Tirkiye hewl dide li Rojhilata Navîn sînorên xwe berfireh bike. Bi gotina ‘’Ez li hemberî PKK-Kurdan şer dikim’’ artêşa xwe li Iraq û Sûryeyê bi cih kir. Beşeke mezin a Başûrê Kurdistanê di bin dagirkeriya leşkerî de ye. Bi dehan navendên leşkerî ava kirine. Her wiha rêveberiya Iraqê nekarî navenda li Başîkayê ava kir, vala bike; berovajî wê Tiriyeyê xwe li wir jî bi cih kir.
Xebatên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê bes bi yên hatine diyarkirin re sînordar nînin. Li wir berê xwe daye Tirkmenan jî û wan di çarçoveya netewepestî û paşverûtiyê de perwerde û birêxistin dike. Tirkmenan jî ji bo planên xwe yên li ser Kerkûk û Iraqê bi kar tîne. Her wiha Başûrê Kurdistanê kiriye cihê bazara vekirî. Xebatên xwe yênli ser Suniyan jî didomîne. Gelekî destwerdana karên hundirîn ên İraqê jî dike.
Artêşa Tirk, ji bo ku gelê Kurd nebe xwedîyê statû û hezekê dest bi dagirkirina Sûriyeyê kir. DAÎŞ jî di nav de li gel gelek koman tîfaq çêkirin. Herêmên weke Efrîn û Serêkaniyê hatin dagirkirin û li hemberî gelê Kurd paqijiya etnîkî hate kirin. Her wiha li Idlîbê li gel hêzên ku li wir bicih kirin, ji bo ku El Nusra xwe weke dewletekê xwe birêxistin bike, ew parast. Li gel pêvajoya Astanayê li hemberî gelê Kurd eniyên şerî ava kirin. Rûsya û Îran gîro kirin, piştgirî da HTŞ’ê û dawiyê rê li ber hilweşîna Rejîma BAAS’ê vekir û habûna Îranê ya li Sûriyeyê bi dawî kir. Hebûna Rûsyayê ya li Sûriyeyê bi talûkeyê re rû bi rû ma û li herêmê dest û piyên wê hatin girêdan.
Dewleta Tirk piştî hilweşîna Rejîma BAAS’ê, li gel HTŞ’êli hev kir û li hemberî gelêKurd û Rêveberiya Xweser dest bi êrîşan kir. Herêmên weke Şehba, Til Rifat û Minbîcê dagir kirin. Lê belê êrîşên wê li Bendava Tişrînê hatin şikandin. Armanca van êrîşên ku bi mehan e berdewam dikin, jiholêrakirina Rêveberiya Xweser û çewisandin û belavkirina gelê Kurd bûn.
Tirkiye, hewl dide ku HTŞ hemû kontrola Sûriyeyê bi dest bixe. Rêveberiya HTŞ’ê ji nêz ve dişopîne. Di wezaretan de personelên xwe bi cih kirin. Avakirin û perwerdekirina artêşa Sûriyeyê digire ser milên xwe. Bi vê yekê hewl dide bandora xwe ya li ser herêmê zêde bike û serweriyeke demdirêj bi dest bixe.
Hewl dide ku li Sûriyeyê dewleteke navendî ya tundraw û xwe dispêre olperestiyê ava bibe. Li şûna makeqanûneke azadîxwaz û demokratîk, piştgirî da makeqanûneke ku xwe dispêre olperestiyê, paşverû, zextkar û yekperest. Da zanîn ku ew bi her awayî piştgiriyê dide hikûmeta demkî. Vê hikûmetê tevî hemû bendewarî û hişyariyan jî pekhateyên cuda û hêzên birêxistinkirî veder kiin û hikûmet di bin kontrola HTŞ’ê de ava kirin.
