Wêjevana şoreşger: Warbîn Herekol
Hevala Warbîn her bihosteke ji axa Kurdistanê ji bo xwe kir welat. Her zinarek jî jê re bibû palek û pişta xwe dida wan. Li wan çiyayên bi heybet hênaseyên azadiyê dikişand hinavê xwe.
Hevala Warbîn her bihosteke ji axa Kurdistanê ji bo xwe kir welat. Her zinarek jî jê re bibû palek û pişta xwe dida wan. Li wan çiyayên bi heybet hênaseyên azadiyê dikişand hinavê xwe.
Hevaltiya rast a di nav Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê de çiyayan şîn dihêle, germahî û xweşikahiyê dide xwezayê, berf û baranê. Ji kaniyên xwe avê dide gerîlayên azadiyê. Hemû êş û zehmetiyan dide jibîrkirin.
Her çendî bi hev re bijîn, zehmetî û kêfxweşiyan parve bikin û her çiqasî ew pêvajoyên bi hev re kurt an dirêj bin, wexta zîlên xatirxwestinê lê didin ew kêlî dibin kêliyên herî bi êş û jan. Mîna tîran dilan parçe dike û bagerên qerisî li rûyan didin.
Gerîlaya azadiyê hevala Warbîn a ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûbû, tevî zêde neçûbû dibistanê jî nivîsên wê û têgihiştina wê ya di wêjeyê de ez ber bi xwe ve dikişandim.
Ev dide diyarkirin ku her kesa û kesê di nav refên PKK’ê de bijî û têkoşîn bike, di demeke kurt de dikare bi wêjevan û lêkolerên herî mezin re bikeve nav pêşbaziyê.
Sedema wê jî ew e ku gerîlayên azadiyê rastiyê dijîn û tişta hîs dikin dijîn. Ji bo xemilandina helbestên xwe li hevok û peyvên xemilandî nagerin. Ji ber xweşikiyê hîs dikin û dibînin li ser lênûsa xwe ya mutewazî hestên xwe diherikînin.
Hevala Warbîn her bihosteke ji axa Kurdistanê ji bo xwe kir welat. Her zinarek jî jêre bibû palek û pişta xwe dida wan. Li wan çiyayên bi heybet hênaseyên azadiyê dikişand hinavê xwe.
Reyhan û nêrgiz ji deştên Rojava û kolanên Şamê heya daristanên Başûr, lûtkeya çiyayê Gabar û Botanê çandin.
Hevrê, gerîla û şoreşgera wêjevan Warbîn Herekol (Meryem Selmo) bi salan li çiyayên azad ji bo parastina rûmeta gelê xwe têkoşîneke bêhempa meşand.
Hevala Warbîn di Adara 2016’an de di berxwedana bajaran a li Bakurê Kurdistanê de li warê leheng û qehremanên Apoyî Hezexê tevlî karwanê nemirên Kurdistanê bû.
Îro bi sedan şervan û gerîlayên jin ji bo hêvî û xeyalên Warbînan bînin cih di nav berxwedan û têkoşîneke ji tevahî jin û gelan re bûye îlham de ne. Em jî weke hevrêyên wan ên têkoşînê soz didin ala şehîdên xwe her tim li ba bikin û têkoşîna wan bi serketineke herî bilind tacîdar bikin.