Hînbûyîn an jî herikîbûyîn?
Zehmetiyên hemû serdemên guherînê henin. Ew ê ji şêwayê jiyan û têkoşîna hînbûyî veguhere şêweyê têkoşîneke cuda. Helbet di vê rewşê de hewcehî bi guherîna hînbûnan heye.
Zehmetiyên hemû serdemên guherînê henin. Ew ê ji şêwayê jiyan û têkoşîna hînbûyî veguhere şêweyê têkoşîneke cuda. Helbet di vê rewşê de hewcehî bi guherîna hînbûnan heye.
Eger em dogmatîzmê weke hînbûnê, herikbûyînê jî weke guherîn û pêşketinê bigirin dest, wê demê pirsa ji bo azadiya civakî divê mirov kîjan tercîh bike dertê pêşiya me.
Gelek mirov li cihê herikbûyînê, hînbûnê tercîh dikin. Dixwazin di nava bawerî û rehetiya ku hînbûn daye wan de bijîn. Ji ber vê Îbn-î Haldûn dibêje, “Mirov ewladên hînbûnê ne. Hînê çi bibin, mîna ku ew rast û xwezayî ye tevdigerin.”
Ev rewş ji bo ol û dewletan jî derbasdar e. Ol û dewlet mîna ku rastî tenê ew in, xwe li ser civakê didin ferzkirin. Weke rastiyeke ku jê nayê vegerîn xwe di hişê civakê de bi cih dikin û bi vê re cîhana civak û kesan dagir dikin. Ji bilî ol û dewletê hemû form û vebijêrkên civakî tê lomandin û rexnekirin.
Di tevahiya dîrokê de, pêdiviyên civakan a xwerêveberiyê her tim ji aliyê dewlet û ol ve hatiye manîplekirin û berovajîkirin. Dezgehên desthilatdarî her tim hewl daye nakokî û têkiliyên di navbera civakê de bi teşe bike. Gelek fikir û berxwedanên ku digotin rêyên cuda li dijî vê hene û ji bo vê têdikoşiyan jî, yan hatin tunekirin an jî tevlî sîstemê bûn.
Netew-dewletên roja me ya îro, hewl didin ku olperestî, neteweperestî û mezhebperestiyê weke tekane bijardeya rastîn nîşan bidin û girêdayî van yekan cudahiyên civakî tune dihesibînin. Amûrên desthilatdariyê bijardeya civaka azad û demokratîk tune dihesibînin, ji gelên dewletbûyî re teslîmiyetê ferz dikin û windabûna di nava netew û çanda serdest de weke tekane bijardeyê pêşkêş dikin. Ji ber vê yekê netewedewletên heyî tim hewl dane ku civakên weke hev yanî homojen ava bikin. Bi armanca avakirina civakên homojen gelekî zext li civakan kirine û êşên mezin dane kişandin.
Kesên ku hewl didin li ser bermayiyên rejîmên ji ber paradîgmaya netew-dewlet a tund, yekperest û mezhebparêz hilweşiyane, ji nû ve bi heman zîhniyeta yekperest dewletan ava dikin, weke ku wan paşerojeke ku dersêkê bistînin tune ye tev digerin.
Dewleta Sûriyeyê mînaka vê yekê ya herî berbiçav e. Tevî ku hilweşîna ji ber zîhniyeta yekperest û navendî li ber çavan e jî gotina ‘’ez ê netewdewleteke navendî ava bikim, ez ê gel, bawerî û mezhebên cuda nas nekim’’ xwe nîşan dide û ev yek jî senaryoyên beriya niha yên baş tên zanîn, dubare radixe ber çavan.
Gelo dewleta Sûriyeyê ya nû dikare tevî Kurd, Elewî, Durzî, kesên sekûler difikirin û dijîn bi zîhniyeteke yekperest û mezhebperest were avakirin? Nêzîkatiya yekperest û mezhebperest nîşan dide û tê wê wateyê ku ji paşeroja nêz jî dersek nehatiye standin. Esasgirtina vê zîhniyetê wê rê li ber şer û pevçûnên dijwar veke. Ku ev yek jî wê bibe bobelata herî mezin a ku li gelên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn biqewime.
Li Rojhilata Navîn gelê Kurd û erdnigariya wan di nava çar dewletan de hate parvekirin û gelê Kurd bi êş û komkujiyên mezin re rû bi rû hatin hiştin. Dema em li trajediya ku ji aliyê dîrokê ve hatî afirandin dinêrin, em dibînin ku tu dewletên zext li gelê Kurd kirine û li ser gelê Kurd komkujî pêk anîne, di sedsala dawîn de aramî û xweşî nedîtine. Gotina ‘’Neteweya zextê li neteweyeke cuda dike azad nabe’’ weke kehanetekê pêk tê, xwe li dora neteweyên zextkar dipêçe.
Dewletên serdest her çend xwestin bi rê û rêbazên dermirovî û komkujiyan mafên bingehîn û daxwazên jiyana azad ên gelê Kurd biçewişînin, bi demê re riziyan û hilweşiyan. Jixwe bi bikaranîna rê û rêbazên şerê qirêj nabe ku li ser piyan bimînin jî.
Di serî de dewleta Tirk sedema krîzên dewletên Îran, Sûriye û Iraqê ku dixwazin gelê Kurd biçewisînin, zextên wan ên li ser gelê Kurd û gelên din e. Bi fikara ku wê gelê Kurd jî ji demokrasî û azadiyan sûd werbigirin, gelên xwe yên li ser navê wan dewlet ava kirine jî ji azadiyan bêpar hiştin. Weke encam em dikarin bibêjin ku dewletên wan ên ku bi ‘’mezinahiya wan’’ pesnê xwe didin, ji aliyê exlaqî ve dejenere bûne, ji aliyê civakî ve riziyane û ji aliyê aboriyê ve jî li ber hilweşînê ne.
