Alan û Sara: Li Zapê rastiya dagirkerî û berxwedanê

Yên ku dixwazin bizanin ka ev berxwedan çawa çêbûye, bila berxwedan û jiyana Fermandar Alan Malazgir û Dr. Sara Tolhildan ên ku herî dawî hatine îlankirin, lêkolîn bikin û eger bixwazin bibin însan divê dema xwe ji bo vê yekê veqetînin.

ALAN MALAZGIR Û SARA TOLHILDAN

Kurd û dostên wan salvegera 40’an a Pêngava 15’ê Tebaxê, yanî Cejna Gerîla û Vejîna Neteweyî ya 40’emîn bi hefteyane li her çar parçeyên Kurdistanê û her çar aliyên cîhanê bi coşeke mezin pîroz dikin. Şahiyên bi coş hîna dewam dikin û wisa dixuyê ku hîna wê bi rojan jî dewam bike. Bê guman bandora çalakiyên gerîla yên li Zap û Metînayê, li ser van şahiyên pîroz heye. Ji xwe tê zanîn ku Pêngava Azadiyê ya 15’ê Tebaxê ya ku beriya 40 salan li Zap û Metînayê bi çalakiyên Eruh û Şemzînanê destpê kirî, ji aliyê gerîla ve hate plankirin û kete meriyetê. Gerîla rêxistina xwe ya destpêkê di çarçoveya Zapê de pêk anî. Yanî cih û rolekî diyarker ê Zapê di şerê azadiyê yê 40 salan de heye.

Kurd û dostên wan Cejna Gerîla û Vejîna Neteweyî pîroz dikin û ev yek di pêvajoya 15’ê Tebaxê de bû du xisûsên girîng ên li ser çapemeniyê. Ya yekem, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê eşkere kir ku yek ji Fermandarên Eyaleta Rojavayê Zapê Alan Malazgir û Bijîjka Gerîla ya Eyaleta Rojhilatê Zapê Sara Tolhildan di 21’ê Hezîranê de û bi berxwedaneke lehengane şehîd bûn. Em bi rêzdarî û hezkirineke kûr van her du lehengên Berxwedana Zapê bi bîr tînin.

Xisûsa duyem jî, hat eşkerekirin ku rayedarên dewleta Tirk û Iraqê roja 15’ê Tebaxê li Tirkiyeyê hevdîtinên nû kirin û li ser êrîşên dagirkerî û îlhaqê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin, biryarên nû wergirtine. Jixwe piştî vê daxuyaniya navborî, di çapemeniyê de derket holê ku yekîneyên nû yên Tirk û wesayîtên zirxî weke takviye sewqî xeta Amêdiyê û Dêrelûkê hatin kirin. Ev agahî û liv û tevgera leşkerî ya dagirkeriyê, hîna dewam dike. Bê navber dîmenên nû dikevin ser çapemeniyê.

Bê guman em bi hûrgûlî nizanin ku rayedarên Iraq û dewleta Tirk çi biryarên nû wergirtine. Jixwe zêde pêdivî bi zanîna van jî nîne. Jixwe dewleta Tirk bi PDK û rêveberiya Iraqê re li pêş çavê cîhanê êrîşên dagirkerî û îlhaqê bi hev re dimeşînin û her kes jî vê yekê bi eşkere dibîne. Ev êrîşên navborî, di hevdîtinên tên kirin de tên nîqaşkirin, biryar li ser tên dayîn û tên plankirin.

Bi eşkere tê zanîn ku dewleta Tirk bi piştgiriya DYE û Barzanî ji 26’ê Tebaxa 2016’an ve êrîşa xwe ya dagirkeriyê ya li hember Herêmên Parastinê yên Medyayê li ser Çelê re daye destpêkirin. Dîsa jixwe tê zanîn ku di Kanûna 2017’an de li ser Şemzînanê re li hemberî qada Biradost, ji sala 2019’an ve jî li ser Qilebanê re li hemberî qada Heftanînê êrîşên dagirkeriyê hatin destpêkirin û meşandin. Di nava meha Sibata 2021’an de li hemberî Garê êrîşeke nuqteyê ya neserketî, hate kirin. Ji nava meha Nîsanê ya heman salê û vir ve jî li hemberî qadên Zap, Metîna û Avaşînê êrîşên dagirkeriyê hate destpêkirin.

