Platforma Zimanê Kurdî: Werin tevlî xebatên me bibin!

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, anî ziman ku biryarên berbiçav ên ji bo destpêkê wergirtine. Cizîrî bal kişand li ser mijara ku divê hişmendiya Kurdan a zimên çêbe û bang li hemû partî, sazî û kesayetiyan kir ku tevlî xebatan bibin.

Li hember polîtîkayên bişaftinê yên li hemberî Kurdî, 9 partiyên Kurd li hev civiyabûn û platforma zimanê Kurdî ava kiribûn.

Yek ji berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî di derbarê xebatan de agahî da.Cizîrî, anî ziman ku ji bo Platformê 3 berdevk diyar kirine û wê ev berdevk her 3 mehan carekê biguhere. Cizîrî diyar kir ku di encama komxebata lidarxistî de biryarên berbiçav wergirtine û her 3 komên xebatê yên hatî peywirdarikirin ji bo xalên, “Di raya giştî de rojevkirina zimên”, “Ragihandina daxwazan a li hikumetê”, “Li gorî peymanên navneteweyî meşandina xebatan” di nav xwe de karbeşî kirine.

'EV PEYWIRA HER KESÎ YE'

Cizîrî da zanîn ku di nav civaka Kurd de çêkirina têgihiştin û bihistiyariya zimanê Kurdî peywira her kesî ye û xebatên ku wê bimeşînin di vê dorhêlê de bin. Cizîrî got ku li ser plangeriya nêz û dûr disekinin û di encama xebatên hatî meşandin de wê daxwaz bên zelalkirin, piştî ku ji bo rêveberiya platformê hat pêşkêşkirin wê ji raya giştî re bê parvekirin. Dîsa Cizîrî anî ziman ku wê 21’ê Sibatê Roja Ziman a Cîhanê çalakî û xwepêşandanên wan ên cur be cur çêbibin û divê 21’ê Adarê di Cejna Newrozê de jî mijara zimên bibe yek ji mijarên sereke.

'DIVÊ XEBAT BI KURDÎ BÊN KIRIN'

Cizîr di berdewamiya axaftina xwe de got ku “Divê partiyên Kurd di civîn, çalakî û xwepêşandanên xwe bi zimanê Kurdî bikin û divê bi taybet qadeke ji bo Kirmanckî bê vekirin.” Cizîrî derbirand ku wê bi saziyên civaka sivîl ên bajêr, komela û odeyên bazirganiyê û bi baroyê re hevdîtinên wan çêbe û wê xebatên xwe li bajarên din jî bimeşin. Her wiha Cizîrî anî ziman ku li Japonyayê li zanîngehekê ji bo perwerdeya Kurdî beşek vebûye û êdî divê hikumeta Tirk kûmê xwe deyne ber xwe û bifikire.

BANGEWAZÎ

Cizîrî bal kişand li ser hilbijartinên xwecihî û got ku divê namzetên partiyên Kurdan ji kesên ku Kurdî baş dizanin bên bijartin û ev weke krîterekî bê danîn. Cizîrî herî dawî ji nivîskar, rewşenbîr, hunermend û kesayetiyên Kurd xwest ku bêyî li benda vexwendinekê bin bila werin tevlî xebatan bibin.