Serokkomarê Kolombiya fermana ‘ranewestîna şer’ da

Serokkomarê Kolombiya fermana ‘ranewestîna şer’ da

Serokkomarê Kolombiya Juan Manuel Santos, piştî ku tê gotin di encama êrîşa gerîllayên FARC’ê de 15 leşker  hatin kuştin, fermana “ranewestîna şer” da artêşê. 

Li herêma Arauca li bejahiya ku jêre tê gotin, El Mordîsco li dijî leşkerên di xeta luleya petrolê de wezîfedar in çalakî hat lidarxistin. Di çalakiya roja Şemiyê ya tê gotin ku ji aliyê gerîllayên FARC’ê hatiye lidarxistin de 15 leşkeran jiyana xwe ji dest dabû. Her wiha hatibû îdiakirin ku di şer de 6 gerîllayan jiyana xwe ji dest daye û di 12 gerîlla jî dîl hatine girtin.

Serokkomarê Kolombiyayê Juan Manuel Santos ku çû cihê bûyerê got, “Min fermana heta pevçûn neqede ‘ranewestîna şer’ da. Tevayî Kolombiya divê ji bo mîna wan 24 saetên dawî bûyer rû nedin ji bo aştiyê bixebitin.” Û destnîşan kir ku wê hevdîtinên di navbera Kolombiya û FARC’ê yên li Kûba pêk tên berdewam bikin.