Newroz bi Koma Berxwedan re bû Newroza berxwedanê

Cemal Tîrêj ê ku hunera xwe di nava gelek komên partiyên siyasî de nîşan dida, diyar kir ku ti Newroz weke dema ku bi Koma Berxwedan dihat pîrozkirin nîne. Tîrêj destnîşan kir ku Newroz bi Koma Berxwedan re bû Newroza berxwedanê.

Di salên 1980 û berî wê de gelek komên Çand û Hunerê li Rojavayê Kurdistanê hatin avakirin. Hin ji wan Koma Şoreş, Koma Gulistan, Koma Azadî û Koma Gelerî û Folklorî Kurdî a Cizre ne. Ev komên ku bi partiyên siyasî yên cuda ve girêdayî ne, her çendî demekê gel li dora xwe kom kir jî, rengê kevneşopiya Newrozê di sala 1982’an de bi şiyarbûna çand, nasname, ziman û berxwedanê ya Kurdan veguherî rengê berxwedanê. Koma Berxwedan ku bi taybetî di sala 1983'yan de li Ewropayê derket ser dikê, bû dengê gelê Kurd ê bindest, êş û berxwedana gelê Kurd anî ziman. Koma Berxwedan reng, ziman û armanca Newrozê ku li Rojavayê Kurdistanê jî tê pîrozkirin, ji gelan re ragihand.

Hunermend Cemal Tîrêj ê ku di sala 1986'an de li ser pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî Koma Berxwedan bû, ji ajansa me re axivî û diyar kir ku stranên Koma Berxwedan atmosfera Newrozê ya li Rojava guhertin.

Cemal Tîrêj ku di sala 1981’an de beşdarî pîrozbahiya li Hesekê bû wiha got: “Di sala 1981’an de Ebdillah Şêxo, Qasim Ebbas, Huseyîn Simo, Ehmed Sedo, Ednan Nuh û hevrêyên jin ên navê wan nayê bîra min hatin cem hev û komeke bi navê 'Koma Şoreş' ava kirin. Di sala 1981’an de li Çiyayê Kewkeb a li kêleka bajarê Hesekê Newroz bi awayekî fermî cara ewil hate pîrozkirin. Di roja ewil a Newrozê de nêzî 200 kes hatin cem hev. Li ser daxwaza gel pîrozbahiya Newrozê di roja duyemîn de berdewam kir. Hejmara wê rojê zêde bû. Di roja sêyemîn de nêzî 6 hezar kes li qada Newrozê kom bûn. Pêşkêşvanê Newrozê Seydayê Tîrêj bû.”

NEWROZ NE YÊ GEL YÊN PARTIYÊN SIYASÎ BÛ

Cemal Tîrêj destnîşan kir ku di sala 1982’an de careke din Newroz li Hesekê hat pîrozkirin û wiha berdewam kir: “Di sala 1982’an de li Hesekê dîsa Newroz hat pîrozkirin. Di sala 1982’an de beşdariyeke girseyî hebû. Di wê salê de rejîma Baas jî ji me xwest ku em şahiyekê ji bo wan saz bikin. Weke Koma Folklora Kurdî ya Cizîrê me şevek li Hesekê li dar xist. Me kincên xwe yên herêmî li xwe kiribûn, sazên me bi me re bûn. Wexta ku me strana 'Welat Çiqas Xweş û Rinde' got, pevçûn dest pê kir û destûr nedan ku em berdewam bikin. Em wê demê ciwan bûn, haya me ji siyaseta ku dihat kirin tunebû, lê diyar bû dixwestin me bikşînin aliyê xwe, lê tehemula stranekê jî nedikirin.

Piştî vê pêvajoyê her partî dest bi avakirina komên biçûk kir. Kîjan partiyê çi temsîl dikir, hewl didan di van pîrozbahiyan de fikrên xwe belav bikin. Newroz êdî ne Newroza gelan bû, ya partiyên siyasî bû. Van partiyan bi navê welatparêziyê tiştek nehiştin, Newroz ji cewherê wê derxistin. Heta salên 1982-1983’yan bi vî awayî berdewam kir. Ji xwe rejîma Baas pîrozbahî li Kewkebê qedexe kiribû. Wê demê Kewkeb dihat wateya sembola Newrozê. Lê ew ji atmosfera Newrozê ya ku hestên welatparêziyê lê dihatin çandin, dûr ketibû. Veguherî pîrozbahiyek asayî, cihê ku stranên evînî lê dihatin gotin, ji stranên welatparêziyê dûr diçû. Koma me jî ev şekil girtibû ez ji bo partî û komên din tenê nabêjim.”

21’Ê ADARÊ WEK ROJA DAYIKAN HATE ÎLANKIRIN

Cemal Tîrêj diyar kir ku hunermendên weke Aram Tîgran û Huseyîn Teyfîr beşdarî pîrozbahiya Newroza ku di sala 1984’an de li rojavayê Qamişlo ku niha cihê balafirgehê ye hat pîrozkirin bûne. Cemal Tîrêj ku di sala 1984’an de çû Şamê û Newroza Şamê dît, bi bîr xist ku rejîma Baas dixwest bi guleyan girseyê ji hev belav bike û wiha behsa wan rojan kir: “Ez di sala 1984’an de çûm Şamê. Komek bi navê 'Koma Azadî' hebû. Ez tevlî wê komê bûm. Di sala 1984’an de me li Şamê Newroz pîroz kir. Em bi zextên rejîma Baasê re rû bi rû man.

