Yilmaz Guney li ser gora xwe hate bibîranîn

Kurdistanî û dostên wan di salvegera 36’emîn a wefata wî de hunermendê şoreşger Yilmaz Guney bi bîr anî.

Di salvegera 36’emîn a wefata hunermendê şoreşger Yilmaz Guney de li, Guney li ser gora xwe ya li Goristana Pere Lachaîse ya li Parîsa Fransayê hate bibîranîn.

Di bibîranînê de li ser navê ACTÎT, ADHK, ATIK PARÎS, BÎR-KAR, PDD, Partîzan, CDK-F û ODAK’ê daxuyaniyeke hevpar hate dayin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Di vê pêvajoyê de şerê emperyalîst û kapîtalîst derketiye holê, ev hêz hunerê ji bo berjewendiya xwe bi kar tîne. Em ê li dijî vê pergala kapîtalîst û emperyalîst di warê hunerê de jî bi têkoşîneke şoreşger şer bikin” û yek ji pêşengê têkoşîn û şer Yilmaz Guney hate bibîranîn.

Di bibîranînê de soz hate dayin ku wê têkoşîna wî geş bikin.