Pîramîtê 5 hezar salî hat wêrankirin

Pîramîtê 5 hezar salî hat wêrankirin

Li welatê Emerîka Başûr Perûyê, pîramîtê 5 hezar salî yê di demeke nêz de li sîteya arkelojîk a El Paraîso hat dîtin, hat wêrankirin. Pîramîtê hat wêrankirin, 6 metre bilind e.

Wezareta Çandê ya Perûyê da xuyakirin ku, 29'ê Hezîranê roja Şemiyê komek dizan ketine sîteya arkelojîk a El Paraîso û pîramîtê li erdekî 2 hezar û pêncsed metrekareyî belavbûyî û 6 metreyan bilind, wêran kirine.

Hat ragihandin ku piştî wêrankirina pîramît, dizan hewl dane pîramît bişewitînin. Li gorî agahiyan, polîsan di kêliya dawî de dest li dizan werdane. Sîteya El Parasîso ku pişta wê li çiya, berê wê li deryayê ye, sîteya herî mezin û kevin a li derdora Lîma tê naskirin.

Xebatên kolandina li sîteyê di sala 2012'an de destpê kiribû û di meha Sibatê de berhema girîng a yekemîn hatibû dîtin. Plaqek 5 hezar salî ya li ser nîşaneyên ola Kolompiyayiyên pêşî hebû, hatibû dîtin.