Bi xeta PKK’ê re pêşketinên li Başûrê Kurdistanê - II

Şehîd Diyar Xerîb: Tevî li Başûr gelek partiyên Kurd hebûn û xwe bi nasnameya Başûr îfade dikirin jî, bi qasî PKK’ê di demeke kurt de nikarîbûn bandora xwe çêbikin, sempatiya gel bi dest nedixistin.

Beşa Duyemîn a nivîsa bi sernavê “Bi xeta bîrdozî leşkerî û siyasî ya PKK’ê re  pêşketinên li Başûrê Kurdistanê hatin avakirin” a şehîd Diyar Xerîb (Helmet) wiha ye:

Bi xebatên li Ewropayê û îlana ERNK’ê re Başûriyên li Ewropayê jî ketibûn bin bandora PKK’ê. Ji ber tarzê xebatê yê PKK’ê nedişibiya tarzê xebata partiyên Kurd ên din. PKK’ê li Ewropayê jî hewl dida gelê Kurd aktîf bike, li şûna jiyana ferdî wan bike hêz û îradeyeke siyasî. Di heman demê de berê gel nedida derve dida Kurdistanê. Hewl dida wan vegerîne welat. Ev jî cudatiyeke din a girîng bû. Vê seknê ciwanên Başûr bandor kir û li Ewropayê ciwanên Başûrî tevlî PKK’ê bûn. Şehîd Doktor Sîrwan jî wê demê weke ciwanekî Başûrî li Danîmarkayê tevlî PKK’ê bû. Dîsa di komkujiyên Enfal û Helepçeyê de ku PKK xwedî li gelê Başûr derket û li Ewropayê li hemberî BAAS çalakî li dar xistin, sempatiyeke mezin a gelê Başûr ji bo PKK’ê çêbû. 

Ez dikarim vê bêjim: Heta sala 1988’an tevî bandora PKK’ê li ser gelê Başûr hebû jî, ji ber tifaqa partiyên heyî dihat gotin, “Bila her kes li parçeyê xwe têkoşîna xwe pêş bixe, bila kesek mudaxeleyî kesî neke.” Tevî li Başûr gelek partiyên Kurd hebûn û xwe bi nasnameya Başûr îfade dikirin jî, bi qasî PKK’ê di demeke kurt de nikarîbûn bandora xwe çêbikin, sempatiya gel bi dest nedixistin. 

Havîna 1988’an dema şerê Iraq-Îranê bi dawî bû, mêtingeriya Iraqê bi operasyona Enfal bi rêbazên kîmyewî tevgerên Kurd ên li Başûr têk bir, gelek gund şewitand û hilweşand. Êdî partiyên Başûr dest ji Başûr berdan û derketin derveyî Kurdistanê. Ev jî cara duyemîn bû sedem ku ji ber van partiyan di nav gelê Başûr de bêhêvîtî pêk were. Lê belê PKK li Bakur timî pêş diket. Êdî bandor li Başûr jî dikir. Ev jî bû sedem ku sala 1989’an komek ciwanên Başûr berê xwe bidin PKK’ê û tevlî PKK’ê bibin. Di wê demê de gel herî zêde ji PKK’ê yeqîn dikir. Di navbera salên 1989-1991’ê de tevgerên Kurd ên Başûrî şikestin, li Bakur jî gel di pêşengiya PKK’ê de xebatên xwe zêde kiribû. Gelê Bakur her roj di nav serhildan û çalakiyan de bû. Vê jî gelê Başûr bandor dikir. 

Di vê demê de li aliyekî PKK mezin dibû, li aliyê din jî partiyên Başûrî û Rojhilat li hemberî mêtingeriya Iraq û Îranê dişkestin û biçûk dibûn. Di encam de bandora PKK’ê li ser parçe û partiyên din zêde dibû. Ji ber PKK’ê di navbera salên 1982-1988’an de hewl dida di nav partiyên Kurd de yekîtiyekê çêbike û yekîtiyeke Kurdistanî ava bike. Nedixwest Kurd hevdu bikujin û li dijî wê derdiket. Lê belê kesî PKK ciddî nedigirt, xwe hê bi aqil û mezin didîtin. Lê piştî salên 1988’an ji derveyî PKK’ê hemû partiyên Kurd zeîf bûn û tenê PKK mezin bû. Vê rewşê hişt ku nêzî PKK’ê bibin, PKK’ê ciddî bigirin û di heman demê ji bo PKK projeyên xwe pêk bîne zemîn çêkir. Di salên 1989-1990’î de hat dîtin ku Rêber Apo û PKK di yekîtiya partiyên Kurd de bi rola kilît radibin. Di wê demê de Rêber Apo dixwest Kurd bi du rêyan têkoşîna xwe bidomînin. Li aliyekî dixwest bi awayê van partiyan bikişîne xeteke neteweyî û sosyalîst, ji xeta milliyetgiriya pêşî-hevkar dûr bixe û wer têbikoşin, li aliyê din jî siyaseteke serbixwe ya azad bişopînin û wan ji kontrola hêzên derve derxe. Rêber Apo li ser van hîman siyaset dimeşand. Bandora Rêbertî jî li ser gelek rêxistin, partî, şexsiyet û aqilmendan jî roj bi roj zêde dibû. Li aliyê din jî Rêber Apo bi projeyeke taybet ji bo yekîtiya neteweyî bang li ciwanên çar parçeyên Kurdistan dikir. Li ser vî esasî xebat bi rê ve dibir. Ji bo vê jî di navbera salên 1987 û 1990’î de bi ciwanên tevlî nav refên PKK’ê bûne avabûna partiyeke xweserî Başûr ceriband. Wê demê li cîhanê guhertinên mezin çêdibûn. Yekîtiya Sovyetê belav dibû, Bloka Rojhilat, Pakta Varşova hildiweşiya. Dewleta Iraqê 02.08.1990 Kuweyt dagir kiribû. 

