Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Pêşbirka 25. a Huseyîn Çelebî wê ji bo bîranîna Aksoy bê kirin

25. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî, wê ji bo bîranîna Mehmet Aksoy ê li Reqayê şehîd bû, li Londonê were kirin.

Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî, ku ji sala 1993'an û vir ve bi rengekî kevneşop tê lidarxistin, wê îsal ji bo bîranîna Mehmet Aksoy ê li Reqayê şehîd bû, bê lidarxistin. Di daxuyaniya komîteya amadekar de hat gotin, "Festîvala Wêjeyê ya Huseyîn Çelebî, yekemcar wê ji bo bîranîna sînemavan Mehmet Aksoy ji Elmanyayê derbasî Londonê bibe."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku festîvala îsal xwedî wateyeke cuda ye û hat gotin, "Ji ber ku îsal em ê ji bo bîranîna nivîskar, helbestvan û sînemavanê Kurd-Îngilîz Mehmet Aksoy ê ji aliyê DAIŞ'ê ve di dema operasyona Reqayê de li nava refên YPG'ê dokûmanter amade dikir şehîd hate xistin, pêk tînin."

Festîval mîna her sal, îsal jî ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve tê organîzekirin. Koordînatora yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê li Brîtanyayê Elîf Sarican ji bo festîvalê banga tevlîbûnê kir.

Festîval wê 21'ê Cotmehêsa et di navbera 17:00-22:00 de li navnîşana "Gracepoint, 161-169 Essex Road, London, N1 2SN" bê lidarxistin.

Agahiyên berfireh ji van adresan dikarin bên peydakirin:

Twitter: https://twitter.com/huseyincelebi91,

Facebook: https://www.facebook.com/HuseyinCelebiFestival/,

Email: [email protected]

Ji bo kirîna bilêtê: https://www.eventbrite.co.uk/e/25th-huseyin-celebi-literature-and-poetry-festival-in-memory-of-mehmet-aksoy-tickets-37333054170?aff=efbeventtix