Daxuyaniya panela kampanya ‘100 Sedem’: Erdogan were darizandin

Jina Efrînî ya tevlê panela ku di çarçoveya kampanya “100 Sedem” ya Tevgera Jinên Kurd a li Ewropa ji bo darizandina Erdogan dabû destpêkirin de got, “Ji ber qetlîaman em dixwazin ku Tirkiye û Erdogan were darizandin.”

Ji bo darizandina Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ya di çarçoveya kampanya “Ji Bo Darizandina Dîktator 100 Sedem” ya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) de li bajarê Cenvre a Swîsreyê panelek hat lidarxistin. Panel ji aliyê TJK-E û MAAT for Peace (Ji bo Aştiyê MAAT) ve li Kûluba Ragihandinê ya Geneva hat lidarxistin.

Panel bi moderatoriya Dr.Manûela Honegger hat rêvebirin, axaftinvanên mîna pisporê mafê mirovan û mijarên zayendî û civakî Marîon Boker, Damezrîner û Hevdîrektorê Fight For Humanity (Ji Bo Mirovatiyê şer) Ann-Krîstîn Sjoberg, Endama Koordînasyona Meclîsa Jin a ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê Asya Abdullah û Berdevka Têkiliyê Navnetewî ya TJK-E Melîke Yaşar tevlê panelê bûn.

Panel her wiha di çarçoveya rûniştinên mafê mirovan a 48’mîn ya Netewên Yekbûyî de hat lidarxistin.

Di destpêka panelê de dîmenên ku di nav de dîmenên şerê li Sûriyê hebûn hatin nîşandan û cih ji  îfadeyên têkildarê tecawîzên ku jin pêre rû bi rû manî û sûcên li herêmê hatinî kirin hate dayîn. Di dîmen de her wiha cih ji guhertinên demografîk û Tirkkirinê yên Tirkiyêyê ku li herêmên ku bi operasyonên dersînorî dikevin navê hat dayîn.

Berdevka Têkiliyên Navnetewî ya TJK-E’yê Melîke Yaşar destpêkê mafê axaftinê girt, jinên ku di kampanyayê de cih girtin û jiyana xwe ji destdanî bibîr anî û piştre dest bi axaftina xwe kir.

Yaşar diyarkir ku wan wek tevgera jinên Kurd li dijî qirkirina jinê ji yekê zêdetir kampanya û çalakî lidarxistine û got, “Armanca kampanya me ya ‘ji bo darizandina dîktator 100 sedem’ ji bo darizandina dîktator Erdogan e. Ezê sûcên ku Erdogan serê wê kişandî jî vebêjim.”

Yaşar di dewama axaftinên xwe ragihand ku ew dixwazin gava duyemîn ya kampanyayê destpêbikin û diyar kir ku Erdogan di nava 18 salên desthilatiya xwe de ji 100’an zêdetir sûc kiriye. Yaşar navê jinên ku di çarçoveya siyasetên şer ên Erdogan hatine qetilkirin hejmart. Her wiha bal kişande ser tecawîzên ku li Efrînê ji aliyê komên çete yên Tirkiye piştgirî dide wan û diyar kir ku Erdogan amadekariyên qetlîameke nû ya li ser Şengalê dike û bi xwedîderketina li çeteyên DAÎŞ’ê hewldide konseptekî mîna wê bidomîne.

Yaşar di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku di destê wan de belge û delîlên sûcên li hemberî jinan hatî kirin hene û ewê di gava duyemîn de dixwazin bi wan delîlan di asta saziyên navnetewî de têkoşînekî ku wê darizandina Erdogan bi xwe re bîne rêxisti bikin.

Piştî Yaşar hin beşdarên ku bi rêya onlîne tevlê panelê bûn jî axivîn û balkişandin li ser sûcên ku Dewleta Tirk û Erdogan li dijî jinan û civakan kirin.

Di nava yên tevlê panelê bûn jinek ji Efrînê ku şahidhalê pêvajoyê bû jî bi rêya onlîne tevlê bû û bal kişande ser bûyer û sûcên ku wê demê li Efrînê hatinî kirin û diyar kir ku her roj hejmara van jinan zêdetir dibe. Her wiha got ku ji bilî vegera mala xwe ya li Efrînê ti daxwazek wê nîne.

Endama Koordînasyona Meclîsa Jin a ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê Asya Abdullah jî axafinek kir û diyar kir ku wan li hemberî dagirkeriyê, bi armanca parastina xwe û axa xwe di serî de rêxinbûna xwe çêkirine û tevî jinên Kurd, Ereb, Çeçen û Çerkez Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê damezrandine.

Ebdullah behsa qetlîam, revandin û tecawîzên ku li Efrînê di nava salekê de (2020-2021) ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê li hemberî jinan pêkanînî kir û diyar kir, “Îro têkoşîna me ya herî girîng eve ku divê li hemberî qetilkirina jinan bisekinin û pêşiya wê bigirin.”

Axaftina dawî ya panelê pisporê mafê mirovan û mijarên zayendî û civakî Marîon Boker kir. Boker anî ziman ku wexta ku vala bê derbas bikin tineye û diyarkir, “Nivîsandina nameyekî şermezarkirinê wê tiştekî çareser neke. Ji bo wê niha pir zêde mekanîzmayên me hene. Divê bikevin nav liv û tevgerê.”

Piştî axaftin hatin kirin, panel bi beşa pirs û bersivan bidawî bû.