Asayîşa PDK’ê jineke çalakger destgîr kir
Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê jineke çalakger ji aliyê asayîşa PDK’ê hate destgîrkirin.
Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê jineke çalakger ji aliyê asayîşa PDK’ê hate destgîrkirin.
Li gorî nûçeya RojNewsê li Hewlêrê jina çalakger a bi navê Bihar roja Yekşemê bi şev ji aliyê asayîşa PDK’ê hate destgîrkirin.
Hate diyarkirin ji ber ku jina çalakger ji ber ku beşdarî çalakiyên ji bo yekîtiya neteweyî bûye hatiye destgîrkirin.
Vê jina ciwan tevlî nav çalakiyên piştgiriya ji bo Rojava jî bûbû. Bihar di heyeta ji bo piştgiriya Efrînê de jî cih girtibû. Ev heyet li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk çûbû Efrînê.
Asayîşa PDK’ê di demên dawîn de gelek çalakgerên jin dike hedef. Heta niha gelek endamên sazî û rêxistinên wekî RJAK, Tevgera Azadî û gelek saziyên civakî jî hatine destgîrkirin.