Abdullah Ocalan: Çarêkek sedsalê di girtîgehê de ye

Dema em lêpirsîn dikin ku çima dewleteke mîna Tirkiyeyê tecrîdeke wiha nemerdane pêk tîne, dibe sedem ku weke Emerîkiyên Latîn ji bo dîtina bersivê em li dîroka xwe binêrin.

Ev 15 Sibat salvegera 25’emîn a vê yekê ye ku lîderê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan ji Kenyayê revandin, anîn Tirkiyeyê û li Îmraliyê ku giraveke biçûk li Behra Marmarayê ye, were girtin. Di 4’ê Nîsanê de dikeve 75 saliya xwe.

Ocalan qasî 10 salan di bin kontrola leşkerên Tirk de tekane girtî bû ku li girtîgeha ewlekariya bilind a Îmraliyê dihat ragirtin. Mîna ku Ocalan di biyografiya xwe ya “Wê azadî bi ser bikeve” ya sala 2021’an hatî weşandin de diyar kirî: “Girava Îmraliyê bi vî rengî bû pêşengê navenda binçavkirinê ya Gûantanamo ya bi şohreta xirab.”

Ocalan di deh salên destpêkê yên vê sedsalê de li ser zanista dîrok, felsefe û civakê metîn û pirtûkên ku di siyaseta Kurd de şoreş afirand, nivîsandin û danasîna ‘konfederalîzma demokratîk’ ku sîstemeke siyasî ya ji dervey dewletê ye, kir.

Ji Tîrmeha 2011’an ve destûr nehat dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Piştî greva birçîbûnê ya ji bo bidawîkirina tecrîdê, heta Gulana 2019’an car din destûr nehat dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

Di navbera Çileya 2013’an û Nîsana 2015’an de di navbera Ocalan, PKK û dewleta Tirk de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û ji bo çareseriya şerê ku demek dirêj dewam dikir, hevdîtin hatin kirin. Lê di sala 2015’an de ev hevdîtin qût bûn, dewleta Tirkiye li dijî gelê Kurd pêleke tundiyê ya nû da destpêkirin û car din bi temamî têkîliya Ocalan a bi cîhanê re qut kir.

Tevgera Kurd ku lîderê wan di bin tecrîdê de ye, bi pêşengiya parlamentera HDP’ê Leyla Guven ku 8’ê Mijdara 2018’an mafê destnedana parlamenteriyê û biryara dadgehê hat binpêkirin û hat girtin, dest bi greva birçîbûnê kir. Guven bi daxwaza bi dawî bûna girtîbûna Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir. Nêzî 250 girtiyên siyasî tevlî Guven bûn. Ji xeynî girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê, siyasetmedar, akademîsyen û aktîvîst ên li Ewropa, Îngilistan, Emerîka û Rojhilata Navîn jî di nav de li çar aliyên cîhanê nêzî 8.000 hezar kes bi şêwazên cuda tevlî greva birçîbûnê bûn.

Dema mirov li asta girseyî ya greva birçîbûnê dinêre, piştî Îlona 2016’an destûr hat dayîn ku cara ewilî di Çileya 2019’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtinekî kurt bike û di meha Gulanê ya heman salê de destûr hat dayîn ku parêzer serdana Ocalan bikin. Di 22’yê Gulana 2019’an de Ocalan bang kir ku greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hatî destpêkirin, bi dawî bibe û ev daxuyaniya wî hat ragihandina raya giştî.

Dema em lêpirsîn dikin ku çima dewleteke mîna Tirkiyeyê tecrîdeke wiha nemerdane pêk tîne, ev lêpirsîn dibe sedem ku weke Emerîkiyên Latîn ji bo dîtina bersivê em li dîroka xwe binêrin.

Dîrok li bîra me dixe ku ji pêşengên serhildanên herî mezin ên dij bi mêtingeriyê Tûpac Amarû û Tûpac Katarî ji aliyê Spaniyan ve bedena wan hate parçekirin. Armanc ne tenê cezakirina serhildêrên sala 1780’an bû, di heman demê cezakirina hemû gelên And bû.

Tupac Katarî di 14’ê Mijdara 1871’an li warê xwe Penasê bi amadebûna gelek xwecihiyan li çar hespan hat girêdan û bi parçekirinê re hat qetilkirin. Weke ceza serê wî li meydana sereke ya La Paz hat danîn, destê wî yê rastê ji Ayo Ayo û Sîca Sîcayê, destê wî yê çepê ji Achacachiyê, lingê wî yê rastê ji Chulumaniyê û lingê wî yê çepê ji Caquiaviriyê re hate şandin. Termê Tupac Katarî şewitandin û veguherandin xweliyê, ji bo ‘şopek nemîne û xwecihiyên li herêmê êdî li hemberî zaliman serî hilnede’ ber bayê hat firandin.

Ez di wê baweriyê de me ku dîlgirtin û tecrîda li ser Ocalan jî xwedî heman armancê ye. Ev yek ji bo çavtirsandina gelê Kurd û pêşîgirtina li peymaneke aştiyê ye. Weke ku di biyografiya wî ya kurt de jî hatiye diyarkirin, “Berdewama ragirtina Abdullah Ocalan, tê wê  wateyê ku Rojhilata Navîn di nava demên tarîtiyê de bixeniqe, serbestberdana wî jî bûye sembola azadiyê.”