Hêzên rejîmê gule li gelê ku Newroz pîroz dikir, reşand. Di wê pêvajoyê de Sileyman Adê jî şehîd bû. Piştî vê bûyerê 21’ê Adarê bû Roja Dayikê. Ji ber ku dixwestin serhildanên gel bitepisînin û ji bo ku ev bûyer nekeve dîrokê, planên cuda çêdikirin. Bi vî rengî xwestin 21'ê Adarê li şûna Newrozê weke Roja Dayikê bê bibîranîn."

STRANA ‘SERXWEBÛN DOZA ME YE’ DI NÎVÊ DE BIRÎN

Cemal Tîrêj anî ziman ku ew di sala 1985'an de beşdarî şahiya bi navê 'Danasîna Xwendavanên Zanîngehê Surî' bû ku li Taxa Rûknettîn a Şamê hatibû lidarxistin û ji ber ku strana Cigerxwîn digot deng hatine girtin. Cemal Tîrêj nasîna xwe ya ligel PKK’ê jî wiha vedibêje, “Armanca min a beşdarbûna wê şeve, daxwaza Kurdan çiye, wê zanînbû. Kurd wê demê ma wê çi bixwazin? Azadî an jî ax. Bi vê mebestê min strana ku tê de gotina Cigerxwîn a bi navê 'Serxwebûn doza me ye' jî hebû got.

Hêj ez negiham nîviyê stranê deng hate birîn. Min saza xwe girt û ji wir derketim. Du ciwan li ber derî bûn. Helwesta min kêfa wan anîbû û me firsend dît ku em hinekî biaxivin. Di encama nîqaşan de gotin ku ew Apoyî ne. Yek ji wan Hevrê Hemze (Hesen Bindal) û yê din jî xortekî ji Taxa Hilêliyê bû. Piştî çend rojan, ew hatin mala me, broşur dane min û xwestin ku ez beşdarî şahiyek li Lubnanê bibim.

TEVLÎBÛNA KOMA BERXWEDAN WEKE XEYALEK BÛ

Wê demê min PKK’ê nas nedikir. Ez beşdarî şahiya Libnanê bûm. Di dawiya wê şevê de em çûn Akademiya Mahsum Korkmaz. Em 15 rojan li wir man. Rêbertî hat. Wê demê kesî Rêbertî nas nedikir, rûyê wî nedihat zanîn. Stranên me ecibandibû. Me jî nizanibû ew kî ye. Dema ku ew wek Rêber hat nasandin, em hinekî şermok bûn, lê wî ji me re got ku rehet bin, wek xwe bin. Nîv saetê me nîqaş kir. Piştî hevdîtina bi Rêbertiyê re ez çend rojên din li Akademiya Mahsum Korkmaz mam. Rêbertiyê pirsî ka tu dixwazin tevlî Koma Berxwedan bibin. Ji bo min xeyalek bû. Ji ber ku, ji bo em kasetên Koma Berxwedan bistînin em diketin rêzê. Kê pêşî ew bidest bixista gelek kêfxweş dibû.”

‘BI KOMA BERXWEDAN RE HÎMÊ HUNERA ŞOREŞGERÎ HATE AVÊTIN’

Cemal Tîrêj di sala 1986'an de çû Ewropayê û tevlî xebatên Koma Berxwedan bû. Koma Berxwedan, komeke biçûk a di qonaxa damezrandina xwe ya destpêkê de, roj bi roj mezin dibe û digihêje gel. Koma Berxwedan ku di pîrozbahiyên Newrozê de bajar bi bajar bi gel re dicive, ne tenê bi stranan, bi şano û ekîba folklorê jî çanda Kurdî zindî dike.

Cemal Tîrêj di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku heta salên 1986-1994’an bi Koma Berxwedan re li Ewropayê beşdarî gelek şahiyan bûye û bi Koma Berxwedan re gihiştiye wateya Newrozê. Cemal Tîrêj wiha got, “Ez di dawiya sala 1994’an de vegeriyam Rojavayê Kurdistanê. Koma Berxwedan li Ewropayê bû, lê reng, ziman û pênûsa wê li Rojava bi bandor bû. Komên me reng guherîbûn. Ti şopa komên di salên 70-80’an de hatin avakirin nemabû. Eşkere bû ku stranên Koma Berxwedan di çand û hunera Rojavayê Kurdistanê de jî xwedî bandor bûn. Pîrozbahiya Newrozê bi stranên Koma Berxwedan hat pîrozkirin. Bi Koma Berxwedan re hîmê hunera şoreşgerî hat avêtin. Koma Berxwedan li Kurdistanê deng veda. Koma Berxwedan projeya Rêber Apo bû. Bi derketina Rêber Apo re Newroz bû Newroza berxwedanê.”