î û vir ve li dijî gerîlayên Kurd çekên kîmyewî bi kar tîne. Fermandarê Gerîla Mûrat Karayilan ji çapemeniyê re eşkere kir ku sala 2021'ê li hemberî gerîla pênc cûre çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Ji 17'ê Nîsanê û vir ve cûreyên çekên kîmyewî yên li Zap, Avaşîn û Metînayê li dijî gerîla têne bikaranîn, zêde bûne, her wiha rêjeya bikaranînê jî zêde bûye. Ev rewş gelek caran ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ve ji çapemeniyê re hate eşkerekirin.

Sûcê şer ê ku dewleta Tirk a faşîst û faşîzma AKP-MHP'ê li Zap, Avaşîn û Metînayê dike, ne tenê bikaranîna çekên kîmyewî ye. Tevî çekên îmyewî gelek cûreyên bombeyên nukleer ên taktîkî, bombeyên termobarîk û bombeyên fosforê jî têne bikaranîn. Ya ku ji çekên kîmyewî girantir e, bombeyên taktîk nukleer e. Bêguman ev bombe mîna fuzeyên nukleer ên balîstîk stratejîk bandorê li qadeke gelekî fireh nake; berevajî li ser qadeke teng, avahiyekê yan jî cihekî mîna wan tê bikaranîn. Lê belê li qada teng a ku lê tê bikaranîn, bi qasî bombeya nukleer a stratejîk bandorê dike. Mînak li cihê ku tê bikaranîn oksîjenê diqedîne û bi carekê jiyanê bi temamî tune dike. Bi taybetî bombeyên termobarîk ku cûreyekî ji bombeyên taktîk nukleer e, di vê mijarê de gelekî texrîbkar e. Li qada teng a ku lê tê bikaranîn oksîjenê tune dike û bi zexgeke gelekî mezin qadê dişewitîne, her tiştî dihelîne û bêyî ku şopê bihêle tune dike.

Faşîzma AKP-MHP'ê van çekan salên dawî li dijî gerîlayên Kurd gelekî bi kar tîne. Ev bombe ji çekên kîmyewî bêhtir qedexe ne. Her wiha kapasîteya dewleta Tirk nîne ku çekên bi vî cûreyî hilberîne. Yanî ev çek ji aliyê NATO'yê, ji aliyê dewletên DYE, Îngilistan, Elmanya û Fransayê ve têne çêkirin û radestî Tirkiyeyê têne kirin. Ya rast firotina van çekan jî qedexe ye. Lewma faşîzma AKP-MHP'ê li hemberî gerîlayên Kurd çekên qedexekirî yên van dewletan, yên NATO'yê bi kar tîne. Ji ber ku çek ê van dewletan e, bêguman dewletên navborî zanin ku dewleta Tirk van çekan li hemberî Kurdan bi kar tîne. Wê demê şirîkê sûc in û bêdengiya wan a li hemberî dîmenê van çekên kîmyewî jî ji ber vê yekê ye. Yanî ev dewlet gelekî ditirsin ku eşkere bibe, dewleta Tirk çeka taktîk nukleerê bi kar tîne. Ji ber ku di rewşeke bi vî rengî de şirîkên vî sûcî wê gelekî zêde bibe.

Eşkere ye ku sîstema dewletparêz bi hevkarî piştgiriya dewleta Tirk dike û dibe şirîkê sûcê bikaranîna çekên qedexekirî yên li dijî gerîlayên Kurd. Bi vî rengî hewl didin ku gerîlayên Kurd bieciqînin, Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bikin û qirkirina Kurdan bibin serî. Ji ber ku mejî û siyaseta qirkirinê ya ku Kurdan tune dihesibîne û dixwaze tune bike, ya vê sîstema dewletparêz e.

Wê demê metirsiyeke cidî li ser gerîlayên Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê heye. Rêber Abdullah Ocalan jî li ser vê bingehê 24 sal in di nava sîstema qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê de tê hiştin û ji ber vê yekê tecrîd lê tê şidandin. Wê demê divê ev rastî ji her demê bêhtir rast bê fêhmkirin. Ji her demê bêhtir ew dem e ku bi Rêber Apo û berxwedana gerîla re bi rengekî rast bibin yek.

Em hinekî li ser bifikirin, gelo ne ji berxwedana Îmraliyê û ya gerîlayên li çiyê bûya, wê bi navê Kurdîtiyê tiştek bima? Li Hewlêr, Qamişlo, Amed û Mahabadê wê siyaseta Kurd bima? Eger ne ji têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê be, wê li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn tiştekî bi navê demokrasiyê bimîne? Eger têkoşîna Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk nebe, di vê têkoşînê de pêşengiya jinê nebe, wê demê li cîhanê wê bi navê mirovahiyê tiştek bimîne? Eşkere ye ku ev ê nemînin û her tişt bi berxwedana Îmraliyê û gerîla ve girêdayî ye. Ev rewş nîşan dide bê çima hêzên dewletparêz hemû dijminê Rêber Apo û gerîla ne. Wê demê hêzên demokrasî û azadiyê hemû, Kurd û dostên xwe, jin û ciwan divê hîn bi xurtî bi berxwedana Îmraliyê û gerîla re bibin yek û li ber êrîşa bi çekên kîmyewî rabin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka