Şerê dewleta Tirk ê li dijî gorên Kurdan: Gelo mirovek pênc caran dikare bê kuştin?

Dewleta Tirk ne tenê li dijî Kurdên sax, her wiha li hemberî miriyan jî şerekî giran dimeşîne. Raporeke ku li Londonê hate amadekirin, şerê dewleta Tirk ê li hemberî gorên Kurdan raxist pêş çavan.

"Gelo mirovek pênc caran dikare bê kuştin? Huseyîn Doner dema ku li Kobanê jiyana xwe ji dest da, malbata wî gelekî pê êşiya. Dema ku Goristana Garzanê hate xerakirin cara duyemîn hate kuştin. Gava ku cenazeyê wî hate derxistin û revandin, cara sêyemîn hate kuştin. Cara çaremîn jî dema ku li kêleka rêya li Kîlyosê hate veşartin, cara pêncemîn jî dema ku birin Hîzanê û li wir hate veşartin, hate kuştin."

Ev gotin ê jinxweha Huseyîn Doner Gulperî Doner e. Di rapora Saziya Çavdêriyê ya Edaletê ya Mezopotamyayê (Mesopotamia Observatory of Justice) de cih girt ku ji aliyê Dr. Dennis Arbet Nejbîr ve hate amadekirin. Huseyîn Doner sala 2014'an di şerê dijî DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest da.

ÊRIŞÊN BI RÊK Û PÊK ÊN SALA 2015'AN DESTPÊ KIRIN

Goristana Garzanê li gundê Oleka Jor e. Zêdeyî 270 cenazeyên li goristanê di Kanûna 2017'an de bêyî agahî ji malbatên wan re bê dayin hatin derxistin û piştre li Kîlyosê ku bi 1500 kîlometreyî dûr e di nava qutiyên plastîk de li kêleka rê hatibûn veşartin.

Dr. Nejbîr ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku êrişa li dijî goristanê konsepteke dewletê ye û got, "Sala 2015'an bi qedexeya derketina derve re dewleta Tirk li dijî goristanan dest bi şerekî bi rêk û pêk kir. Dema ku mirov şerê qirkirinê yê dewleta Tirk dinirxîne, dibîne ku ev rewş ji ya beriya niha gelekî cudatir e. Di salên 1990'î de jî êrişa li dijî cenazeyan hebû, lê belê êriş li goristanê qet nedihate kirin. Ev rewş weke rêbazeke nû ya 'şerê modern' ê rejîma Erdogan e ku li dijî mirovahiyê sûcê şer dike."

DI 122 ÊRIŞAN DE ZÊDEY'I 1600 GOR BI TEMAMÎ HATIN XERAKIRIN

Di raporê de ji bo şerê ku dewletar Tirk li 11 bajaran li dijî gor û goristanên Kurdan hatin kirin, wiha hate pênasekiri, "Yek ji rêbazeke zextê ya modern e ku polîtîkaya tunekirinê ya dewleta Tirk a li dijî Kurdan xurt dike."

Di raporê de hate ragihandin ku hejmara gorên hatin xerakirin an jî xisar lê bûn bi zelalî dane nehatine bidestxistin û hate gotin, "Li gorî daneyên hatin bidestxistin jî ev êriş bi rêk û pêk hatine kirin."

Li gorî raporê hêzên Tirk di navbera 17'ê Îlona 2015'an û 4'ê Nîsana 2020'î de 122 caran êrişî gorên Kurdan kiriye û ev agahî hatin dayin:

"Di encama vî şerê li dijî gor û goristanan de ku hîn jî dewam dike, herî kêm 1.644 gor bi temamî hatin xerakirin û zerar li 2.926 goran hate kirin."

18 GORISTAN BI TEMAMÎ HATIN XERAKIRIN

Di raporê de hate ragihandin ku di heman pêvajoyê de li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê 18 goristanên ku gorên PKK'iyan jî lê bûn bi bombardûmana hewayî yan jî bi teqemeniyan bi temamî hatin xerakirin.

Dr. Nejbîr got, "Salên 2015-2016'an di dema qedexeya derketina derve de li dijî mirovahiyê sûc hate kirin, Kurd bi rengekî kolektîf hatin cezakirin. Şerê ku di salên 1990'î de li gundan hate kirin êdî derbasî bajaran bû û xisareke mezin afirand."

