Yelda Abbasî hate berdan

Hunermenda Kurd Yelda Abbasî ku doh li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê hatibû destgîrkirin, hate berdan.

Hunermenda Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Yelda Abbasî ji bo tevlî pîrozbahiya salvegera 27'an damezrandina Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) bibe, doh hatibû Tirkiyeyê, lê li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê hatibû destgîrkirin.

Yelda Abbasî piştî ku li balafirgehê hat binçavkirin sewqî Dadgeha Bakirkoyê kirin. Hat diyar kirin ku Abbasî, di çarçoveya lêpirsîneke li Wanê lê hatibû vekirin, bi sûcdariya 'propaganda rêxistinê' îfadeya wê hate girtin.

Abbasî piştî ku li dozgeriyê îfadeya wê hat girtin serbest hate berdan.