Daxwaza 'hevdîtina lezgîn' bi Rêberê Gelê Kurd re

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxwaza 'hevdîtina lezgîn' ya bi miwekîlê xwe re careke dî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûrtiya Girtîgeha Imraliyê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Nevroz Uysal, Ibrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûrtiya Saziya Înfaz û Cezayê ya Imraliyê dan û xwestin ku ''bi lezgînî'' miwekîlê xwe bibînin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û wir ve ku bi komploya navnetewî hatî dîlgritin, li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Jidiyayî ya Imraliyê tecrîda giran li ser hatiye danîn.

Abdullah Ocalan herî dawî 25'ê Adarê bi birayê xwe re bi telefonê axivîbû lê axaftina wan hatibû qutkirin.

Ocalan herî dawî piştî 8 salan parêzerên xwe 2-22'yê Gulanê, 7'ê Tebaxa 2019'an hev dîtibû. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û wir ve hemû serlêdanên parêzeran bêbersiv hatine hiştin.

Piştî ku 22'yê Mijdarê parêzeran serlêdana 'daxwaza lezgîn' li Hakimtiya Înfaz û Cezayê ya Bûrsayê dan, derkete holê ku du biryarên qedexeya hevdîtinê derheqê Ocalan hatine standin. Hakimtiya Înfazê ya Bûrsayê serlêdan red kir û qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan a 12'ê Cotmehê ku derheqê Ocalan hatibû standin hincet nîşan dan.

Eynî Hakimtiyê serlêdana hevditinê ya malbatan jî red kir û biryara ''bêparmana ji qebûlkirina serdanvanan'' a ji bo 3 mehan a bi dîroka 18'ê Tebaxê ya Seroktiya Desteya Disîplînê ya Midûrtiya Saziya Înfaz û Cezayê ya Imraliyê hincet nîşan da.