'Xwedî li siberoja xwe derkevin'

Nivîskar Kahir Bateyî diyar kir, ku ji ber Rewşa Awarte û krîza aboriyê heta niha gelek weşanxaneyên Kurdî hatine girtin û ji bo weşangeriya Kurdî banga xwedîderketinê kir.

Edîtorê Weşanxaneya Sîtavê nivîskar Kahir Bateyî da zanîn ku di nava du salên dawî de zextên dijwar li ser weşangeriya Kurdî hene û wiha axivî: “Di van du salên dawî de zextên dijwar hene. Li ti cihî em nikarin standên pirtûkên Kurdî vekin, dema em vedikin jî rastî êrîşan û komkirinê tên. Ji ber zextan em nikirina fûarê vekin, ev bandorek mezin li ser firoştina pirtûkan dike. Bi taybetî li bajarên Tirkiyeyê pirtûkfiroşên ku pirtûkan difiroşin ji ber êrîş û zextên dewletê pirtûkan paş de vedigerînin. Ev jî sedem tenê pirtûk bi Kurdî ne. Dîsa di bin kontrola polîsan de kesên faşîst êrîşî li ser pirtûkên Kurdî û weşangeriyên Kurdî dikin. Bi vê armancê dixwazin weşangeriya Kurdî bifetisînin. Li Kurdistanê jî ji ber êrîşên dewletê yên li ser zimanê Kurdî, firoşger newêrin pirtûkên Kurdî bifiroşin.”

Bateyî bilêv kir ku ji ber zext û kirîza aboriya ya li Tirkiyeyê her ku diçe weşangeriya Kurdî difetise û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê piştî Rewşa Awarte hate ragihandin û her ku çû krîza aboriyê kûr bû, weşanxaneyên Kurdan ji ber Rewşa Awarte û kirîza aboriyê gelek zerar dîtin û gelek weşanxane jî hatin girtin. Li Wanê jî firotina pirtûkan kêm bûye. Bi taybetî, piştî gur kirina şer ya ji aliyê AKP’ê ve, firotina pirtûkan sekinî û pirtûkên Kurdî têne qedexekirin. Weşaxaneya me Sîtav jî ji vê yekê gelek bandor bûye û li ber girtinê ye. Ji bo em weşangeriya xwe ya Kurdî li ser lingan bigrin, me di pirtûkan de kampnaya dane destpêkirin û em banga xwedî derketina weşangeriya Kurdî dikin.”

'BERHEMÊN KURDÎ BIPARÊZIN’

Bateyî anî ziman ku bi xwendinê divê mirov destpêkê xwe, piştre jî dijminê xwe baş binase û wiha dewam kir: "Em Kurdên ku welatê xwe diparêzin, beriya her tiştî divê em bixwînin, hîn bibin, xwedî li dîrok, çand, huner û zimanê xwe derkevin. Eger mirov bi taktîkên dijmin nizanibin, mirov nikarin têkoşîna şoreşê li dij bimeşînin. Ji bo vê yekê divê em xwedî li siberoja xwe derkevin û bi taybetî bikin ku zarokên me pirtûkên bi Kurdî bixwînin. Ji vî alî ve karekî serketî yê weşanxaneyên Kurd hene. Tevî pirtûkên zarokan, gelek berhemên bêhempa yên li ser lehengî, wêje, çand, huner û dîroka gelê Kurd hene. Pêwîste ev berhem bên xwendin û parastin."