Berxwedana bi ruhê serfiraziya 14’ê Tîrmehê

Çawa 38 sal berê li dijî rejîma faşîst û leşkerî ya 12’ê Îlonê bi ruh û xeta Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê berxwedan hatibe kirin, îro jî li dijî faşîzma AKP û MHP’ê jî divê bi heman rengî berxwedan were kirin û serkeftin were bidestxistin.

Wekî ku tê zanîn beriya niha 38 sal berê li zindana Amedê di 14’ê Tîrmeha 1982’an de Çalakiya Rojiya Mirinê hatibû destpêkirin. Ev çalakî bi qasî du mehan domiyabû û bi ser ketibû. Vê çalakiya li dijî rejîma faşîst û leşkerî ya 12’ê Îlonê hatibû destpêkirin û bi şehadeta Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi ser ketibû, bûbû dûmahîka çalakiya Mazlûm Dogan a di Newroza 1982’an de û çalakiya di 17’ê Gulanê de ya ku Ferhat Kûrtay û hevalên wî li dar xistibûn. Ev çalakî wekî Berxwedana Zindanê ya Mezin û Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li dîroka PKK û Kurdistana Azad hatibû nivîsandin.

Berxwedana Zindanê ya dîrokî ya ku di Newroza 1982’an de dest pê kiribû û bi çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê gihiştibû lûtkeyê, bûbû çalakiya pêşîn û herî bandor a li dijî rejîma leşkerî û faşîst a darbeya 12’ê Îlona 1980’an.Rejîma faşîst û leşkerî ya 12’ê Îlonê, li ser endamên PKK’ê yên hatibûn girtin ferz dikir ku bila dev ji partî, azadî û demokrasiya xwe berdin. Dixwest ew bibin Tirk, teslîmî dîktatoriya faşîst û leşkerî ya 12’ê Îlonê bibin, xwe wekî ‘Kemalîstên ciwan’ bidin nasandin û îxanetî her tiştî bikin. Armanca zext û êşkenceyên li ser bingeha ‘îtîrafkariyê’ ev bû. Berxwedana Zindanê ya Mezin a 1982’an û çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ya ku lûtkeya wê bû, li hemberî vê îtîrafkariyê pêk hat, zextên faşîst û leşkerî yên 12’ê Îlonê serobin kir.

Li hemberî van zextên faşîst û qirker girtiyên PKK’yî xwedî li nasnameya neteweyî ya Kurd, rêxistina xwe ya partiyê û îdeolojiya xwe ya azadiyê derketin û li ber xwe dan. Tu daxwaz û bendewariyeke cihê ji rejîma 12’ê Îlonê nexwestin. Dixwastin wekî xwe werin qebûlkirin, heke bi rastî jî wisa bibe dixwazin li dadgehan nasnameya xwe ya îdeolojîk biparêzin. Di dawiya dawîn de çi ceza bihata dayîn jî tu tirs û fikara wan tunebû. Rejîma 12’ê Îlonê ji xwedîlêderketina nasnameya neteweyî û rêxistinî ya girtiyên PKK’yî tirsiya. Pêşiya xwedîlêderketina Kurdbûn û PKK’yîbûnê girtin û nexwestin têkeve arşîvan. Wan jî dest bi çalakiyên mezin kirin ku tekane rêya xwedîîfadekirin û parastinê bû.

Piştî ku çalakî û metod neman, tekane çare ev bû. Cih û dema wê baş hatibû diyarkirin. Wan nekarîbûn parastinên xwe yên derbarê partî û têkoşîna xwe têxin qeydên dadgehê lê destpêkirina rojiya mirinê û sedemên wê xistin qeydên dadgehê. Dawiya çalakiya ‘Bila li ser kêlikê gora min binivîsin deyndar e’ ji destpêkê ve dîtibûn. Wan gotin ‘Ez di vê tevgerê de serfiraziyê dibînim’ û diyar kirin tişta ew dikin çalakiya serfiraziyê ye. Vê bîr û baweriyê encama çalakiyê jî diyar kir. Rejîma faşîst û leşkerî ya 14’ê Îlonê li hemberî Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê têk çû. Şefê faşîst Kenan Evren li Deriyê Çiyê zindana Amedê dabû nîşandan, gotibû “Li wê derê kesên wisa hene, hûn serê wan jêkin jî dev ji îdeolojiya xwe bernadin” û têkçûna xwe ya li hemberî berxwedanê îtîraf kiribû.

