Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî 23'ê Cotmehê ye

28'emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî wê 23'ê Cotmehê li Freiburgê pêk were.

Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Jin ên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) ragihand ku wê bi dirûşma 'Wêje, huner û berxwedanê bi me re pîroz bikin!' 28'emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî li dar bixin.

Pêşbirk wê bi wesîleya 30'emîn salvegera damezrandina YXK'ê pêk were. Îsal wê di 23'ê Cotmehê de bi çalakî û bernameyên cuda li bajarê Freiburg ê yê Elmanyayê bê lidarxistin.

Komîteya Amadekar bang li welatparêzan, hêzên demokratîk û wêjehezan kir ku tevlî pêşbirkê bibin.

Bernameya pêşbirkê wiha ye:

"Pêşbirka wêjeyê ya bi Kurdî, Tirkî, Îngilizî û Elmanyî

Muzîk: Hîvron, Hozan Şemdîn, Dengbêj, Folklor, Govend."

Pêşbirk wê wê li navnîşana 'Feldbergstrasse 25A 79115 Freiburg'ê 23'ê Cotmehê saet di 14:00 de dest pê bike.

Agahiyên berfireh ên li ser pêşbirkê wê piştre bêne parvekirin.

Ji bo wergirtina agahiyên berfireh ev navnîşan hatin parvekirin:

Instagram: huseyincelebi_festivasl2021
E-posta: [email protected]