UNESCO Lîverpool ji lîsteya Mîrasê Cîhanê derxist

Êdî Lîverpool a ku yek ji xwedî dîrokeke mûzîkê ya dewlemend û cihê Beatles lê hatî dinê ye, ne Mîrasê Cîhanê ye.

UNESCO, gihişte wê yekê ku ev lîmana Îngilîz a sembolîk ya çerxa pîşesaziyê azadiyê xwe ji dest daye. Ev perava Îngilîz a Çerxa Pîşesazî bû qurbanê îmarên ji nû ve çêkirinê.

Berdevkê Hikûmeta Îngilîz ê biryar rexne kir got: “Dema ku mirov rola girîng a peranan a di dîrokê de li ber çavan bigire, di wê baweriyê de ne ku hê jî Lîverpool statûya Mîrasê Cîhanê heq dike ye.”

UNESCO ya ku serkêşiya wê Çîn dike, ji Komîteya Mîrasê Cîhanê 13 delege, nota peravê ya li sala 2004’an diyar kirî daxistin. 5 endamên komîteyê jî dengê dijber bikar anî. Ji bo not bê vegerandin divê ji sê paran du deng bê bikaranîn.

Bi vî rengî Lîverpool piştî sala 2007’an Avahiya Orîksî ya Erebistan a Ummanê û sala 2009’an Geliyê Elba ya Dersden (Elmanya) bû herêma sêyemîn ku ev biryar li ser hate girtin.

Komîteya Unesco diyar kir ku avakirina avahiyên pir bilind û dîsa çêkirina staduyuma futbolê ji bo peravê planên îmarê ‘ziyanên wisa dide ku carekî din lê neyê vegerandin’ dide mîrasê.

Ev peravê ku bi milyonan koçberên Îrlandî û Îngilîz dîsa koleyên Efrîqa lê derketîn, heman demê xwedî mîrasekî dewlemend ê mûzîkê ye. Dîsa ev bajar cihê jidayibûna Beatles e.

UNESCO ji sala 2012’an û vir ve ji bo perava ku di bin gefan de ye bê parastin ji hikûmetê garantiyên saxlem xwestibû. Lê li gorî UNESCO’yê projeyên hatin pêşxistin, giha wê yekê ku azadiya xwe ji dest bide.

Dîsa UNESCO nerazîbû nîşanî avakirin statyûma futbolê kir.