Tirkiye ji herêmên Sûriyeyê yên dagir kirine, navekişe. Hezeke ku di vê mijarê de zextêlê dike yan jî vê mijarê tîne rojevê tune ye. HTŞ di wê rewşê de ye ku nikare tiştekê bibêje. Ji bilî van yekan jî Tirkiye hewl die li Sûriyeyê baregehên leşkerî ava bike. Di van rojên dawîn de Îsraîlê êrîşên xwe yên hewayî yên li ser navenda Sûriyeyê zêde kirine. Tê gotin ku ev êrîş têkildarî hewldanên Tirkiyeyê yên avakirina baregehên nû ne. Îsraîl naxwaze li Sûriyeya cînara xwe dewleteke di bin kontrola HTŞ’ê de were avakirin. HTŞ’ê weke çeteyeke terorîst a xwe dispêre îdeolojiya olî,pênase dike. Bandorbûna HTŞ’ê li hemberî ewhiya xwe weke talûkeyekê dibîne.
Weke tê zanîn rêveberiya Erdogan li Rojhilata Navîn piştgirî da komên olperest û berê xwe da wan. Piştgirî da Hamasê. Ji ber vê yekê di navbera wê û Îsraîlê de rageşiyan rû dan. Hewldana wê ya têkildarî bandorbûna HTŞ’ê ya li ser Sûriyeyê kir ku Îsraîl zêdetir aciz bibe. Li ser van yekan Tirkiyeyê hewl da ku li hin balafirgehan baregehên leşkerî ava bike û Îsraîlê jî ev navend bombebaran kirin. Yanî bi awayekî eşkere li Tirkiyeyê xist.
Weke tê zanîn Îsraîlê da zanîn ku ew ê sînorên Rojhilata Navîn biguherîne. Hamas û Hîzbullah bê bandor kirin. Di rastiyê de hêza ku rejîma BAAS’ê rûxand jî Îsraîl bû. Hîzbullah û hêzên Îranê yên li Sûriyeyê bi awayekî birêkpêk hedef hatin girtin. Dema ku bandora van hêzan kêm bû, rejîma BAAS’ê nekarî pişta xwe bide tu hezan û hilweşiya. Îsraîlê ev yek kirin û a niha jî naxwaze Tirkiye were û van destkeftiyan desteser bike. Rojhilata Navîn di çarçoveya ewlehiya Sûriyeyê de ji nû ve tê dîzaynkirin. Ne ku Tirkiye vê rastiyê nizane. Lê belê hewl dide ji hebûna HTŞ’ê û valahiyên Sûriyeyê sûd werbigire û planên xwe yên berfirehbûnê pêk bîne.
Tirkiye bi zimanê xweşik li dora Îsraîlê ketiye. Hakan Fîdan got ‘Em naxwazin bi Îsraîlê re werin pêşberî hev.’ Lê belêÎsraîl di van mijaran de bi awayekî zelal û bi biryar tev digere. Dixwaze hemû binesaziya leşkerî ya Sûriyeyê ji holê rake û naxwaze artêşeke nû ya bihêz ava bibe. Di vê mijarê de pêşberî Tirkiyeyê ye.
Tirkiye, li Rojhilata Navîn serî li polîtîkayên berfirehbûnê dide. Erdogan di çarçoveya îdeolojîk de weke HTŞ’ê û Îxwanvanan e. Li hemberî dewletên cînar hêza xwe bi kartîne û leşkerên xwe bi cih dike. Lê belê hem sepandina polîtîkayên berfirehbûnê û hem jî pêşberînehatina tu hêzan ne pêkan e. Helbet Îsraîl ne weke Iraq û Sûriyeyê bê hêz e. Tevî vê yekê jî Tirkiye, naxwaze dev ji Sûriyeyê berde. Erdogan dê heya dawiyê şensê xwe bi kar bîne. Ji ber vê yekê rageşiyên li Sûriyeyê wê berdewam bikin.
Bi rastî jî Tirkiye, li herêmê bûye navenda paşverûtiyê. Divê ev rastî neyê paşguhkirin. Ji bo çewisandina tevgerên pêşvexwaz û demokratîk dixebite. Bi gurkirina neteweperestiyê piştgiriyê dide rejîm û tevgerên olperest. Bêdengmana wê ya li hemberî komkujiya li ser Elewiyan û di vê mijarê de piştgirîdayîna HTŞ’ê jî ji ber vê yekê ye.
Çavkanî: Rojnameya Ronahî