Civaka Êzidî sala 2023’yan xurt bû, sala 2024’an wê bi ser bikeve

Civaka Êzidî herî kêm 10 hezar sal in li ser van axan kok û rehên xwe berdane. Lewma eger dewlet civaka Êzidî nas neke, Êzidî wê qet û qet dewletê nas nekin û wê rêveberiya xwe bi destê xwe ava bikin.

Sala borî li Iraq, Tirkiyê û herêmê gelek guhertin û pêşketin çêbûn. Li Tirkiyê dû bûyerên girîng çêbûn, di 6'ê Sibatê de erdhej pêk hat û di 14'ê Gulanê de hilbijartinên giştî çêbûn. Di hilbijartinê de herçend AKP û Erdoxan bi hêza faşîzmê biserketibin jî, gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê peyameke dîrokî dane dagirkeriyê. Di 18’ê Kanûnê de jî li Iraqê hilbijartinên encûmenên parêzgehan hatin lidarxistin. Hemû aliyên siyasî yên Iraqê, Kurd, civaka Êzidî û gelên Iraqê encamên vê hilbijartinê ji aliyê xwe ve dinirxînin. Bi taybet şikestina ku PDK’ê dijî, di hilbijartinên dawî de jî bi zelalî xuya bû.

Sala 2023’an hem di mijara hilbijartinê de hem di aliyê aborî de ji bo PDK’ê bi temamî salekê têkçûnê bû. Li gor hilbijartinên borî, PDK’ê li Mûsil û Kerkûkê ji %40 dengên xwe winda kiriye. Aboriya herêmê xistiye binê sifrê. Di aliyê siyasî de xitimandineke cidî dijî. Ji ber siyaseta PDK’ê bi dehhezaran ciwanên başûr koçî Ewropayê bûne û bi sedan ji wan di avê de noqbûne. Heke çavkaniya vê têkçûnê were pirsîn, bi gotinekê ji ber xizmeta dagirkeriya dewleta tirk dike.

CIVAKA ÊZIDÎ SALA 2023’AN POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ SEKINAND

Di sala 2023’an de civaka Êzidî bi pêşengiya hêz û rêxistinên xwe yên Şengalê, asta têkoşîn û berxwedana xwe ya rewa bilindtir kir û li hemberî hemû cûre lîstok û plangerî û polîtîkayên qirkirinê ên li ser civaka Êzidî sekinî û siyaseta xwe ya tifaq û yekîtiyê biserxist.

Di vê salê de pergala desthilatdar a kapîtalîst, bi pêşengiya dagirkeriya Tirk, bi hevkariya Kurd û Êzidiyên ku li ser xeta xiyanetê dimeşin, siyaseta qirkirinê bi du rengan da meşandin.

A yekemîn; du dewletên emperyalîst ên ku di şerê cîhanê ê yekemîn de, pîlana qirkirina gelê me dane destpêkirin, Elmanya û Brîtanyayê jenosîda civaka Êzidî ya sala 2014’an bi resmî naskirin.

A duyemîn; bi hemû hêza xwe ya teknîk û îstixbaratî hatin ser Kok-Şaneya civaka Êzidî Şengalê û xwestin ruhê civaka Êzidî bistînin.

EWROPA NE DERIYÊ HÊVIYÊ LÊ DERIYÊ MIRINÊ YE!

Di encamê de, bi naskirin û rojevkirina jenosîda Êzidiyan, deriyê hêviyê ji civaka Êzidî re vekirin û vekirî hiştin. Qaşo bi vekirina deriyê Ewropayê ji koçberiya Êzidiyan re dixwazin Êzidiyan ji belaya Rojhilata Navîn rizgar bikin! Gelek keç û xortên civaka Êzidî jî weke serxweşan diçin serê xwe li wê deriyê dixin û kengê tên ser hişê xwe, dibînin ew ‘Deriyê Hêviyê’ di rastiyê de ‘Deriyê Mirinê’ ye. An di nava deryayên bê qanûn de dixeniqin, an jî di nava qanûnên bê exlaq de difetisin û diçin. Wê hinge, vegera li Ax û Welat jî dimîne xeyaleke pûç û vala.