Van hemû geşedanan derfetên nû derxistin holê. Ji ber vê jî Rêber Apo û PKK’ê dixwest di vê demê de hemû Kurd bi projeyeke hevpar tevbigerin. Li ser vî esasî PKK li Behdîdanê jî bi xurtî tevlî serhildana li Başûr bû. Vê jî li ser civaka Başûr bandoreke erênî çêkir. Êdî ji sala 1991’ê heta roja me PKK bû parçeyekî xebat û têkoşîna li Başûrê Kurdistanê. 

Sala 1991’ê tevî derfetên avakirina tifaqa Kurdistanî hebû jî, hêzên navneteweyî PDK û YNK derdixistin pêş, ji bo tifaqa Kurd ava nebe mudaxeleyî vê rewşê kirin. Ev jî bû sedem ku ev derfet hêdî hêdî ji holê rabe. Hêzên navneteweyî û hêzên serwer ên li Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê avakirina hikûmetekê, bi şertê hêzên Başûr di projeya yekîtiya neteweyî de cih negirin, di heman demê de têkoşîna çekdarî rawestînin û tenê li Başûr bimînin qebûl kirin. Ev jî bû sedem ku partiyên din careke din ji PKK’ê û xeta wê dûr bisekinin û heta li ser esasê dijbertiyê xwe bi cih bikin. Careke din giraniya xebata xwe dan Başûrê Kurdistanê, navenda hemû xebatên xwe kirin Başûrê Kurdistan. 

4’ê Tîrmeha 1992’yan li Başûrê Kurdistanê hikûmetek ava kirin. Piştî hikûmet hat avakirin ketin nav lêgerîna ku desthilatdariya xwe bi partî û rêxistinên din bidin qebûlkirin. Mixabin partiyên li Rojhilat ev nêzîkatî û ferzkirin qebûl kirin. Ji ber PKK’ê ev ferzkirin û xet qebûl nekir, PDK’ê û YNK’ê bi alîkariya dewleta Tirk 4’ê Cotmeha 1992’yan êrîşî PKK’ê kirin. Li aliyê din jî siyaseta sûîqest û girtinê li hemberî şexs û saziyên nêzî PKK’ê kirin. Kesayetên wekî Sadiq Emer, Elî Şeîban, Rauf Akreyî, Mihemed Helaq, Hecî Ranyayî, Dr. Sîrwan, Bekir Helebçeyî, Wedat Hisên, Kemal Pêncwîn ên dixwestin xet û felsefeya PKK’ê li Başûrê Kurdistanê belav bikin qetilkirin û her wiha komkujiya Hewlêr pêk anîn. Dîtin ku van sûîqest û komkujiyan berfirehbûna PKK’ê ya li Başûr nikariye asteng bike, tam berevajî kesên bi PKK’ê re dikevin nav têkiliyan her diçe zêdetir dibe. Di navbera salên 1996-1998’an de bi hezaran ciwanên Başûrî tevlî nav refên PKK’ê bûn. Di çarçoveya van hemû xebatan de ji ber dîtin û fêm kirin ku li hemberî wan xeteke alternatîf pêş dikeve, PDK û YNK’ê hê di serî de komploya hêzên navneteweyî sala 1998’an li hemberî Rêber Apo û PKK’ê pêş xistin erê kirin û di nav de cih girtin. Ev rewş bi karaktera wan a bîrdozî-çînî û xisletên wan ên hevkar re li hev dike. 

Ji nivîsên Diyar Xerîb
Werger: Yekta Şoreş

 

Wê bidome.