Yekîneyên Tolhildanê li Semsûr, Çorûm û Kocaeliyê çalakî li dar xistin

Yekîneyên Tolhildanê li Semsûr, Çorûm û Kocaeliyê li dijî faşîstên alîgirên AKP û MHP’ê çalakî li dar xistin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Arjen Pêşeng derbarê çalakiyên li Semsûr, Çorûm û Kocaeliyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Endamên Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Arjen Pêşeng a YPS-JIN’ê li ser bîranîna heval Arjîn Pêşeng a ku di berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê de hêza pêşeng a jinê derxistibû holê û piştî şerekî bi qehremanî şehîd bûbû, di çarçoveya ‘Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtinger, sîxur û nokeran’ li Semsûr, Çorûm û Kocaeliyê çalakiyên xurt li dar xist.

SEMSÛR

Endamên yekîneya me di 30’ê Gulanê de li ser Rêya Kevn a Samsatê ya li Taxa Îmamaga ya Semsûrê li dijî Eywana Sporê ya Cûmhûriyetê ya ku çeteyên DAÎŞ’ê lê ne, çalakiyeke sabotajê li dar xist. Yekîneyên me ev demek e çeteyên DAÎŞ’ê dişopand û tespît kiribû ku ev çete bi destê AKP’ê li eywana sporê hatine bicihkirin. Yekîneya me li dijî vê derê çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di çalakiyê de hejmara çeteyên DAÎŞ’ê yên mirî û birîndar nehate tespîtkirin û beşeke mezin a eywana sporê jî hate îmhakirin.

ÇORÛM

Di 30’ê Gulanê de bi şev li sîteya Sanayiya Biçûk a Çorûmê li dijî bloka ku karxaneyê alîgirên AKPê çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de 5 karxaneyên alîgirên AKP’ê hate îmhakirin.

KOCAELÎ

Endamên yekîneya me di 27’ê Gulanê de li dijî mala endamekî Ocaxên Osmaniyan ê li navçeya Îzmîta Kocaeliyê çalakiyek li dar xist. Malbata vî kesî alîkariyê dide rejîma faşîst a AKP û MHP’ê û ew bi xwe jî endamê Ocaxên Osmaniyan e. Dema ku ev kes li malê bû endamên me çalakiyeke xurt a sabotajê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de nehate diyarkirin ev kesê faşîst mir an jî birîndar bû, mala wî jî hate rûxandin.”

‘EM Ê TOLA ÇAKAN BISTÎNIN’

Di dawiya daxuyaniyê de jî ev peyam hate dayin:

“Êrîşên faşîst ên li dijî çand, ziman û nasnameya Kurdan zêde dibe. Bariş Çakan ê ku ji ber li muzîka Kurdî guhdarî kiribû hatibû qetilkirin. Ev jî diyar dike ku li dijî gelê me feraseteke xurt a qirkirinê heye. Em jinên ku afirînerên civak û jiyanê ne, li dijî feraseta faşîst em ê li her derê li ber xwe bidin û em ê tola Bariş Çakan bistînin.”