Dagirkeran êrişî Girê Bahar kirin, gerîla bi çalakiyan bersivê dide

Artêşa Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî ve êrişeke giran li ser Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a li Zapê kir. Hêzên PDK'ê jî piştgirî dan êrişê. Hêzên gerîla jî bi çalakiyan bersivê didin êrişên dagirkeriyê.

DAXUYANIYA HPG'Ê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

3'ê Tîrmehê saet di 21:00 de Qada Berxwedanê ya Girê Bahar ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ve 17 caran hate bombekirin. Piştî êrişa balafirên şer, bi helîkopterên êrişê jî hate bombekirin. Artêşa Tirk a dagirker tevî bombardûmana giran hewl da bi helîkopteran ji xeta bajarê Amediyê û ji xeta Dêrelûkê leşkeran li qada Girê Bahar bi cih bike. Saet di navbera 22:00 û 23:00 de hêzên me dest li helîkopteran werdan ku hewl didan leşkeran dînin û helîkopteran nekarîn hêzên xwe dîne. Lê belê li aliyên rojava û rojhilat ên Girê Bahar danîn, ku hêzên me li wan qadan nîne.

PDK'Ê CAREKE DIN PIŞTGIRÎ DA ÊRIŞA DEWLETA TIRK

Artêşa Tirk a dagirker bi wesayitên zirxî û kepçeyan weke baskekî sêyemîn 4'ê Tîrmehê saet di 02:10'an bi rêya bejahî ji navenda bajarê Amediyê û ji nuqteya kontrolê ya Sergelê ya PDK'ê derbas bû û hewl da li derdora bendava li jorê gundê Sergelê bi cih bibe. Artêşa Tirk cara yekê ji navenda Amediyê, ji rêya fermî û ji nuqteyên kontrolê yên fermî derbas bû û hat heta bendava Sergelê.

GERÎLA BI ÇALAKIYAN BERSIVÊ DIDIN

Li dijî artêşa Tirk a dagirker ku hewl dide li Sergelê bi cih bibe, hêzên me çalakiyên bi bandor lidar xistin.

Saet di 09:10'an de dema ku dagirker li Sergelê li hev kom bûn, bi çekên giran li wan hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, 6 dagirker birîndar bûn û cebilxaneyeke dagirkeran hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Saet di 10:46'an de bi çekên giran li dagirkerên li Sergelê hate xistin.

Destwerdan û çalakiyên hêzên me yên li qadê yên li dijî dagirkeran dewam dikin.

3'ê Tîrmehê saet di 12:00 de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dema ketin nava liv û tevgerê, bi çekên giran dest li wan hate werdan û di encamê de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

3'ê Tîrmehê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li herêma Xakurkê;

2'ê Tîrmehê dagirkerên di navbera Qadên Berxwedanê yên Şekîf û Şehîd Qehreman bi cih bûbûn, hatin kontrolkirin. Saet di 10:00 de bi rêbaza sabotajê li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Dema ku dagirkeran careke din hewl dan bikevin nava liv û tevgerê, careke din bi sabotajê lê hate xistin û li vir jî 2 dagirker hatin cezakirin.

3'ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker destpêkê bi balafirên şer, piştre jî bi helîkopterên êrişê Qada Berxwedanê ya Şekîfê bombe kir. Piştî bombardûmanê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran hêzên xwe li Qada Berxwedanê ya Şekîfê danî.

Li herêma Metînayê;

30'ê Hezîranê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê li dijî dagirkeran çalakiyeke koordîneyî ya gerîla hate lidarxistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê bi çekên nîv otomatîk li çepereke dagirkeran xist. Li vê çeperê 5 dagirkre hatin cezakirin, çeper hate îmhakirin. Baskê duyemîn bi sekvaniyê sîstemên kamera yên mobesse yên dagirkeran kir hedef û 2 kamerayên mobesse îmha kirin.

30'ê Hezîranê di bombardûmanên artêşa dagirker ên li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê de 3 hevrêyên me şehîd bûn. Agahiyên berfireh ên li ser nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bûne wê piştre bi gelê me û raya giştî re bêne parvekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

1 û 3'ê Tîrmehê li herêma Qendîlê qadên Girê Casûcan, Gundê Komurtan 4 caran, li herêma Xakurkê qadên berxwedanê yên Sinînê û Şekîf 6 caran, li herêma Garê qadên Xêrê, Girê û Sêdarê 3 caran, li herêma Metînayê qadên berxwedanê yên Dergelê û Golka 3 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 17 caran; bi giştî 33 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

3'ê Tîrmehê herêmên Metîna, Xakurkê û Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin."