BI DÎMEN

Gerîla TV kêliyên ku SÎHA’ya AKSÛNGÛR hate xistin parve kir

Gerîla TV dîmenên kêliyên ku SÎHA’ya AKSÛNGÛR ji aliyê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ve hate xistin û bi 3 kamerayên cuda hatibû kişandin weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da û got: “27’ê Gulana 2024’an saet di 03:45’an de li asîmanê Qendîlê balafireke bê mirov a bombebarkirî (SÎHA) ya bi tîpa AKSÛNGÛR a dewleta Tirk ji aliyê hêzên me ve hatiye xistin."

Piştî daxuyaniya HPG’ê Gerîla TV jî dîmenên bi 3 kamerayên cuda yên ku xistina SÎHA’ya AKSÛNGÛR kişandibûn weşand.

Di dîmenan de tê dîtin ku SÎHA’ya AKSÛNGÛR ku ji aliyê gerîlayan ve hatiye hedefgirtin, pêşî hevsengiya xwe winda kiriye, ketiye xwarê û perçe perçe bûye.