Mûrsî ultîmatoman red dike

Mûrsî ultîmatoman red dike

Serokkomarê Misrê Muhammed Mûrsî, bersiva neyênî da ultîmatomên gel û artêşê. Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Mısrê Muhammed Kemal Amr jî îstîfa kir. Hat ragihandin ku berdevkê Serokkomar Ehab Fahmî û berdevkê hikûmetê Alaa Al Hadîdî jî îstîfa kirine.

Piştî ku tevgera bi navê Tamarrod a piştgiriya muxalifan wergirtiye ji Mûrsî xwestibû ji bo hilbijartinên nêz gavan biavêje û heta saet 17.00’ê îro wext dabû Mûrsî, artêş jî jibo siyasetmedar lihev bikin 48 saet wext dabû.

Ligel van duh êvarî ji kabîneyê 4 wezîran îstîfa kir. Îro jî Wezîrê Karên Derve îstîfa kir û paşê berdevkê Sereokkomar Ehab Fahmî û berdevkê hikûmetê Alaa Al Hadîdî jî îstîfa kirin.

Ev rewş dide xuyakirin ku wê Mûrsi pir zehmetiyan bikişîne. Mûrsî saziya dozgeriyê ya dema bû Serokkomar bêfonksiyon kiribû ji bo careke din bixebite prosedura pêwîst da destpêkirin.