Yenî Sahne li Êlihê valahiya şanoyê dadigire

Yek ji damezirînerê şanoya Yenî Sahne ya li Êlihê Erdal Kaya got, ''Pêşî dema ku Kurdî tê gotin ziman weke bendekê tê dîtin. Têgihiştineke wiha hebû li Êlihê, Wan û Amedê lê me ev şikand.''

Piştî ku qeyûmê dagirker Sînameya Yilmaz Guney a Şaredariya Êlihê hilweşand komeke ji hevalan pêk hatî li Êlihê Yenî Sahne ava kirin. Sahne 2018'an hate avakirin. Di nav wan de tenê Erdal Kaya xwedî perwerdehî, rabirduya şanoyê ye, piraniya lîstikvanÊn din mamoste, parêzer, xebatkarên tendiristiyê ne. Piraniya lîstikên li Sahneyê Kurdî ne. Hin lîstikên ku bi zimanên din jî li Kurdî wergerandine. Rwşa koma wan a borî ne baş e û ti hêviyeke we ya aborî ji dikê nîne, li dijî helandina Kurdî hewl didin.

Erdal Kaya ku karê wî yê sereke mamostetiya Wêjeyê ye, li zanîngehê perwerdehiya şanoyê standiye. Kaya têkilî Yenî Sahne got beriya bi 2 salan li gel hevalên xwe yên parêzer, mamoste, xebatkarên tendiristiyê ava kirine, Yenî Sahne niha ji 150 kesî pêk tê, bi derfetên xwe lîstikên xwe li wir nîşan didin û ew lîstikên xwe bi Kurdî û Tirkî dilîzin.

Kaya got, ''Yenî Sahne valahiyê dadigire. Dema ku me vekirî lîstika me nebû, ji Amed, Stenbol û Wanê komên şanoyê hatin û vê jî bandor kir. Hewcehiya Êlihiyan bi vê hebû. ''

FIKRA BENDA ZIMÊN A DI ŞANOYÊ DE KURDAN ŞIKAND

Kaya got, ''Lîstikên me ew fikra, 'ez bi Kurdî li lîstikê binerim jî tiştekî fêhn nakim' rakir'' û got terisîna Kurdî ya li şanyê bersiveke li dijî asîmîlasyonê. Kaya got, ''Mirovên ku digotin ez nizanim bi Kurdî biaxivim jî piştre malbatên xwe bi xwe re anîn. Di rastiya xwe de şanoya Kurdî ji mêj ve di jiyana Kurdan de heye. Şanoya Bajêr a Amedê ji mêj ve heye. Li Stenbol, Wanê heye û van demÊn dadwî bandora medyaa sosyal çêbû û Êlih di qada şanoyê de êdî ne dûrî Stenbolê ye. Ên ku bi Kurdî şanoyê dikin kêm in û hevdestekkirna van dike ku ev xwe bigihîne gelek mirovan. Lê pêşî dema ku Kurdî tê gotin ziman weke bendeke cidî tê dîtin. Fikreke wiha hebû lê li Êlihê me ev şikand, li Wanê me şikand.''

MUXALEFETA LI YA HEYÎ ŞANO BIXWE YE

Kaya bi berdewamî got li devereke wiha ku polîtîkayên Tirkiyê lê serdest in ne pêkan e ku ew bikaribin xwe ji polîtÎkayê dûr bigirin û got, ''Tu çi qasî bibêjî ez serê xwe ji tiştekî naêşînim, dema ku te şano kir û ev bi zimanê xwe kir tu nikarî ji muxalîfbûnê dûr bistekinî. Jixwe ev di sîsika şanoyê de hey. Muxalefeta li ya heyî şano bixwe ye.''

SEDEMA ŞANOGERIYA ME ASÎMÎLASYON E

Kaya her wiha got,'''Me asîmîlasyon kire hedef. Sedema herî sereke ya şanogeriya me ev e. Apê min li min geriya û got zarokên wan bêyî agahiya wan li ser înternetê li vîdeoyan nerîne. Piştî ku li lîstikên me nerîne ev wiha bû.''

Kaya got bi Şildim Bildimê di vê pêvajoya pandemiyê de hewl dane ku valahiya heyî dagirin, got wan heta niha 12 beş çêkirine, Îlonê dîsa ew ê dest pê bikin, diya wî bixwe jî meraq dike bê ka beşê nû wê kengî be.