Abdullah Ocalan: Em ketin serdema krîza ekolojîk

Divê rêxistinî û çalakvaniya xwe ji kolanên teng ên bajar derbasî nava tevahiya civakê, nexasim jî nava civaka gund û cotkariyê bike. Ekolojî bi awayekî bingehîn rêberê çalakiyê yê jinan, civaka gund û cotkariyê, tevahiya koçer û bêkaran e.

Yek ji pirsgirêkên bingehîn ku sîstema şaristaniyê rê lê vekir, tewazuna nazik a di têkiliyên civak û hawîrdorê de ye. Sîstema şaristaniyê ev têkilî xira kiriye. Xwezaya civakî di qonaxa dirêj a jiyan û pêşketina xwe de timî bi tewazuna nazik a ahenga bi hawîrdorê re girêdayî ma. Pêdiviyeke pêşketina xwezayî ye ku di pêşketina xweber de divê jirêderketinên ku tewazunê ji binî ve biguherin, pêk neyên. Bi awayekî bingehîn sîstem hevdu xira nakin, hevdu xwedî dikin û pêş dikevin. Dema ku jirêderketin pêk bê, divê mentiqê sîsteman ji wan bibihurin. Di vê çarçoveyê de şaristanî di sîstema xwezaya civakî de weke jirêderketinekê derdikeve pêşiya me. Herçiqasî em jê re dibêjin sîstema şaristaniyê jî ev gotin bi tenê nirxekî xwe yê propagandîf heye. Ji bo di şûna sîstema rastî ya xwezaya civakî de were bicihkirin li hev hatiye çêkirin. Ji wan kesan re ku sîstem in, barbar, koçer û komên marjînal hatiye gotin, şebekeyên bi kurtêlxurî, bi nirxên civakî xwe xwedî dikin jî hêjayî binavkirina ‘sîstema şaristaniyê’ hatine dîtin. Ji kîjan alî ve mirov lê binêre bila lê binêre, şer, talan, hilweşandin, qirkirin, yekdestdarî, xûkî û bacgirtin nîşaneyên pêşketina şaristaniyê ne, û heq dikin ku weke barbartiya rastî werin binavkirin. Misêwa hilweşandina gund û bajaran, kuştina bi mîlyonan mirovî, xistina pirraniya civakê bin nîrê sîstema mêtinkariyê pêdiviyeke xwezayî ya sîstema xwezaya civakî nîne, bi tenê mirov dikare vê yekê weke rewşa jirêderketî destnîşan bike.

Dîroka şaristaniyê ya pênc hezar salî di heman demê de dîroka vê jirêderketin û mezinbûna wê ye. Felaketên ekolojîk herî zêde di vê serdema kapîtalîzmê ya tê îddîakirin şaristanî têde bi pêş ketiye pêk tên û ev jî bi awayekî neyê redkirin vê jirêderketinê piştrast dike. Xwezaya civakî di jiyana xwe ya nêzî sê mîlyon salî de ti carî rê li felaketên bi vî rengî venekir. Civak û sîstemên hawîrdorê hevdu xwedî dikirin. Di dîroka kin a şaristaniyê de krîzên ekolojîk ên derketin holê bi cewherê wê yê bi armanca karê re têkildar e. Ne bi tenê kara kapîtalîst, di tevahiya pêvajoyên şaristaniyan de komkirina zêde ya nirxan bi hilweşîna herdu xwezayan re pev re meşiyaye. Pîramît jî danehev û komkirinek e. Lê pirr hindik mirov dikare xeyal bike ku di berdêla çiqas hilweşînên civakî de pêk hatine. Danehev û komkirinên bêhejmar ên bi vî rengî timî barên zêde li hawîrdorê bar kirin. Hilweşîna civakê bi xwe re hilweşîna hawîrdor û jîngehê anî. Avahiyên kara bêsînor ên yekdestdariya modernîteya kapîtalîst hingî giraniyên ku civak û tewazuna wê ya bi hawîrdorê re nikaribin rakin komkirin, di encamê de em ketin serdema krîza ekolojîk. Di vê de rola stratejîk a îndustriyalîzmê diyarker bûye. Modernîzm û îndustriya xwe sipartî sotemeniya fosîlan di vê diyarkeriyê de bandora esasî ne. Herweha bikaranîna sotemeniyên fosîlan di otomobîlan de yekser nebe jî di qezayêntrafîkê de rê li ber felaketan vedike, ew jî dikare rê li ber hilweşînên zincîrwarî veke. Bi vî awayî felaketên hawîrdorê rê li felaketên civakî, ew jî dîsa vedigerin û rê li felaketên hawîrdorê vedikin, reaksiyoneke zincîrwarî çêdikin. Ji ber vê yekê şaş e ku ji serdema kapîtalîzmê re serdema rasyonalîzmê bê gotin. Çavê komkirin û danehevê kor e. Bi temamî danehev û komkirin, tevahiya dîrokê ne bi rasyonalîteya civak û hawîrdorê, berevajî bi korî tevgeriyaye û ev jî bi encamên xwe li naverastê ye. Belkî ji aliyê analîtîk ve rasyonel be, lê ji aliyê mejiyê hisî ve ku mejiyê bi tenê yê hawîrdorê ye, mejiyê analîtîk bi temamî korî ye û mejiyê xirakirinê ye, ev rastî têra xwe derketiye holê.