Bêrehmiya zaliman piranî bingeha xwe ji tirsa wan a ji kesên li dijî wan bi rûmet li ber xwe didin, pêk tê. Ji mirovên ku nûnertiya wan dikin û ji biryardariya têkoşîna wan a azadiyê ya kolektîf ditirsin. Lê ya herî girîng, ew bawerî nadin jinên ku ji çîna jêr hatiye, ji ber ku hilgirên sereke yên bîr û hêviya kolektîf in. Di vê nuqteya ku di nivîsên Ocalan de bi berfirehî tê behskirin de, jin li her devera cîhanê li dijî mêrserweriyê rabûne û divê em ji bîr nekin ku nerazîbûnên tund ên li dijî vê hatine nîşandan, çavkaniya xwe ji şoka pêvajoyên azadîbûnê digire.

Ocalan ji tecrîda li girtîgeha Îmraliyê û vir ve, xwe ji fikrên hişk rizgar kir (mebest Marksîzm-Lenînîzm) ku di salên 1990'î de ji xwe re kiribû esas û bi vî rengî bû yek ji fîgurên herî entelektûel û siyasî yê cîhanê. Ocalan bi dehan pirtûkan, rexnedayînek kûr a derbarê ramanên hişk da û fikrên nû ku konfederalîzma demokratîk jî di nava xwe de dihewîne derxist holê. Rexneyê wî ya li hemberî pergala serdestiya mêr, em dikarin bêjin fikra femînîst a ku ji aliyê jinên Kurd ve di nava tevgerê de hatiye pêşxistin Jineolojî bû.

Mîna ku di biyografiya Ocalan de tê nîşandan, girtîbûna wî û têkoşîna bi biryar a gelê Kurd bû alîkar ku felsefeya tevgereke ku bîst û pênc sal berê kêm dihat zanîn belav bibe û tevî Zapatîzmê di roja îro de hêviya herî mezin a gelên cîhanê temsîl dike. Ev hêviyeke cudaye, naşibe têkoşîna bindestan û şoreşgerên li dijî kapîtalîzmê bi awayekî sîmetrik şer dikin. Mîna di vê gotina di biyografiya kurt a bi navê “Azadî wê ser bikeve” de hatî destnîşankirin: “Girtîbûnên di destê hin hêzên dagirker de weke çavkaniya hêrsê nedîtin, berevajî ev yek ji bo vê yekê bi kar anîn da ku nîşan bidin tekane rêya derketina ji çirava heyî piştevanî û azadiya jin û gelan e; azadiya yek ji wan di heman demê de azadiya yên jin jî ye.”

Çavkanî:  Desinformemonos

Raûl Zîbechî kî ye?

Raûl Zîbechî di sala 1952’yan de li Ûrûgûayê hatiye dinê. Weke rojnamevan, şirovekar û nivîskar di beşa navneteweyî ya rojnameya heftane Brechayê de berpirs e. Derbarê tevgerên civakî de gelek pirtûk nivîsandine. Di sala 2022’yan de pirtûka wî ya bi navê ‘Mundos otros y pueblos en movimiento’ (Wargehên Tevdigerin) hate çapkirin. Di navbera salên 1969 û 1973’yan de aktîvîstiya koma Frente Estûdîantîl Revolûcîonarîo’yê (FER) kiriye ku ev koma xwendekaran girêdayî Tevgera Rizgariya Neteweyî ya Tûpamarosê ye. Di sala 1973’yan de ku serdema dîktatoriya leşkerî wê salê destpê dike û heya sala 1975’an li dijî rejîmê weke aktîvîstekî li ber xwe dide. Di sala 1976’an de derbasî Bûenos Aîres (Arjantîn) dibe û piştî derbeya leşkerî ya vî welatî diçe sirgûnê. Di sala 1976’an de derbasî bajarê Madrîd ê Spanyayê dibe û nêzîkî deh salan li wir li gel Tevgera Komunîst li ser mijarên weke xwendin û nivîsandina gundiyan û tevgera antîmîlîtarîst a li dijî NATO’yê kar dike. Dema ku vedigere Ûrûgûayê, di Rojnameya Brechayê weşanên heftane dike û dibe edîtorê Internacîonalesê. Her wiha di navbera salên 1994 û 1995’an de ji bo Kovara Tîerra Amîgayê jî kar dike. Ji sala 1986’an û heya niha weke rojnamevan û lêkolînerê mîlîtan, bi taybetî herêma Andê, çûye hemû welatên Emerîkaya Latîn. Raûl Zîbechî yê gelek tevgerên li herêmê nas dike, di wezîfeya perwerdeya gundiyên Paragûayî, Bolîvyayî, Perûyî, Mapûcheyî û civakên herêmî yên Kolombiyayî û tevgerên bajarî yên Arjantînî de cih digire. Hemû xebatên wî yên teorîk derbarê fêmkirin û parastina pêvajoyên rêxistinbûna van tevgeran de ne.