Rêveberiya AKP-MHP’ê ya faşîst ji sînorê dewleta Tirk ev êrîşên dagirkeriyê da destpêkirin û meşand, hewl da ku van êrîşan bi rêya ji hewayê dakeve giran û ji bejahî ve jî rêyan vebike, bi ser bixîne. Bê guman ji bo van hemû êrîşên dagirkeriyê, piştevaniyeke mezin ji PDK a di bin rêveberiya Barzanî de, wergirt. Lê belê hemû hêza xwe xerc kir û encama ku dixwest ji êrîşên dagirkeriyê ya ku 4 sal din didomîne werbigire, bi dest nexist. Li hemberî berxwedana ku gerîlayên HPG û YJA-Starê bi şerê koordîneyî ya tîm û tunelan pêş xistî, weke esas têk çû.

Ji bo borandina vê rewşê, di tevahiya zivistana 2023-2024’an de li aliyekî di asta DYE û NATO’yê de, li aliyê din jî li nava Rusya û Îranê xebateke dîplomatîk a zêde meşand. Weke esas jî her hefteyê li deriyên Bexda û Hewlêrê re diçe û tê. Musteşarê MÎT’ê û Wezîrê Karên Derve hema bêje ji Iraq û Başûrê Kurdisanê derneketin. Di encamê de roja 22’yê Nîsana 2024’an bi serdanên Tayyîp Erdogan ên li Bexda û Hewlêrê re gelek peymanên nû yên piralî hatin îmzekirin û rêveberiya Iraqê jî tevlî êrîşên navborî hate kirin. Li ser vî bingehî ji 3’yê Tîrmehê ve bi tankên Tirk û wesayîtên zirxî re bi deh hezaran leşker û çeteyên Tirk li dora asfalta Şêladizê-Batufa-Bamernî-Kadîşe-Amêdiye-Dêrelûkê hatin bicihkirin.

Bê guman evane hemû ji aliyê “Odeya Operasyona Hevpar” a ku nûnerên dewleta Tirk, Iraq û PDK’ê di nav de cih digirin ve hate rêvebirin. Bi vî rengî herêma ku di nava sînorê dewleta Tirk û asfalta navborî de maye, ji başûr ve jî ji aliyê artêşa Tirk û yekîneyên zirxî ve hate dorpêçkirin. Helbet li hemberî van herêmên dorpêçkirî, êrîşeke hewayî ya zêde hate destpêkirin û top hatin avêtin, ev yek heta roja me ya îro hate domandin. Di van êrîşên navborî de arazî, bax û bostan şewitîn, gund hatin şewitandin-hilweşandin û gundiyên li qadê li ser vî bingehî neçarî koçberiyê hatin kirin. Êdî tevahiya vê qada dorpêçkirî, ji rêveberiya dewleta Tirk re hate hiştin. Leşkerên Tirk li qadê nuqteyên kontrolê danî û dest bi kontrolkirina ketin-derketinan û rêveberina qadê kir. Bi vî rengî êrîşên dagirkeriyê yên ku bi salane didomin, bû sedem ku qad ji aliyê dewleta Tirk ve were îlhaqkirin. Lê belê bi vî şêwazî dewleta Tirk hesab kir ku êrîşên dagirkeriyê bigihîne serketinê.

