Selîba Veşarî: Çîroka şerma me

Derhênerên belgefîlma ''Selîba Veşarî'' ya Misilmankirina Ermenan vedibêje, got, ''A rast tişta ku tê gtin çîroka şerma me ye''.

Derhenêrên belgefîlma ''Sakli Haç'' (Selîba Veşarî) ku çîroka Ermenen li Egîlê ya Amedê kirine Misilman dayî ber xwe gotin, divê ev weke hevrûbûnê û berhema lêborînê ya ne seresere ye, were dîtin.

Dewleta Osmanî 1915'an qira Ermenan anîn, nêzî 1,5 milyon Ermen kuştin û yên ku nekarîn bikujîn jî kirin Misilman. Ev sed sal in ev Ermenên ku kirine Misilman nasname, çand û baweriya xwe vedişêrin. Du derhenêrên ciwan  Altan Sancar û Serhat Temel Ermenên li Egîlê ya Amedê ku bi darê zorê kirine Misilman ji xwe kirin mijar û belgefîlmek hazir kirin.

YA KU DIHATE VEŞARTIN DÎROK JÎ BÛ

Sancar got rûyê dî yê Qirkirina Ermenan heye û domand, ''Rûyê dî yê qirkirinê ew Ermen bûn ku kirine Misilman. E mirov bi ne dikarin xwe vebêjin û ne jî dikarin biaxivin. Me got, heke em bikaribin dengê van mirovan bidin bihîstin ji bo hevrûbûna bi 1915'an re ev ê bibe gavek.''
Sancar got, ''Me navê ''Selîba Veşartî'' li belefîlmê kir, ne tenê hema ji bo ku em navekî lê bikin. Her wiha me weke veşartina nasname, çand û baweriyê jî şîrove kir. A ku dihate veşartin ne tenê selîb bû, me dît, her wiha dîrok jî bû.''

'BILA HER KES BIZANIBE ÇI HATIYE KIRIN'

Sancar bi domdarî got ew ê xebatên xwe yên ji bo vegotin çîrokên Ermenan bidomînin, diyar kir wan galaya pêşî li Amedê kirin, galaya duyan wê li Stenbolê bikin û piştre li gelek deveran wê were nîşandan û daxwaza wan a mezin ew e ku galayê li Ermenîstanê jî bikin û domand, ''Piştî ku ev nîşandan bi dawî bûn her kes di ser înternetê re bi rehetî wê bikaribe li belgefîlê binere. Jixwe armanca me jî ev bû. Em dixwazin her kes temaşe bike û zanibe bê ka li ser van xakan çi bi serê Ermen, Kurd û gelên din hatine kirin. Jixwe wê qonaxa duyan a xebata me jî hebe. Em ê vê xebatê geştir bikin.''

A GIRÎNG HEVRÛBÛN E

Derhêner Serhat Temel jî got, ''Em dizanin ku divê em bi rastiyekê e hevrû bibin. Lêberîn tiştekî seresere ye. A ku wê me xilas bike û pak bike hevrûbûnên bi kirinên me ye. Ji zaroktiê ve me baş dizanîbû ku ev tiştekî çawa ye, ew zarok çilo mezin bûne û mirovên ku di belgefîlmê de axivîn çi kişandine. Me xwest ku her kes bibîne. Me xwest ev ji bo hemû kesên wir, ku li wir gihane û heta îro bêdeng mane bibe hevrûbûnek. Ji bo vê, li Egîlê me dest bi xebata xwe kir.''

'TRAVMAYÊ HÊ JÎ DIJÎN'

Temel got li gel ku sedsalek di ser qirkirinê re çûye jî kesên ku di belgefîlmê de diaixivin hê jî travmayê dijîn û got,''Ên ku em bi wan re axivîn ne nifşên pêşî bûn. Nifşên duyan û sêyan bûn ku rasterast qirkirin nedîtin lê li gel vê jî, dema ku di ser vegotinan re mirov dinere wê travmayê dijîn. Em carinan dibêjin, ''A tê vegotin çîroka me ye'', a tê vegotin şerma me ye.'' Temel bi berdewamî got, ''Meseleya me ya esasî ew bû ku ev çîrok werin zanîn. Xebatên me nêzî salekê domandin. Sê mehên vê bi girtina dîmenan derbas bû. Dawiyê berhemeke wiha derkete holê.''

BI EMPATIYÊ TEVLÊ BÛM

Muzîsyen Sasa Serap jî got gelek caran çîroka belgefîlmê xwendiye, guhdar kiriye û got, bi empatiyê, bi tiştên ku jiyaye û bihistiye tevlî nav xebatên belgefîlmê bûye. Sasa got, ''Bi vê belgefîlmê re pirtir dixwazim bi Ermenkî hîn bibim. Ji ber ku zêmarên min ên di vê belgefîlmê de bi Zazakî bûn. Ji ber ku çîroka Ermenan e dixwazim zêdetir hîs bikim û ji bo vê dixwazim zimanê wan hîn bibim. ''