ANALÎZ

Pêvajoya çareseriyê di merheleyeke krîtîk de ye

Rêber Apo di mijara çareseriyê de bi îdîa ye. Gelê Kurd jî amade ye û xwedî lê derdikeve. PKK’ê jî got ku ew amade ne bangê bi cih bînin. Gelo hikûmet çi qas amade ye û nexşerêyek heye?

Ji banga Rêber Apo ya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ ya 27’ê Sibatê ve hikûmeta AKP’ê ti gav neavêtine. Li hemberî vê yekê tim bi gotina ‘’Bila PKK kongreya xwe li dar bixe û dev ji têkoşîna çekdarî berde’’ zextê dike. Tevî ku dizanin kongreya PKK’ê bes wê bi beşdarbûna Rêber Apo were lidarxistin jî, dîsa dev ji vê gotina xwe berneda. Her wiha li dijî ruhê aşitî û çareseriyê tecrîda li ser Rêber Apo hate domandin.

Hikûmet li hundir û derve dikare bi her kesî re hevdîtinan pêk bîne. Di hemû mijaran de ji pisporan sûd werdigire û dosyayên xwe amade dike. Lê belê muxatabê aliyê din weke rehîneyekî dîl digire. Ev rêbaz nîşan dide ku niyeteke rastîn a aşitî û çareseriyê nîne. Madem wê şer bi dawî bibe û êdî dijminahî nayê kirin, wê demê çi wateya vê tecrîd û rehîngirtinê heye? Gelên Kurd û Tirk ev hezar sal in bi hev re dijîn. Kesên dibêjin ku werin em vê xwişk-biratiyê xurt bikin, wê çima serî li taktîk û manewrayên siyasî bidin? Nayê fêmkirin ku çima serî li vê yekê didin. Ji ber vê yekê helwesta hikûmetê baweriyê nade gelê Kurd.

Rêber Apo weke ku dihat payîn, bi awayekî zelal ragihand ku wê dawî li têkoşîna çekdarî were û PKK were feshkirin. Ev berpirsiyariyeke mezin e. Di navberê de aliyekî sêyem nîne. Tu temînat nînin. Tevî vê yekê jî Îmralî gavan diavêje. Kesên dewletê bi rê ve dibin jî gavan naavêjin û xwe giran dikin. Bi awayekî hê jî serî li rêbazên şerê psîkolojîk didin.

Divê pêşiya Rêber Apo were vekirin. Divê bi hevalên xwe û beşên civakê yên cuda re hevdîtinan pêk bîne. Ji bo aştiyê divê raya giştî were amadekirin û derdorên siyasî beşdarî pêvajoyê bibin. Divê hikûmet şert û mercên vê yekê dabîn bike. Divê zemîna siyasî û hiqûqî were amadekirin. Lê belê ev yek nehatine kirin. Berovajî van yekan gavên ku derdora siyasî jehrî bike û muxalefetê bê bandor bike, hatin avêtin. CHP hate bêbandorkirin, ji Şaredariya Stenbolê re qeyûm hate tayînkirin, şaredarî hatin desteserkirin û kesên weke Ekrem Îmamoglû hatin girtin. Halbûkî CHP’ê ragihandibû ku ew ê piştgiriyê bide çareseriyê. Ev yek ji bo hikûmetê derfeteke mezin bû. Ji bo çareseriyê şert û mercên lihevkirineke neteweyî pêk tên. Ne tenê CHP’ê, partiyên siyasî yên din jî daxuyaniyên erênî dan. Her wiha DYE, Ewropa û Çîn jî di nav de li seranserê cîhanê piştgirî hate dayîn û daxuyaniyên erênî hatin dayîn.

Tevî ku li hundir û derve piştgirî heye jî çima hikûmet xwe mijûl dike? Ma hewce ye ku hesabên polîtîkaya hundirîn werin kirin? Gelo hilbijartina Erdogan a jinûve ya ji bo serokkomariyê ji çareseriya vê pirsgirêka dîrokî girîngtir e? Ev pirs bi awayekî mafdar tên rojevê û gumanên têkildarî helwesta hikûmetê zêde dikin. Piştgiriya CHP’ê, partî û saziyên din avantajeke mezin e. Divê teqez ev avantaj rast werin bikaranîn. Lê belê Erdogan êrîşî CHP’ê dike.

Pirsgirêka Kurd ev sed sal in heye. Ji salên 1980’yî ve ye şer û pevçûn hene. Berdêla vê serdema şer gelekî giran e. Windahiyên madî û manewî nayên hesabkirin. Dewleta ketiye li dû vê pisgirêkê, berê artêşa xwe daye Sûriye û Iraqê. Her çend nexwaze jî bûye sedem ku pirsgirêk veguhere asteke herêmî û navneteweyî. Hikûmeteke ku dixwaze vê pirsgirêka ku ev qasî berbelav bûye, çareser bike, beriya her tiştî planên bêbandorkirina muxalefetê nake. Berovajî wê divê muxalefetê bike perçeyeke çareseriyê. Ger tu muxalefetê dûr bixî û zextê lê bikî wê demê wê qada demokratîk teng bibe. Gelo bi tengkirina qada demokratîk û jehrîkirina hewayê siyasî wê çawa aştî û demokrasî pêş bikevin?

Ger Îmralî girêdayî destûra hikûmetê tevlî pêvajoyê bibe, wê aştî û çareserî pêk neyên. Me her tim aniye ziman ku divê qet nebe şert û mercên xebitîna Rêber Apo ya bi awayê azad werin dabînkirin. Ev pirsgirêka ev qasî mezin û dîrokî, bi çûnûhatina heyetekê ya ji bo Îmraliyê çareser nabe. Ji bo ku Rêber Apo rola xwe bilîze divê şert û mercên hewce werin dabînkirin. Gelo hêzeke ku aşitî û çareseriyê dixwaze, çima hê tecrîdê didomîne û wateya vê yekê çi ye?

Erdogan piştî çend mehan bi Heyeta Îmraliyê re hevdîtinek pêk anî. Li gorî daxuyaniya heyetê hevdîtin bi erênî derbas bûye. Dibêjin ku hêviyên wan hê zêdetir bûn. Em jî hêvî dikin ku wisa be. Nabe bi awayekî normal were dîtîn ku Edoganê her roj têkildarî pirsgirêka welat a herî bingehîn û mezin diaxive, wiha bi qerimî tev bigere. Divê giraniyê bide vê mijarê û ji bo ku pêvajo pêş bikeve jî divê rê li ber rewşenbîr, muxalefet û civakê veke.

Rêber Apo di mijara çareseriyê de bi îdîa ye. Û dibêje ku ya dikeve ser milê min ez ê bikim. Gelê Kurd jî amade ye û xwedî lê derdikeve. PKK’ê jî got ku ew amade ne bangê bi cih bînin. Pirsgirêk li gel hikûmetê ye. Gelo hikûmet çi qas amade ye û nexşerêyek heye? Divê derdorên eleqedar bi baldarî pirsgirêkê bişopînin û xwedî helwest bin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka