De bila bihar bê û tu wê demê gerîla bibîne*

Gerîla Şîndar niha amadekariya çalakiyên biharê dike. Ne bawerim ku ti hêz karibe wê bisekinîne.

Ji bo peyva 'Bila bihar bê, bila roj hilê' pênc meh in tê ber guhê min, dilê min bersiva klasîk 'tu wê demê min bibîne' dide. Ev gotin salên dûr û dirêj e tê gotin û li nava gerîla yek ji gotinên klasîk e.

Li kampa ku lê me her roj vê gotinê dibihîzim. Van rojên dawî bêhtir bi wate dibe, kûr dibe. Dema bihar hat wê çi bibe? Baş e dema roj hilat wê çi bibe? Xwediyên vê gotinê gelo çima difikire ku ew kêlî wê cudatir be?

Li çiyayên Kurdistanê amadekariya ji bo biharê bi van gotinan tê kirin.

DEMA KU DENGÊ LINGÊ GERÎLA HAT

Bihar nîşaneya nûbûnê ye. Di nava Kurdan de cejna berxwedan û vejînê ye. Ji bo gerîla jî derketina ji kampên zivistanê yên perwerdeyê ye. Roj a hiltê, parêzvan e. Li nava Kurdan smebola pîrozmendiyê ye ku xwe weke zarokên rojê pênase dikin. Heta ku şewqa rojê li çiyayên Kurdistanê bixe, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê şer bikin, li ber xwe bidin û bijîn. 'Tu wê demê min bibîne'.

Bihar piştî perwerdeya kûr a li kampên perwerdeyê yên zivistanê, ji bo gerîla dema şerê li dijî dijmin e. Di bultenên nûçeyan de pêşkêşvanek dibêje 'Dengê lingê gerîla tê'. Dem ev dem e. Gerîlayên ku dixwazin biharê bibînin, dixwazin peyama 'beralîkirin û tunekirina planên îmha û dagirkeriyê bi hebûna min ve girêdayî ye' bidin.

DILÊ GERÎLA DI ZIVISTAN Û BIHARÊ DE LÊ DIDE

Li çiyayên Herekolê ku bi 2962 metreyan bilind e, em li kampa zivistanê ne ku bi 10 metreyan li binê erdê ye. Berfa ku zivistanê bariya ne tenê li derve, her wiha devê şikefta me jî girtiye. Herekol ji berfê spî bûye. Li gel hewa derve ya bi berfê jî di dilê her gerîlayekî li kampa zivistanê de bihar heye.

COŞ Û KELECANA ŞÎNDAR

Yek ji gerîlayên ku herî zêde bêriya biharê kirine Şîndar e. Dema dawî di nava coş û kelecaneke mezin de ye. Hefteyeke amadekariyê ji biharê re dike. Ji bo malzemeyên kêm mane temam bike, nasekine. Di heman demê de hevrêyên xwe jî dixe nava liv û tevgerê. Şîndar par ji çiyayên Başûrê Kurdistanê weke gerîlaya tenduristiyê derbasî Bakur bû.

Şîndar gelekî dixwaze jiyan û şerê li Bakur fêhm bike û yekser tevlî bibe. Bi liv û tevgera xwe ya li nava jiyanê jî vê daxwaza xwe nîşan dide. Şîndar a ji Botanê ku hîn di temenê biçûk de dixwest bibe gerîla, ji bo hêjayî partiya xwe bibe ku ew armanca wê pêk anî, heta jê tê hewl dide. Ji aliyekî ve li ser karên tenduristiyê disekine, li aliyê din jî ji ber amadekariya ji qada şer re bi coş û kelecan e.

Gerîla Şîndar gotina 'Hela bila bihar bê, bila roj hilê, tu wê demê min bibîne' her roj dubare dike. Niha jî amadekariyê ji çalakiyên biharê re dike. Ne bawerim ku kes karibe wê bisekinîne.

*Yek ji nivîsên Jiyhan Amargî ye ku beriya şehîd bikeve amade kir.