FERMANDARÊN EGÎD Û ZANA HATIN ŞEHÎDXISTIN

Li welat jî, cihê ku çirûska agir û ruhniyê jê bilind bibe dikin hedef. Di encama êrîşên balefirên casûs û casûsên xwefiroş de gelek fermandar û pêşengên gelê me yên egîd û zana şehîd xistin. Di destpêka salê de fermandarê qesabê serê DAÎŞ’ê û amir focê foca 80 ya Heşd El Şabî, Pîr Çeko û fermandar Agir Cefrî di 27'ê Sibatê de şehîd bûn. Ji rêveberiya Asayîşa Êzîdxanê Şêrzad Şengalê di 3'ê Adarê de şehîd bû. Fermandar Dîndar Avêsta, Pîran Pîr û Çiya Feqîr di 17'ê Îlonê de şehîd bûn. Di roja rizgarkirina Şengalê de, ango 13'ê Mijdarê rêheval Argêş Feqîr û Berxwedan Feqîr şehîd bûn. Herî dawî di 28’ê Kanûnê de 5 karker û kedkarên Rojavayê Kurdistanê şehîd bûn.

Li vir sekna malbatên Şehîdan cihê rêz û teqdîrê ye. Malbat xwedî li dozan zarokên xwe derketin û civaka Êzidî jî soza tolhildan û biserxistina doza fermandarên xwe dan.

Di dema hikûmeta Kazimî de, di serî de Kazimî dewleta Iraqê heta dawiyê piştgirî da siyaseta qirkirinê a li ser gelê me. Heta niha 16 dewlet û rêxistinên navnetewî nijadkujiya li ser civaka Êzidî naskirine, lê çar dewletên dagirker ên Kurdistanê, Tirkiye, Îran, Sûrî û Iraqê heta niha berde jenosîdê nas bikin, vê mijarê nexistine rojeva xwe jî. Ne Kurdan nas dikin û ne jî welatê wan ê bi hezaran sal in dergûşî ji mirovahiyê re kiriye. Di sala borî de 8 şervan û fermandarên YBŞ û welatparêzekî me ji aliyê PDK’ê û Tirkiyê ve hatin şehîd kirin, lê yek deng ji hikûmeta Iraqê derneket. Em baş zanin ne tenê dezgeha Parastin, muxabirata Iraqê jî şirîkê van komkujî û cînayetan e.

DEWLETA IRAQÊ ÎRADEYA CIVAKA ÊZIDÎ NAS NAKE

Li Şengalê ji 80 zêdetir gorên komî, ji 5 hezarî zêdetir windahî hene. Lê li hemberî vê rûreşiya xwe dewleta Iraqê çi kiriye? Rê li ber koçberiya Êzidiya girtiye? Na! Êzidî vegerandine ser ax û ava wan? Na! Gorên komî vekirine û hesab daye malbatên şehîdan? Na! Şengala hatî wêrankirin ava kiriye? Na! Kesên ku Şengal û civaka Êzidî firotin ceza kirine? Na! Êzidiyên ferman lê rabûyî madî be jî qerebo kirine? Nexêr! Wê demê pirsa ka dewleta Iraqê ji bo Êzidiya çi kiriye tê pêşberî me. Bersiv, îradeya civaka Êzidî nas nekiriye! Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên Parastinê YBŞ’ê naskiriye û piştgirî nedaye. Kuştina hemû pêşengên Êzidiyan bi qelema sor û veşartî erê kiriye! Rê nedaye civaka Êzidî bi awayekî qanûnî xwe di Parlemana Iraqê û Meclîsa Parêzgeha Mûsilê de îfade bike! Ti carî ne fikiriye mafê Êzidiyan ê xwe rêvebirinê û xwe parastinê nas bike! Berovajî timî hewl daye Rêveberiya Xweser tasfiye bike. 

Dîroka dewleta Iraqê heke em bibin heta dema Sûmeran ji 5 hezar salan derbas nake. Civaka Êzidî herî kêm 10 hezar sal in li ser van axan kok û rehên xwe berdane. Lewma eger dewlet civaka Êzidî nas neke, Êzidî wê qet û qet dewletê nas nekin û wê rêveberiya xwe bi destê xwe ava bikin. Weke çawa ev 10 sal in xwe bi rêve dibe, wê heta dawiyê xwe bi xwe bi rê ve bibe û muhtacî ti dewletê jî nîne.