Wênekar Eken: Ez ê li vir bimînim!

Wênekarê Kurd Omer Eken li Şanoya Bajarê Amedê pêşangeheke bi navê 'Wêneyên Demê' vekir û got, li gel zor û zehmetiyan jî wê berê xwe nede Ewropayê.

Li Amedê ku çalakiyên çand û hunerê timî lê tên lidarxistin, wêneyên wênekarê Kurd Omer Eken ji roja 9'ê Mijdarê ve tên nîşandan. Pêşangeha wêneyan li Şanoya Bajêr hatiye vekirin û wê heta 30'ê Mijdarê dewam bike. Wênekar Eken li ser karê xwe ji ANF'ê re axivî.

Eken diyar kir, wêneyên li pêşangehê tên nîşandan ew wêne ne ku wî di dema xwendekariya xwe û piştî wê xêz kirine û got, "Wêneyên ku di dema xwendekariya xwe de min çêkir bi giranî li ser xweza û mirovan e. Yên piştî akademiyê çêkir jî wêneyên bêhtir felsefîk in. Ez bi giranî li ser dijberên hev ên li nava diyalektîkê wêneyan xêz dikim. Hewl didim vê rastiya li nava dijberiyan û nakokiya di nava vê rastiyê de nîşan bidim."

Eken got, li Ofîs a Amedê atolyeyeke wî heye û wiha dewam kir: "Li atolyeyê dersê didim şagirtan. Hewl didim pêşî li wênekarên nû vekim. Nêta min nîne ku ji Amedê biçim. Ez ê ti carî li çûyîna rojavayê Tirkiyeyê ya jî li çûyîna Ewropayê nefikirim. Ez ê li vir bimînim. Gotina, 'civak me û karê me fêhm nake, lewma wateya xwe nîne ku li vir bimînim' gotineke hêsan e. Pêwîstiya gelê li vir bi helbestvan, wênekar, rojnamevan û şanogeran heye. Lewma bang li hemû dostên xwe yên hunermend dikim ku li vir bixebitin."

Eken da xuyakirin ku ew dixwaze dersên xwe bi Kurdî bide, lê belê piraniya şagirtên wî bi Kurdî nizanin û got, "Ev yek cihê xemgîniyê ye. Neçar dimînim ku li atolyeya xwe bi Tirkî dersê bidim. Lê dema bê em ê sinifa perwerdeya bi Kurdî vekin."

Wênekar Eken anî ziman ku ew li ser pirsgirêka Kurd wêneyekî mezin çêdike û got, "Ez wêneyekî mezin çêdikim ku qala 100 salên dawî yên pirsgirêka Kurd dike. Hemû malzemeyên teknîkî amade ne, tenê dokûmanan didim hev. Ez wê wêneyê nêzî 70-80 kesayetên girîng ên Kurd xêz bikim. Wê bibe wêneyekî welê ku mirov dikare jê re bêje profîla 100 salî ya pirsgirêka Kurd."

Di dawiya axaftina xwe de Eken bang li Amediyan kir ku tevlî pêşangehê bibin.