ÇAND Û HUNER
Komîteya Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) hunermenda şoreşger Mizgîn (Gûrbet Aydin) di salvegera 33'an a şehadeta wê de bi bîr anî.
Komîna Dokumanteran a Şehîd Gulîstan TARA ava bû. Hate ragiahndin ku rêze-dokûmantereke ji 90 beşî ya bi navê 'VEJÎNA KURD' a li ser dîroka PKK'ê wê di demeke nêz de bê weşandin.
Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê derbarê şehadeta Bavê Teyar de daxuyanî da û diyar kir ku Bavê Teyar di dilê gel de cihê xwe girtiye û ew welatparêz, hunermendekî wêrek û berxwedêrekî mezin bû.
Endamê Komîteya TEV-ÇAND’ê Argeş Delîla destnîşan kir ku çiqasê êrîşên dewleta Tirk zêde dibin, divê hunermend jî hîn zêdetir berxwedanê mezin bikin û xwedî li çand û hunera Kurdî derbikevin.
Ji bo Festîvala Çanda Kurd a Ewropayê ku di 21'ê Îlonê de wê li Frankfûrtê bê lidarxistin, amadekarî qediyan. Komîteya amadekar bang kir ku li dijî tecrîd, qirkirin û polîtîkayên dagirkeriyê bi xurtî tevlî festîvalê bibin.