Di çarçoveya ravekirinên xwe yên berê de em dikarin bibêjin, bi sedema bajar û çîna navîn di navenda desthilatdariyê de cih girtin, pirrbûna şêniyan bi lez bû û bajarên mezinbûyî ew diyarde nînin ku hawîrdor karibe wan rake û xwe bide ber barê wan. Xwezaya civakê jî nikare xwe li van diyardeyan ragire. Ji ber ku bi pêvajoya komkirina sermayeyê ya dewlet û desthilatdariyê di zikhev de mezin dibin, ti tewazuna civak û hawîrdorê nikare van hecm û giraniyan rake. Krîza hawîrdorê û krîzên civakî dikevin zikhev û dewamî dibin, ev jî di herdu qadan de bi mezinbûna yekdestdariyê re têkildar e. Weke du sîstemên krîzê hevdu xwedî dikin. Di tespîtên zanistî de zanyar hemû hemfikir in ku ev rewşa li hev alandî pêncî salên din dewam bike hilweşîn ê bigihîje astekê ku êdî nikaribe dewam bike. Lê karektera kor û hilweşîner a yekdestdariyên sermaye û desthilatdariyê nikare vê yekê bibîne, bibihîse, ji ber ku ev li gorî cewherê wan wisa dibe.

Tevger û zanista hawîrdorê tevî ku dîroka wê nû ye, her ku diçe pêş dikeve. Çawa ku me di rastiya jinê de jî dît, der barê diyardeya hawîrdorê de jî zanist çiqasî pêş dikeve serwextbûn ewqasî, serwextbûn çiqasî pêş dikeve, tevger jî ewqasî pêş dikeve. Ji bo civaka sivîl qada tevgerê ya herî berfireh e. Her diçe zêdetir anarşîst û alîgirên sosyalîzma pêkhatî dikişîne nava xwe. Di pozîsyoneke welê de ye, herî zêde dijbertiya xwe ya sîstemê dide hiskirin. Ji ber ku tevahiya civakê eleqedar dike, wesfê tevlîbûnan rengekî jor çîn û jor-neteweyan girtiye. Li vir jî bi awayekî zêde mirov dikare şopên hegemoniya îdeolojîk a lîberalîst bibîne. Lîberalîzm weke di her mijara civakî de dike, di pirsgirêka ekolojîk de jî aliyê bi cewherê avabûna wê re têkildar ditepisîne, hewl dide teknolojiyê, sotemeniyên fosîl û civaka zêdexwer berpirsyar nîşan bide. Lê ya rastî, ev aliyên behsa wan tê kirin berhemên sîstema (bê sîstemtiya) modernîteya wê ne. Ji lewra tevgera ekolojîk jî weke tevgera femînîst ji aliyê îdeolojîk ve hewcedariya xwe bi zelalbûna îdeolojîk heye.

Divê rêxistinî û çalakvaniya xwe ji kolanên teng ên bajar derbasî nava tevahiya civakê, nexasim jî nava civaka gund û cotkariyê bike. Ekolojî bi awayekî bingehîn rêberê çalakiyê yê jinan, civaka gund û cotkariyê, tevahiya koçer û bêkaran e.

Ev rastiyên bingehê modernîteya demokratîk jî pêk tînin, di xebatên jinûveavakirinê de bi awayekî eşkere nîşan didin ku ekolojî wê bi roleke çiqasî girîng rabe.

 

Ji pirtûka bi navê Sosyolojiya Azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye girtin