Serpêhatiya navûdengekî: Eyşe Şan

“…erê ez hertim bi hesret dibêjim xweziya zimanê dîwarê mala me ya li Diyarbekirê hebûya û ji me re qala wan şevbêrkên dengbêjan bikira. Min di quncikan de li dengbêjan guhdarî dikir.”

Eyşe Şan di nava civata Kurdan de bi navên mîna Eyşana Kurd, Eyşa Şan, Ayşe Şan, Eyşe Xan, Eyşana Osman, Eyşana Elî û Ayşa Şan hatiye nasîn. Ew Mijdara 1938'an li Diyarbekirê hat dinê. Ji aliyê bav û dê ve malên xuya ye. Navê diya wê Heciye Xanim û ji êla Hacî Mistefa Begê Erzromê ye, navê bavê wê jî Osman e û ji eşîra Cibriyan e. Bavê Eyşe Şanê, Osman bi xwe jî dengbêjekî navdar û herwiha mirovekî gelekî dîndar bû.

Dengbêjên Kurd tesîreke mezin li Eyşe Şanê kirine, çimkî herdem dîwanxana mala bavê wê ji dengbêjên herêmên cûr bi cûr ên Kurdistanê tije bû. Li mala wan dengbêjên dengxweş kom dibûn, kilam û stran digotin. Osmanê bavê Eyşe Şanê jî ev karê bav û kalên xwe li gorî hêza xwe didomand. Dayika Eyşe Şanê, Heciye Xanimê jî carinan lorîk ji wê re digotin. Li ser wan dengbêjên ku li pişt deriyan wê guh dida wan, Eyşe Şan dibêje, “…erê ez her tim bi hesret dibêjim xweziya zimanê dîwarê mala me ya li Diyarbekirê hebûya û ji me re qala wan şevbêrkên dengbêjan bikira. Min di quncikan de li dengbêjan guhdarî dikir.”

BAV Û BIRA JÊ NERAZÎ NE

Hê ji destpêkê ve bav û birayên Eyşe Şanê ne razî bûn ji hunerê wê; wan ji bo jinan stranbêjî gunehekî mezin dihesiband.

Bûyereke tal Eyse Şan ji ezîztirîn kesên wê dûr xist. Eyşe Şan hê 20 salî bû, li ser daxwaza bavê xwe bi xortekî bi navê Şewket Tûran re zewicî. Herçend ew xwediyê keçekê jî bûn, ew li hev nehatin. Eyşe Şanê dev ji keça xwe ya sê mehî û hemû kesûkarên xwe berda û çû Entabê. Li Entabê wê bi hezar zemetiyan û bi karê pînekirin û dirûtina kincên qetiyayî debara xwe dikir. Eyşe Şanê bi hevkariya zilamekî bi navê Naîl Baysû du salan li radyoya bajarê Entabê bi zimanê Tirkî stran gotin. Lê ji ber ku di dilê Eyşana Elî de evîna strana Kurdî heye, wê ji karê di radyoya Entabê derdixin.

Paşê, Eyşana Kurd hat Stenbolê û ji bo cara yekê bi zimanê Kurdî û Tirkî stranên xwe tomarkirin. Lê belê Eyşe Şan her feqîr û xizan ma û ji ber bêedaletiya şirketên muzîkê gelek xem kişandin. Eyşe Şan piştî demekê çû Stenbolê û li wir bi cih bû. Zewaceke baş kir, sê zarokên wê çêbûn. Lê zordestî û neheqiya dewleta Tirk bela xwe jê venekir. Axir sala 1979'an ew berê xwe dide Bexdayê.

NASKIRINA CIZRAWÎ Û BERWARÎ

Eyşe Şanê bi alîkariya çend hevalên xwe, bi navê Eyşana Elî, di Radyoya Dengê Baxdayê de hêdî hêdî tê nasîn. Ew ji aliyê Waliyê Hewlêrê ve tê vexwendin. Ew li Hewlêrê hunermendên Kurd yên bi nav û deng Mihemed Arif Cizrawî û Îsa Berwarî nas dike. Bi herdûyan re li gelek deverên Kurdistanê konsêran dide. Awayê jiyana Eyşe Şanê bandora xwe li Cizrawî dike. Strana wî ya “Lê lê lê wayê, Eyşanê lê wayê, çav biçûkê lê wayê” ku bêhna evîna Eyşe Şanê jê tê, di wan deman de hatibû afirandin.

Diyarbekir li ber dilê Eyşe Şanê şîrîn bû. Lê ji ber gefên kUştinê yê bira û xizmên xwe, ew neçû Diyarbekirê. Tenê dayika Eyşe Şanê xwedî lê derketibû. Lê xwedîderketina dayika wê têrê nekir ku ew û malbat li hev bikin. Dayika Eyşe Şanê, berî mirina xwe dixwest ji bo cara dawî keça xwe bibîne. Lê destûr nedanê. Vê yekê birîneke kûr di dilê Eyşe Şanê de vekir. Eyşe Şanê wê demê tevayî êşa xwe bi strana “Dayikê” anîbû zimên. Strana wê di dilê Kurdan de cihê xwe çêkir û di muzîkê de şopeke kûr hişt.

Jiyana Eyşe Şanê ya bi kul û keser piştî nexweşiyeke giran ya kanserê li Izmîrê di 18 Kanûna 1996'an de bi dawî hat. Wasiyeta wê ew bû ku cenazeyê wê li Diyarbekirê bê veşartin. Lê daxwaziya wê bi cih nehat anîn.

Hinek ji stranên wê ku ji bîra mirov naçin ev in: Lê lê bêmal, Lorkê lorkê, Daykê qurban, Qederê yar, Cemîle here were, Xezal, Lê lê dînê, Xivşê, Kirasê te meles e, Yar Meyro, Derdê hewiyê, Hepsîyo, Min tu dîbû, Memê Alan, Nazliyê û Wey Saliho Kurmam.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA