Ezîdîtî aştîxwazî ye
"Ez hêvîdar im Cejna Çarşemba Sor ji tevahî gelê Kurd û mirovahiyê re bibe bihara gelan û wê pêvajoya Rêber Apo ya şaristaniya demokratîk pêkan bike."
"Ez hêvîdar im Cejna Çarşemba Sor ji tevahî gelê Kurd û mirovahiyê re bibe bihara gelan û wê pêvajoya Rêber Apo ya şaristaniya demokratîk pêkan bike."
Îro Cejna Çarşemba Sor e û tê wateya roja ku di gerdûnê de teqîna mezin hatiye jiyîn û ji bo Kurdên Ezîdxanê jî dibe cejna biharê. Cejna biharê jî weke roja Newrozê ye yanî serê sala nû ye. Di vê cejnê de hêk tên kelandin û bi rengên cuda cuda têne xemilandin. Ez bi xwe Çarşemba Sor a Serê Nîsanê weke cejna çêbûna zindiyan dibînim û dibêjim ku ev cejn weke cejna hebûnê ye. Hêk jî tên wateya tuxmê dendikên hebûna mirovahiyê. Ji rengînkirina wan hêkan jî diyar dike ku her mirovek rengek e. Ez bi xwe ji rengê pîrozkirina vê cejnê coş û kelecan digirim. Ji ber di nava xwe de gelek wateyan dihewîne.
Jixwe cejna Çarşemba Sor, cejna me tevahî Kurda ne, lê mixabin ji ber dagirkeran em weke ji hevdu cuda kirine bûye sedem ku em parçe parçe bibin û ji hevdu biyanî bibin. Neyar û sîtemkaran her bi serê Kurdan lîstine, ew anîne dijberî hev û ji xwe re bi kar anîne. Tekez divê were zanîn ku Kurdên Ezîdî kok û çanda xwe ya resen parastine. Ji ber çand, ol û reseniya xwe parastine her dem bûne hedef û armanca hêzên cîhadîst û talangir. Gelê Kurd di serdema Îslamê de dikevin ber qefla Îslamiyan de û bi hezaran ji wan têne kuştin. Lê Kurdên resen û berxwedêr dikevin çiyayên asê û xwe xelas dikin. Kurdên di deştan de ji tirsan re xwe radestî hêzên êrîşkar dikin. Ola xwe diguherin û têne hilandin. Kurdên Ezîdî teslîm nebûne û xwe li çiyayan parastine.
Qet nayê jibîrvekirin ku gelê Kurdên Ezîdî, di 73’ê komkujiyan re derbas bûne. Di her komkujiyê de jî bi hezaran hatine kuştin û her kuştina wan helal hatiye dîtin. Weke nimûne sala 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê yên hov û tundrew bi rengekî dirinde êrîşî ser xelkên Ezîdî kirin û ew di komkujiyan re derbas kirin. Jixwe her xelkên Kurd ên Ezîdî ji hêzên tundrew û bi taybet jî komên cîhadîst re bûne hedef û armanc. Gund û warên wan tev hatin talankirin. Çeteyên dirinde û cîhadîst bi navê ola Îslamê jin, bûk û keçên Ezîdxanê revandin û li bazarên bajarê Reqayê weke cariye firotin û ji armancên xwe re weke kargeha zarokanînê dane bikaranîn.
Şengala Nûranî merqeda gelê Kurd û bi taybet jî Kurdên Ezîdî. Çeteyên DAÎŞ’ê warê wan wergerandin dojeheke li ser rûyê erdê. Fermaneke nû anîne serê xelkê Kurdên Ezîdî û ew di komkujiyan re derbas kirin. Lê çeteyên dirinde vê carê nikarin weke her carê serketina xwe ragihînin. Ji ber hêzên xelkê Êzidî yên parastinê hebûn û li wan xwedî derketin. Her kesî şahidî ji hêzên YJA- STAR û HPG ê re kir û xelkê Êzidî gotin, “Gerîlayên Kurdistanê li me xwedî derketin. Em ji destên çeteyên rûreş rizgar kirin.” Hîn jî li ser xelkê Kurd ê Ezîdî êrîşên dijwar hene û ew hişmendiya cîhadîst a dibêje, ‘Ezîdî mucewesî ne, divê werin qirkirin. Mal, mulk û namûsa wan helal e ji mêrikên Misliman re.’ Ew dijminatî û êrîşkarî hê heye. Ev ne tenê ji bo Kurdên Ezîdî, li hember xelkên Elewî, Durzî û Mesîhî jî heman rêbaz tên bikaranîn.
Jixwe hîn jî bi awayê xerab in, kafir in û mirovan dikujin li gelê Yahûdî dinêrin. Lê di vê cîhana me de ma kîjan dewlet kuştin û zulmê nake. Tekez divê were zanîn ku hemû pêxember ji bo xizmeta civakê hatine û rola wan a bingehîn jî ew e civakê bikin xwedî nasname û vîneke azad. Jixwe weke mirov di lêkolîna dîrokê de jî keşif dike, tevahî oldar ji bo xizmeta mirovahiyê derketine holê. Gelek pêxember û oldar kedeke pir mezin xerc kirine, hewl dane mirovahiyê ji koledariyê rizgar bikin û bikin xwedî vîneke azad.
Ez dixwazim ku li vir pirseke wiha bikim, ‘Gelo çawa mirov ji wan qatil û dirindeyan re bibêje oldar û mirovhez û Misliman? Weke Rêber Apo bi me da nasîn û got: “Têgeh û wateya Îslamê ji selamê tê û wateya wê jî bi zimanê Kurdî aştî ye.” Lê mixabin em îro dibînin ku cîhadîst bûne nûnerên Îslama sexte û serê mirovan jêdikin. Ev jî tekez kefaret, hovîtî, dirindebûn û cehaleta ji cehaleta Ebû Cehil hîn xerabtir e. Divê ew Îslama cîhadîst û DAÎŞ’ê were rûxandin, cewherê Îslama heqîqî derkeve holê ku ew jî gelên bindest nûnertiya wê dikin û wê selama heqîqî jî bi destê Rêber Apo were sazûmankirin.
Ez ji dil û can Cejna Çarşemba Sor a Serê Nîsanê li tevahî gelê Kurd ê azadîxwaz, pîroz dikim. Bi taybet jî cejna tevahî xelkên Kurdên Ezîdî li çar perçeyên Kurdistanê û dîasporayê pîroz dikim. Careke din jî ez dibêjim, bi hêvî me ku ev cejn bibe cejna wekhevî, azadî, aştî, xwişk û biratiya gelan û hevgirtina olan. Ez hêvîdar im Cejna Çarşemba Sor ji tevahî gelê Kurd û mirovahiyê re bibe bihara gelan û wê pêvajoya Rêber Apo ya şaristaniya demokratîk pêkan bike.