Weke tê zanîn, sînorê dewleta Tirk-Iraqê bi giştî di dirêjahiya 320 km’ê de ye. Ji aliyê beşê dirêjahiya vê sînorê 280 km, artêşa Tirk ketiye nava ‘xaka Iraqê’ û êrîşên xwe yên dagirkerî û îlhaqê li ser vî bingehî meşandiye. Bi rewşa heyî asfalta Batufa-Şêladizê dibe sînorê nû yê dewleta Tirk û ev sînorê nû li gorî qada sînor a berê di navbera 25 û 40 km’ê de ye. Yanî dewleta Tirk erdnîgariyeke xwedî dirêjahiya 280 km û kûrahiya 25-40 km’ê, dagir û îlhaq kiriye yan jî di nava hewldana vê yekê de ye. Di rewşa heyî de jî rêveberiyên Iraq û PDK jî ev erdnîgarî ji bo pere, elektrîk û avê firotiye dewleta Tirk û ji bo ku ev karê firotinê bikeve pratîkê jî bi dewleta Tirk re dixebite. Li qada navborî biçûk û mezin nêzî 400 sed gund hene û di rewşa heyî de ev gund hatine valakirin. Li dijî êrîşeke dagirkerî û îlhaqê ya wiha nemerdane û xayînane, yekane hêza ku li ber xwe dide gerîlayên PKK’ê ne. Yanî Fermandarê Mezin Alan Malazgir û evîndara azadiyê Dr. Sara Tolhildan û hevalên wan in.

Niha rastî ev e, ji aliyê rêveberiyên Iraq û PDK’ê û çapemeniya wê ve hewl tê dayîn ku ev rastî yan bên veşartin yan jî berevajîkirin. Ev hêz ji bo rûyê xwe yê xayîn veşêrin vê derewê dikin: “PKK ji bo Iraq û Başûrê Kurdistanê xeteriyê çêdike.” Ev hêz xaka ku jê re dibêjin ‘xaka welêt’, difiroşin. Hewl didin gerîla weke ‘berpisryar û sûcdarê’ van hemû tiştên diqewimin, nîşan bidin. Bi vî rengî hewl didin, gelên Kurd û Ereb û raya giştî ya navneteweyî bixapînin.

Lê belê namerdî û xayîntiyên diqewimin, li pêş çav in. Gelê Kurdistanê, civaka Ereb û hemû mirovahiyê di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de baş dîtin ku gerîlayên PKK’ê çi ne û çi nînin. Barzaniyan di serî de Şengal, gelek qad berdan û ji DAÎŞ’ê reviya, ji vî alî ve jî her kes Barzaniyan nas dike. Hîn wêdetir Serokwezîrê Iraqê yê demê, bi gotina “rûyê spî yê mirovahiyê” Gerîlayên Azadiya Kurdistanê pîroz kir.

Bi kurtasî êrîşên dagirkerî û îlhaqê û xiyanet jî li holê ye, rastiya gerîla ya ku li dijî van hemûyan bi sedan şehîd dan û bi lehengî li ber xwe dan jî li holê ye. Hem jî ev berxwedan, cureyekî berxwedanek welê ye ku gelek nifşên mirovan şahidî ji berxwedaneke wiha re nekirine. Yên ku dixwazin bizanin ka ev berxwedan çawa çêbûye, bila berxwedan û jiyana Fermandar Alan Malazgir û Dr. Sara Tolhildan ên ku herî dawî hatine îlankirin, lêkolîn bikin û eger hinekî bixwazin bibin însan divê demê xwe ji bo vê yekê veqetînin.

Alan Malazgir û Dr. Sara Tolhildan, ji destpêkê ve di nava berxwedana li dijî van êrîşên dagirkeriyê de cih girtine û 8 salan li ser xeta lehengiyê jiyan kirine û têkoşiyane. Sê salên dawiyê yên vê berxwedanê jî, bi rengê berxwedana tunelan dewam kiriye. Qasî sê salan hêzên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi piştevaniya NATO û PDK’ê, tunelên navborî dorpêç kir û bombeyên taktîk nukleer û kîmyewî jî di nav de bi her cure çekê êrîş kiriye; lê belê nekarîne îradeya Alan û Sara bişikînin û nekarîne şer jî bisekinin. Sara û Alan qasî sê salan di nava şert û mercên herî zehmet de bi lehengî jiyan kirin û şer kirin, derbeyên giran li dijmin xistin û bi çalakiya fedayî jî şehîd bûn. Divê mirov vê têkoşîn û jiyana ku lûtkeya pîrozahiya mirovahiyê de ye, rast fêm bike û xwedî lê derkeve. Em car din bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînin.