Bi xeta PKK’ê re pêşketinên li Başûrê Kurdistanê - III

Têkoşîna bi tarzê Rêbertî hem di çarçoveya neteweyî hem jî gerdûnî de PKK pêş xist. Bi encamên derketin holê li ser gelê Başûr bandoreke mezin çêkir.  

Beşa Sêyemîn a nivîsa bi sernavê “Bi xeta bîrdozî leşkerî û siyasî ya PKK’ê re  pêşketinên li Başûrê Kurdistanê hatin avakirin” a şehîd Diyar Xerîb (Helmet) wiha ye:

PKK’ê bi xwe re ji bo hemû tevgerên Kurd û Başûr jî nêrîneke nû ya neteweyî anî. Ya yekemîn: Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ku Kurdistan hat parçekirin, piraniya tevger, rêber û rêwşenbîrên Kurd nedixwestin Kurdistan parçe bibe, dixwestin Kurdistan bibe yek û li ser esasê yekîtiyê siyaset û bernameyên xwe diyar dikirin. Em vê nêzîkatiyê dikarin di tevgera Komala Xoybûn a sala 1927’an li Lubnanê hat avakirin û ji serhildanên Agirî re pêşengî kir de jî bibînin. Û ev nêzîkatî heta 1943-1945’an li Rojava û Bakur jî bi bandor bû. Hîwa sala 1939’an li Başûr ava bû. Tevgera Barzan a 1943-1945’an û Komaleya Jiyanewey Kurdistan (J.K) a sala 1942’yan li Rojhilat ava bû, hîmên Komara Kurdistanê danîn. Û van her sê tevgeran Tebaxa 1944’an li Çiyayê Dalanper li ser sînorê Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê di navbera xwe de Peymana Sêsînor mohr kirin. Di vê peymanê de soz dan ku wê piştgiriyê bidin hevdu. Komara Kurdistan piştî vê peymanê îlan bû û li gor esasên peymanê Hîwa û Xoybûn pir alîkarî dan komarê. Lê belê piştî damezirandina PDK’ê di nav siyasetmedar û partiyên Kurd de xeteke ku parçebûna Kurdistanê bi awayekî fiîlî (De Facto) qebûl dike derket holê. Parçebûna Kurdistanê qebûl kirin û li gor wê dest bi siyasetê kirin. Li gor têgihiştina wan pirsgirêk û qedera her parçeyekî ji parçeyên din cudatir e. Li gor wê jî her partî û sazî divê xwe sazî bike, van li ber çavan bigire û wer xwe rêxistin bike. Di vê çarçoveyê de jî dema gel serwext û rêxistin dike, divê gel îqna bike û vê rastiyê bi gel bide qebûlkirin. Bi gotineke din êdî Kurdistan weke çar Kurdistanên cuda, çar neteweyên cuda didîtin. Yek ji şaşiyên herî mezin ê PDK’ê kiribû jî mixabin ev bû. Hê jî bi rê û rêbazên cuda vê têgihiştina xwe didomînin û diparêzin. Ev têgihiştin bû sedem di hest û bîra Kurdan de rewşa bi parçe kûr bibe. PKK’ê ev nêzîkatî red kir û got ku Kurdistan yek e, têkoşîna Kurd yek têkoşîn e. Ji bo vê şaşiya siyasî ji holê rake ket nav hewldaneke mezin. Hê jî ev hewldan hem ji aliyê Rêbertî ve hem jî ji aliyê PKK’ê ve tê domandin. Armanca vê hewldanê ew e, di Kurdan de bîr û ruhekî hevpar bê avakirin. Di vê qonaxê ev di asteke zêde de û bi giranî di çarçoveya gel û saziyan de pêk aniye. Lê ev hê negihiştine dawiyê. Tevî hemû xebat û hewldanan jî Kongreya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk ku îfadeya Yekîtiya Neteweyî ye nehatiye pêkanîn. 

Ya duyemîn: Gelek partî û tevgerên Kurd ên beriya PKK’ê, di diyarkirina dost û dijminên xwe de diketin şaşiyan. Li gor wan tenê dewletên Kurdistan parçe kirine dijmin in. Hêzên navneteweyî û avahiyên hegemon weke dost bi nav dikirin. Ev jî yek ji şaşiyên herî mezin a tevgerên Kurd ketibûn nav. Hêz û dewletên mezin ên li cîhanê weke dost didîtin û timî pişta xwe didan wan. Ev jî xapînokeke mezin bû. Her wiha vê rewşê zincîra şaşiyan çêdikir. Ji ber ên ji parçekirina Kurdistanê di asta sereke de berpirsiyar ev hêz bûn. PKK’ê bi têkiliyên ava kir û têkoşîna meşand ev nêzîkatî rexne kir, di parçebûna Kurdistanê de ev hêzên navneteweyî di asta sereke de berpirsiyar girt. Di heman demê de dewletên herêmî û avahiyên desthilatdariyê yên xwecihî jî di pêkanîna vê siyasetê de weke piyonên tên bikaranîn girt dest. Li ser vê bingehê di navbera gelê Kurd û dewletên herêmê, gelên herêmê de ku dostanî pêş xist armanc kir vê lîstika hêzên sermayeyê û navendên hegemonîk xera bike.

Ya sêyemîn: Partî û tevgerên beriya PKK’ê xwe bi herêmeke biçûk sînordar dikirin, pişta xwe didan derve û xebatên xwe didomandin. Guh nedidan hêz û îradeya gel. Di nav Kurdan de çîna elît a Kurd a serwer ji xwe re esas digirtin. PKK’ê ev rewş rexne û red kir. PKK’ê hêza gel ji xwe re esas girt, di nav gel de jî jin, ciwan û çîna bindest esas girt, xebatên xwe bi rê ve bir û bi rê ve dibe. 