Bêguman bandopra berxwedaneke dîrokî ya wisa di kêlîkê de nema. Serfiraziya berxwedana zindanê derket derve, pêl bi pêl di nav civaka Kurdan de belav bû. Nirxên berxwedana zindanê jin û ciwan di serî de bandor li ser civaka Kurdan gişî kir. Bi vî awayî li Kurdistanê mirovên azad û civaka demokratîk derket holê. Berxwedana Zindanê ya ku civaka Kurdan kir xwedî rûmet û biryara berxwedana ji bo azadiyê da, li çiyayan bû Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an, li bajaran belav bû. Bû serhildanên gel û Şoreşa Azadiyê Jinê. Bi kurtasî bandora xwe li ser 38 salan kir û rastiya gelê Kurd a berxwedêr derxist holê.

Divê ev tişt bi zelalî were zanîn û neyê berevajîkirin, di 38 salên dawîn de li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat di bingeha hemû pêşketinên li ser navê azadiyê, Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê a 1982’an heye. Bîra azadiyê ya Kurdan a hemdem û çalakiya zindanê bi ruh û xeta Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê teşe girt. Tarz, islub û tempoya xeta fedaî ya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, bi pîvanên vê berxwedanê teşe girt. Di 38 salan de bandora berxwedanê qet kêm nebû, berevajî wê her dem zindî bû û xurt bû.

Niha em dikevin salvegera 39’emîn a berxwedaneke wisa girîng. Kurd û dostên wan li her derê çalakiyên silavkirin û pîrozkirina Berxwedana 14’ê Tîrmehê dikin. Di dawiya salvegera 38’emîn de dixwaze ji kûr ve rastiya Berxwedana Zindanê, çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û şehîdê qehreman ên vê berxwedanê nas bike. Ji bo ku di sala 39’emîn de têkoşîneke xurt û serkeftî bike, vî tiştî dike.Ji ber ku ji xeynî tecrubeyên danheviya têkoşîna gelê Kurd, tu hêzeke wê ya din tune. Her tiştî bi hêz, perwerde û rênasiya Rêbertî, şehîd û têkoşînê dike û bi ser dikeve.

Mirov bala xwe bidiyê, dema em dikevin salvegera 39’emîn a berxwedanê, rastiya dijmin jiya 38 sal berê ne cihê ye. Rejîma cûntaya darbeya faşîst û leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an û dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê bi her awayî dişibin hev. Mirov dikare bibêje ku dûmahîka hev in û dîktatoriya faşîst a darbeya 12’ê Îlona 1980’an bi hemû aliyan ve ji aliyê rêveberiya faşîst a AKP û MHP’ê hatiye kirin. Gelekî diyar e ku feraset heman feraset e, êrîşkarî heman êrîşkarî ye û dijminatiya wan li hemberî Kurdan jî qet neguheriye. Di faşîzma AKP û MHP’ê de ev zêdetir bûye.Gefa cûntaya Kenan Evren a ku li ser Rojhilata Navîn dikir, îro ji aliyê dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê bûye dagirkerî. Îtîrafkariya ku rejîma 12’ê Îlonê dixwest li zindana Amedê bike, îro ji aliyê faşîzma AKP û MHP’ê li her derê tê kirin û li ser Kurdan tê ferzkirin. Îro tiştên li Kurdistanê tê kirin, tu ferqa wan ji kirinên zindana Amedê ya di salên 1981-82’an tune. Faşîzma AKP û MHP’ê hemû welat û jiyan kiriye zindan.

Çawa ku dijmin wekî 38 sal beê ye, divê berxwedan jî wekî ya 38 sal berê be. Nexwe Xeta Berxwedana Zindanê ya Mezin û Ruhê Berxwedan û Serfiraziya 14’ê Tîrmehê ji her demê zêdetir pêdivî pê heye û di sala 39’emîn de jî didome. Ruh û xeta berxwedanê bandora xwe îro jî didomîne. Nexwe divê ji her demê zêdetir divê rastiya Berxwedana 14’ê Tîrmehê were fêmkirin û sûd ji tecrubeyên wê yên dewlemend were stendin.

Çawa 38 sal berê li dijî rejîma faşîst û leşkerî ya 12’ê Îlonê bi ruh û xeta Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê berxwedan hatibe kirin, îro jî li dijî faşîzma AKP û MHP’ê jî divê bi ruh û xeta Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê berxwedan were kirin û serkeftin were bidestxistin. Xeta berxwedan û serfiraziyê ya 14’ê Tîrmehê heke rast were pêkanîn, wê faşîzma AKP û MHP’ê jî têk biçe. Hemû kesên bi ruhê serfiraziya 14’ê Tîrmehê li her derê li ber xwe dide, wê teqez bi ser bikeve. Rastî û tecrubeya bingehîn a 38 salan ev e. Li ser vî esasî Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê silav dikim, şehîdên qehreman careke bin bi hezkirin û rûmet bi bîr tînim!

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka