Nivîskarê Fransî Franceschî pirtûka 'Bi Kurdan re' nivîsî

Pirtûka nû ya nivîskarê Fransî Patrîce Franceshî derket. Di pirtûkê ya bi navê, ''Bi Kurdan re. Vegotinên Li Wan Zîvirînê'' hate gotin,''Dîroka 9'ê Cotmeha 2019'an hem sincî û hem siyasî wê bi bîra me bixe ku me du şaşî kirine.''

Pirtûka nû ya nivîskarê Fransî ya derbarê Rojava ya bi navê, ''Avec les Kurdes. Ce que les avoir abandonnés dit de nous'' 2'yê Tîrmehê ji weşanÊn Gallîmard derket.

Pirtûk 60 rûpelî ye û balê dikişîne ser êrîşên Tirk ên Cotmeha 2019'an ên li ser Rojava.

Franceschî dibêje, ''Divê Rojava nehatiba terikandin. Li ser rewşa ku em ketine çi halî tiştinan dibêje? Bêguman. Dîroka 9'ê Cotmeha 2019'an hem sincî û hem siyasî wê bi bîra me bixe ku me du şaşî kirine.''

Nivîskar got, ''Li bara armancên emperyal û cezakirinê yên  Erdogan me pişta xwe da hevalbendên xwe yên Kurd'' û dibêje: ''Mirov vê îxanetê ya ku em berevajî nirxên me û hem jî berevajî berjeweniyên me ne divê mirov li ser çi hincetê deyne? Derbarê şaristaniya me çi dibêje? Û ji bo azadiya me em hazir in berdêleke çawa bidin?''

Nivîskarê Fransî dibêje li gel sozên ku dane Rojava jî, ya ku Kurdan lê weke laîktî, wekheviya jin û mêran û ekolojiyê hîmê wê danîne, li bara Erdogan havîna 2016'an, Çileya 2018'an û payiza 2019'an sê caran îxanet li Kurdan hatiye kirin û, ''bi alçaxiyên biçûk û îxanetên mezin'' balê dikişîne ser ''cîhana rojava û demokrasiya bizdokî''.