Braîm û Ferec: Garê Tirkiye û PDK derizand

Pisporê siyasetê Niyaz Hamed Braîm diyar kir ku berxwedana gerîla ya li Garê ji bo gelê Kurd 'mîladek' bû. Nivîskar Letîf Fatîh Ferec destnîşan kir ku Garê hem Tirkiye hem jî PDK derizandiye.

Pisporê siyasetê Niyaz Hamed Braîm û nivîskar Letîf Fatih Ferec têkiliyên navbera dewleta Tirk û PDK'ê û encamên berxwedana gerîla ya li Garê nirxandin.

Brahîm got, "Êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Garê û berxwedana dîrokî ya li dijî vê êrişê ji bo gelê me bû mîladek. Êdî ji bo pênasekirina serdemê tê gotin, Berî Garê û Piştî Garê. Berxwedana Garê di heman demê de berxwedana Zapê ya sala 2008'an tîne bîra mirovan. Ji ber ku piştî wê berxwedana destanî gelê me êdî serdem weke Berî Zapê û Piştî Zapê pênase dikir."

Braîm bi dewamî got, "Bêguman vê berxwedanê hikumet û desthilatdariya dewleta Tirk a faşîst derizand. Niha radibin hevdu sûcdar dikin û hewl didin bi vî rengî xwe ji nava vê têkçûnê derxînin."

Braîm destnîşan kir ku her kes zane ku artêşa Tirk leşkerên xwe ên êsîr kuştiye û got, "Ev jî sûcekî herêmî û navneteweyî ye. Dewleta Tirk a faşîst û desthilatdariya wê ev sûc kiriye."

'MÎT Û PARASTIN ZEXTÊ LI XELKÊ HERÊMÊ DIKIN'

Braîm diyar kirin ku piştî têkçûna li Garê hem AKP-MHP hem jî PDK a ku piştgiriyê dide wan tewişîne, nizanin wê çi bikin û timî derdora xwe sûcdar dikin, gefê dixwin û got, "Bi taybetî li dijî xelkê Behdînanê lîstik û senaryoyan dimeşînin. Xelkê herêmê sûcdar dikin ji ber ku piştgirî neda wan. MÎT tevî Parastinê zextê li xelkê herêmê dike."

'BANDOREKE GIRAN LI PDK'Ê Û DEWLETA TIRK KIR'

Braîm bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, "Ne cara yekê ye ku êrişî destketiyên Kurdan ên li Başûr û Rojava dike. Dema ku vê dike jî mîna li Başûr dike, li Rojava jî 'garantiyê' dide PDK'ê ku bibe serwerê yekane yê li herêmê. PDK jî xwe bi vî rengî dixapîne. Ji ber vê yekê têkçûna li Garê bandoreke giran ne tenê li dewleta Tirk kir, li PDK'ê jî kir."

Nivîskar Letîf Fatih Ferec jî bal kişand ser pêşwazîkirina serçeteyên dewleta Tirk li Hewlêrê û got, "Serdana Nesir Herîrî ya ji bo PDK'ê û Barzaniyan, nîşaneya planek navbera PDK û hêzên muxalefetê ye. Tirkiye dixwaze hemû çeteyên ku Kurdan qetil dikin bike dostê PDK'ê. PDK Jî ji ber ku neçarî Tirkiyeyê ye vê yekê qebûl dike."

Nivîskar Letîf Fatih Ferec destnîşan kir ku têkiliyên PDK'ê yên bi dewleta Tirk re tevlîhev bûne û got, "Tevî ku apê Mesûr Barzanî Şêx Abdulselam Barzanî bi destê Osmaniyan yanî ji aliyê Tirkan ve hate kuştin jî, tevî ku malbata Barzanî bi vê zane jî, tevî ku zanin dewleta Tirk li ber referandûmê rabû, hîn jî hin kesên li nava PDK û Barzaniyan naxwaze têkiliya xwe qut bikin.

Êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê û têkçûna li Garê, bû mîladek. Mîna berxwedana Zapê ya sala 2008'an. Ji ber têkiliya Tirkiye û PDK'ê, çawa ku têkçûna Garê derbeke giran li Tirkiyeyê xist, heman bandor li PDK'ê jî kir."