Ya çaremîn: Di aliyê tarzê xebatê de jî PKK’ê bi xwe re gelek nûbûn anî. PKK’ê xebatên xwe yên bîrdozî û perwerdeyê kir xebatên xwe yên esasî û pêşî kadroyên xwe ava kir. PKK’ê ji ber dît ku bi kesayeta heyî şoreşeke siyasî û civakî ya mezin wê zehmet be, destpêkê perwerde girt dest. Ji bo vê di serî de weke xebateke bingehîn cih da xebatên perwerdeyê, xebatên bîrdozî û avakirina kadroyan. Li aliyê din siyaset ji destê kom, çîn û tebeqeyên diyar ên siyaset kiribûn yekdestdar derxist. Gel tevlî siyasetê kir û meşandina siyaseteke demokratîk esas girt. Di şer de jî tarzekî nû pêş xist. Bi gerîlayên hem bi perwerde, hem xwedî disîplîn û hem jî şerker hêza leşkerî derxist holê. Kir ku di şer de jî tarzekî bi partîzanî pêş bikeve. Ji van a herî girîng jî jin tevlî siyasetê û şer kir. Vê jî bi xwe re di civakê de guhertineke mezin çêkir. 

Têkoşîna bi tarzê Rêbertî hem di çarçoveya neteweyî hem jî gerdûnî de PKK pêş xist. Bi encamên derketin holê li ser gelê Başûr bandoreke mezin çêkir. Di vê qonaxê de mirov dikare aşkera û zelal bibîne ku hişyarbûn û hesta gelê li Başûr guheriye. Êdî piraniya civaka Başûrê Kurdistanê, li gor pîvanên berê nêzî berxwedana neteweyî nabe. Civaka Başûr hayil bûye ku Kurdistan yek e û divê mirov Têkoşîna Azadiyê ya Kurd weke têkoşînekê bibîne. Mînak; berê ji bo parçeyên Kurdistanê ev pênase hebû: Kurdistana Iraqê, Kurdistana Îranê, Kurdistana Tirkiyeyê, Kurdistana Sûriyeyê. Lê belê piştî bandora PKK’ê êdî gotin, Başûrê Kurdistan, Bakurê Kurdistan, Rojhilatê Kurdistan û Rojavayê Kurdistan. Li aliyê din li Başûrê Kurdistanê meyla xwedîderketina li parçeyên din ên Kurdistanê zêde bû û zêde dibe. Daxwazên Kongreya Neteweyî û yekîtiya neteweyî her roj bi dengekî bilind tê bihîstin. Ev nêzîkatî jî bû sedem ku partî û rêxistinên din vê mijarê bixin bername û xebatên xwe. Lê belê gelek partî û rêxistinan ji ber di zîhniyeta xwe de israr kirin, di bin bandora hêzên derve de man û xwe disipartin hêzên derve, di mijara yekîtiya neteweyî de nikarîbûn gav biavêjin. Vê jî car caran gel hêrs dikir û di hinekan de bêhêvîtî çêdikir. 

Bi DAÎŞ’ê re erdnîgarî, çand û rastiya Kurdistanê bi tehlûkeyeke mezin re rûbirû ma. Vê êrîşê careke din nîşanî me da ku PDK û hikûmeta xwecihî ji bo pêvajoyên zehmet amade nînin. Di mijara ku dema tengav bibin dest ji gel û xakê berdin û birevin timî amade ne. Gelê Başûr jî bi vê êrîşa DAÎŞ’ê re careke din dît ku PDK nikare wan biparêze û jiyana wan ne di ewlehiyê de ye. Fêm kirin ku dewletên weke dewleta Tirk ên hikûmeta Başûr wan dost dibîne û pişta xwe dide wan, tenê berjewendiyên xwe difikirin. Mudaxeleya PKK’ê ya li Mexmûr, Şengal û Kerkûkê, gelê Başûr pir bandor kir. Li aliyê din gel dît PKK partiyeke wiha ye timî amade ye, dikare wan biparêze. Bi xwe dît û fêm kir ku PKK ji bo gelê li çar parçeyên Kurdistanê xwe berpirsiyar dibîne. Vê pratîka PKK’ê tevahî propagandayên berê yên dihat gotin, “PKK Başûrê Kurdistanê nafikire” pûç kir. Bi saya vê nêzîkatiyê gel zext li rêveberiya Başûrê Kurdistanê û parlamentoya wê kir, xwest pêşmergeyan bişîne Kobanî. 

Dema bi awayekî giştî tê destgirtin, di aliyê nêrîn, tarz, zîhniyet û nêzîkatiyê de bandora PKK’ê ya li ser gelê Başûr bi awayekî zelal tê dîtin. Lê belê partî û rêxistinên li Başûr ji bo gel PKK’ê ne wekî partiyeke tevahî Kurdan temsîl dike, bi tenê weke partiyeke aîdî Bakurê Kurdistanê ye bibîne, li ser esasê hevkariyê bi zîhniyeteke parçeparêz bi awayekî zêde xebata antî-PKK’ê bi rê ve dibirin. Heta gelek caran gel ditirsandin û wiha digotin; “PKK li cîhanê weke rêxistineke teorîst tê naskirin. Eger hûn nêzî PKK’ê bibin, hûn ê tevahî destketiyên di destê xwe de winda bikin.” Bi propaganda û xebatên wiha hewl didan nehêlin gel hêviyên xwe bi PKK’ê ve girê bide. 

Ji nivîsên Diyar Xerîb
Werger: Yekta Şoreş