Qralê Belçîkî şûna xwe ji kurê xwe re hişt
Qralê Belçîkî şûna xwe ji kurê xwe re hişt
Qralê Belçîkî şûna xwe ji kurê xwe re hişt
Qralê Belçîkî Albert ê 2. şûna xwe ji kurê xwe Prens Philippe re hişt.
Albert ê 2. yê 79 salî, weke qral cara dawî peyivî û diyar kir ku divê welatê wî ji bo Ewropayê her tim bibe çavkaniyeke "balkişînê."
Albert ê 2. li hemberî daxwaza cihêbûnê ya Flaman hêvî kir ku welatê wî yekpare bimîne û xwest, ji kurê wî re jî alîkarî bê dayîn.
Dûre, Prens Philippe yê li zanîngehên Oxford û Stanfordê perwerde dîtiye û li hêzên hewayî pîlot bû, sond xwar û bû qralê heftemîn.
Li Belçîkayê, ku bi monarşiya destûra bingehînî tê rêvebirin, qral xwedî erkên sembolîk e.
Sê meh berê jî, qralîçeya Holandî Beatrix, erkên xwe radestî kurê xwe Willem Alexander kiribû.