BAJAR BI BAJAR GORÊN HATIN XERAKIRIN

Di raporê de işaret bi şerê bi rêk û pêk ê li ser goran hate kirin û têkildarî bajaran ev agahî hatin parvekirin:

- Li Şirnexê 900 gor bi temamî hatin hilweşandin û xisar li 1.475 goran hate kirin,

- Li Amedê 143 gor bi temamî hatin xerakirin û zerar li 340 goran hate kirin,

- Li Êilhê 200 gor bi temamî hatin xerakirin, zerar li 369 goran hate kirin,

- Li Dersimê 150 gor bi temamî hatin xerakirin, zerar li 3 goran hate kirin,

- Li Wanê 41 gor bi temamî hatin xerakirin, zerar li 69 goran hate kirin,

- Li Sêrtê 200 gor hatin xerakirin,

- Li Mêrdînê 232 gor hatin xerakirin,

- Li Pirsûs / Riha'yê 9 gor bi temamî hatin xerakirin, zerar li 3 goran hate kirin,

- Li Bedlîsê 267 gor bi temamî hatin xerakirin,

- Li Colemêrgê 54 gor bi temamî hatin xerakirin,

- Li Mûşê 27 gor bi temamî hatin xerakirin, zerar li 8 goran hate kirin,

- Li Çewlikê 80 gor hatin xerakirin.

Her wiha hate ragihandin ku di bombardûmana li ser hin goristanên li Agirî, Mêrdîn û Qersê de hejmara gorên zerar li wan bû nehat zelalkirin. Hate gotin, bîlançoya şerê li dijî van goristanan dibe ku hîn girantir be.

LI CÎHANÊ ÊRIŞEK DI VÊ ASTÊ DE NEHATIYE KIRIN

Nejbîr anî ziman ku ji sala 2015'an û pê ve ji bilî bajarên Kurdan her wiha li bajarên mîna Enqere û Îzmîrê jî êriş li dijî gorên gerîla hatin kirin û destnîşan kir ku êrişa li dijî goristanan hem li gorî hiqûqa mirovî hem jî li gorî hiqûqa şer sûc e.

Di raporê de hate bibîrxistin ku ji 23 pêşnûme pirsên HDP'ê yên di salên 2019 û 2020'î de hatin pêşkêşkirin re ti bersiv nehate dayin û hate gotin, êriş konsepteke dewletê ye.

Nejbîr êrişên li ser goristanan ên li Rûanda, Bosna, Îsraîl û Srî Lankayê bi bîr xist û got, "Di lîteratura cîhanê êrişeke ewqasî demdirêj a li dijî goristanan, êrişeke ewqasî bi rêk û pêk û rêxistinî nehatiye kirin."

ÊRIŞA LI DIJÎ PÎROZIYAN TÊ ÇI WATEYÊ?

Li qada navneteweyî li hemberî van êrişan nerazîbûn nehate nîşandan. Xerakirina gor û goristanê di ferhengê de weke zerara li pîrozhiyê tê pênasekirin. Hin civaknas jî weke êrişa li dijî şexs, hinek jî weke sûcê nefretê pênase dike. Di Îlona 2015'an de li bajarê Şîraz ê Îranê dema ku goristaneke Bahaî hate xerakirin, Raportorê Taybet ê ji bo Azadiya Bawerî û Ol ê Neteweyên Yekbûyî Heîner Bîelefeldt nerazîbûn nîşan dabû û gotibû, "Êrişên li dijî goristanan nayê qebûlkirin û bi zanebûn binpêkirina azadiya ol an jî baweriyan e."

Di 'Ferhenga Ansîklopedîk a Şerê Cîhanê yê Duyemîn' de antropologê Fransî Nahoum Grappe xerakirina goristanê wiha pênase dike: "Sûcê bêhurmetiya li pîroziyê, bi biçûkxistinê re ji bo înkarkirina mirovahiyê yan jî bêkesayetîkirina qurbaniyan e. Di tundiya bêsedem a êrişkar de nêta ji bo gemarîkirina pîroziyê heye."

DIXWAZIN BÎRA BERXWEDANÊ TUNE BIKIN

Di dewama raporê de hate gotin, "Dewleta Tirk bi vî sûcî re dixwaze şopa berxwedana PKK'ê ya li dijî polîtîkaya dewleta Tirk a li dijî Kurdan tune bike, bi vî rengî nehêle ku ev berxwedana kolektîf veguhere bîrekê."

Dr. Nejbîr got, "Armanca bingehîn a êrişa li dijî goristanan hewldanek ji bo tunekirina bîra berxwedanê ya Kurdan e" û destnîşan kir ku wan ev rapor ji bo arşîvkirin û qeydkirina sûcên şer ên dewleta Tirk amade kirine. Dr. Nejbîr ragihand ku eger li dijî Tirkiyeyê li dadgehên navneteweyî dozek bê destpêkirin ev dane wê bibin delîl. Lê belê armanc ne tenê ev e. Nejbîr got, "Ji bo Neteweyên Yekbûyî bikeve nava liv û tevgerê me ev rapor pêşkêş kir. Em vê raporê ji raportorên pêwendîdar re jî dişînin."

Nejbîr herî dawî ragihand ku êrişên li dijî goristanan wan xistin rojeva Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û li Tirkiyeyê jî derdora 40-45 doz hatine destpêkirin.