Yekemîn Serokwezîra Awûstûralyayê Gîllard îstîfa kir
Yekemîn Serokwezîra Awûstûralyayê Gîllard îstîfa kir
Yekemîn Serokwezîra Awûstûralyayê Gîllard îstîfa kir
Di dengdana Partiya Karkeran a deshilatdar a Awûstûralyayê de, Serokwezîra berê Julîa Gîllard wenda kir û li ser vê Kevîn Rudd jinûve hat hilbijartin. Vê sibê Rudd bi awayekî fermî dest bi peywira xwe kir.
Rudd ku ji aliyê Waliyê Awûstûralyayê General Quentîn Bryce ve wek Serokwezîr hat wezîfedarkirin got: “Ez dê ya herî baş bikim.”
Divê Rudd Partiya Karkeran a ku serokê wê ye, ji bo hilbijartinên 14 Îlonê amade bike.
Ji kabîneya Gîllard ku di nava wan de saymanê hikûmetê jî heye, 6 wezîran îstîfa kirin.Gîllard da xuyakirin ku ewê dest ji polîtîkayê berde.
Rudd di navbera salên 2007-2010’an de Serowezîrtî kir. Bi serokatiya Rudd Parkatiya Karkeran, li welatekî bi deshilatdariya mûxafazakaran a 11 salan, bi serketibû û bûbû desthilatdar. Di 2010’an de Julîa Gîllard peywira Rudd dewr girtibû. Tiştên pêk hatiye wek darbeyeke di nava partiyê de tê nirxandin.