Muzîkjen Îsmet Demîrhan li Stockholmê hate veşartin
Muzîkjen Îsmet (Alaattîn) Demîrhan, ku bi nasnameya xwe ya demokrat, pêşverû û piştevan dihate naskirin, cenazeyê wî li paytexta Swêd Stockholmê bi merasîmekê hate veşartin.
Muzîkjen Îsmet (Alaattîn) Demîrhan, ku bi nasnameya xwe ya demokrat, pêşverû û piştevan dihate naskirin, cenazeyê wî li paytexta Swêd Stockholmê bi merasîmekê hate veşartin.
Demîrhan sala 1991'ê hatibû Swêdê, 11'ê Mijdara 2018'an ji ber nexweşiya kanserê wefat kir. Demîrhan ku şagirtê hunermendê navdar ê neyê Bînalî Selman bû, piştî ku hat Swêdê di çalakiyên şoreşgeran, mirovên pêşverû, Kurdistanî û Elewiyan de hunera xwe pêşkêş kir.
Hunermend Demîrhan bi qedir û qîmet bû. Gelek mirovên ji etnîk û baweriyên cuda yên li Swêdê; Kurd, Tirk, Asûrî-Suryanî, Ermenî, Êzidî, Elewî û Sûnî di merasîma cenazeyê Demîrhan de li hev civiyan. Li gorî wasiyeta wî, li ber stranan cenazeyê wî hate veşartin.
Yek ji hevalên Demîrhan hunermend Armanc ji ANF'ê re qala Demîrhan kir û bi bîr xist, 2 caran saetekê û saetek û 3 deqeyan bê navber li neyê xist û bi vî rengî cihê xwe di Pirtûka Rekoran a Gûînnessê de girt.
Armanc got, "Hunermendekî welê bû ku gelekî hez ji karê xwe dikir û bi cidî dikir. Hema bêjin di hemû CD'yên hevalên me de cih girt. Yekî dilnizm û piştevan bû. Bi muzîka hemû gelên bindest re eleqedar bû. Bi taybetî muzîka Ermeniyan gelekî girîng didît. Bi komên Ermenî, Suryanî û Kurdî re demeke dirêj xebitî. Mixabin di 54 saliya xwe de ji ber kanserê çû ser dilovaniya xwe."