Başe, dewlet xwe ji demorasiyê re veke dikare xwe ji krîza sîstema heyî rizgar bike? An wê bi hînbûnên xwe yên berê re heta hilweşînê her tişt bidomîne?
Li Iraq û Sûriyeyê partiya Baas’ê heta riziya û hilweşî, li ser hînbûnên xwe yên yekperestî û mezhebî ya netew-dewletê israr kir.
Diyar dibe ku Tirkiye û Îran ji vê rastiyê tecrûbe bi dest nexistine. Vebijêrka guherîn û veguherîna demokratîk tercîh nakin.
Rêber Apo ji bo derbaskirina hişmendiya netew-dewletê, ji bo zorê bide dewleta Tirk ku bi Kurdan re aştî pêk bîne, bi gotina “ez berpirsyariya dîrokî digirim ser xwe” pêvajoyeke nû da destpêkirin. Bi teşwîqkirina dewletê ya ji bo guhertina li ser bingeha demokrasiyê re, hewl dide pirsgirêka Kurd bi têgihiştina civaka demokratîk çareser bike.
Ji bo serketina vê jî pêşî guhertinê di xwe de pêk tîne. Mîna ku bibêje, ewil ez ê xwe biguherînim û piştre we biguherînim. Li ser vê bingehê di 27’ê Sibatê de bang kir. Bi fesxkirina PKK’ê re, wê têkoşîna Azadiya Kurdistanê derxe qonaxeke din. Têkoşîna azadiya Kurdistanê, wê bi rê û rêbazên cuda bide dewamkirin. Ev pêşniyarek a guherînê ye, vebijêrkek e, vebijêrkek demokratîk e. Mîna ku pêşniyara, em ne mehkûmê hev tinekirin û şerkirinê ne kiribe. Ger hawîrdorek demokratîk ku mirov bikaribe xwe bi azadî îfade bike, xwe birêxistin bike û bi rêve bibe were avakirin, hem azadî û hem jî ewlehî dikare pêk were. Ger dewlet ji demokrasiyê re vekirî be, pirsgirêkên civakî bi rêyên demokratîk çareser dibin.
Berovajî vê yekê, şer û pevçûn wê her dewam bikin. Di vê rewşê de, gelê Kurd a ku dixwaze bi awayekî azad bijî, ji bo têkoşîna xwe bigihîne serketinê wê li rêyên cuda bigere û biceribîne.
Zehmetiyên hemû serdemên guherînê henin. Ew ê şêwaya jiyan û têkoşîna hatiye hînbûyîn, veguhere şêwaya têkoşîneke din. Helbet di vê rewşê de hewcehî bi guherîna hînbûnan heye.Dibe ku ya herî zehmet guhartina hînbûnên xwe yên sazkirî be. Ev rewş ne tenê ji bo Kurdan, ji bo dewleta Tirk jî derbasdar e. Guhertin tenê ji Kurdan nayê hêvîkirin; Dewleta Tirk jî wê li hemberî şêwazê nû yê têkoşînê xwe biguherîne. Heke em li qanûna bandor û bertek bifikirin, dema helwesta aliyekî diguhere, helwesta aliyê din jî diguhere.
Helbet ev yek wê hêsan nebe. Ji jiyana hatiye hînbûyîn derketin, cihên ewle berdan û li deryayên bi bahoz gerîn, keşfkirina rê û cihên nû bi gelemperî wekî karê mirovên xiyalperest û maceraperest tê dîtin. Lê balkêş e ku veguhertinên mezin ên ku cîhan guherand tam bi raman û ezmûnên van mirovan pêk hatin.
Civak zû bi zû dev ji hînbûnên xwe yên berê bernade. Ji ber ku ew rûtina jiyan û xebatên xwe li gorî hînbûnên xwe ava dikin. Ji ber ku tiştên hatine hînbûyîn di axaftin û çalakiyên mirovan de hêsanî çêdikin. Hînbûyîn bendestî çêdike, tiştên hînbûne her tim dubarebûnê çêdike.
Tevger û herikîbûn hebûnan zindî digire, nû dike û pêşî li rizîbûna wan digire. Sira paqij mayîna avê ev e: her dem diherike û xwe nû dike. Ava diherike qirêj nabe, lê ava sekini bi demê re qirêj dibe, bêhn dide. Ev rastî ji aliyê her kes vê tê zanîn.
Helbet em ê biguherin û her ku em biguherin em ê derdora xwe biguherînin. Di dema ku hinceta tinehesibandina Kurdan ji destê netewe-dewletan bê derxistin de, em ê têkoşîna xwe ya azadî û hebûnê hîn bêhtir mezin bikin. Êdî wê cesareta ti dewletê ya înkarkirina Kurdan nebe.
Biryardariya gelê Kurd a di parastina hebûn û misogerkirina azadiya xwe de, hişt ku li Rojhilata Navîn bibe aktorek girîng.
Gelê Kurd hem hêza pêşeng a guhertin û veguhertina demokratîk a Rojhilata Navîn e û hem jî di pêkhateyên nû de roleke aktîf dilîze. Gel, dewlet û sîstemên siyasî yên li herêmê bi saya hebûna azad a gelê Kurd wê li nirxên demokratîk vegerin.