Helbestvanê Mezin Şêrko Bêkes, wezîrê destpêkê yê hikumeta Başûrê Kurdistanê bû ku sala 1992'an li Washîngtonê hate ragihandin. Di dema wezîrtiya xwe de polîtîkayên hikumetê rexne kir. Ji ber vê helwesta xwe jî neçar hate hiştin ku ji hikumetê îstifa bike. Got, "Ez rêzikek helbesta xwe nadim bi 30 wezaretên we" û ji wezaretê îstifa kir. Çû Swêdê, lê çav, guh, dil û ruhê wî timî li Kurdistanê bû. Lîderê YNK'ê Celal Talabanî helbestvanê mezin vexwend. Wî jî bersiv da. Di hevdîtina bi Mam Celal re got, ew dixwaze navendeke ronakbîrî, wêje û lêkolînê ava bike. Daxwaza wî qebûl bû û bi cih hate anîn. Bi navê Serdem navenda wêje û ronakbîriyê sala 1998'an ava bû. Heta ku Şêrko Bêkes sax bû, vê navendê bi 120 xebatkar û çapxaneya xwe 6 kovarên wêje, huner û zarokan û mehane pirtûk derxist. Piştî ku Şêrko Bêkes çû ser dilovaniya xwe, budçe li ser hate birîn. Mîrateya Şêrko Bêkes Serdem niha li ber tinebûnê ye.
XWEST REWŞENBÎRÊN KURD LI HEV BICIVÎNE
Ji damezrînerên navenda Serdemê helbestvan Raûf Bêgirê ku hevalê 50 salan ê Şêrko Bêkes bû, diyar kir ku armanca bingehîn a avakirina Serdemê xurtkirina ronakbîriya Kurd e. Bêgir got, "Şerê birakujiyê demeke dirêj dewam kriibû. Sala 1998'an sekinîbû, lê du herêmên bi rengê Zer û Kesk derketibûn holê. Vî şerê navxweyî û birakujiyê herî zêde wêjevanên Kurd xistin nava tirs û fikaran. Wan hewl dan di nava xwe de tiştekî bikin. Yanî herêmên PDK û YNK'ê ji hev cuda bûbûn. Vê cihêbûnê xewn û xeyalên gelek wêjevan, helbestvan û rewşenbîrên Kurd şikand. Beşek ji rewşenbîr, wêjevan û nivîskaran li aliyê Kesk, beşek jî li aliyê Zer mabûn. Wê wextê nêrînek hat ziman, ji bo saziyek bê avakirin. Ji ber ku me dixwest yekîtiya neteweyî pêk were. Ev daxwaz, wezîfeyeke dîrokî û neteweyî bû. Ez wê wextê berpirsyarê kovara Gelawêj bûm.
ALÎKARIYA MEZIN A MAM CELAL
Şêrko rojekê hat ji min re got, 'Gelo em çawa dikarin rêxistin ya jî navendekê ava bikin ku hemû wêjevan, rewşenbîr û nivîskarên xwe lê bicivînin. Saziya ku em ava bikin divê herkesî li nava xwe bihewîne. Divê berfireh be. Bi vê yekê re em yekîtiya wêjevan, nivîskar û rewşenbîran ava biin. Divê saziyeke welê be ku pirtûk lê bên çapkirin, kovar bên derxistin û hemû karên din ên ronakbîriyê lê werin kirin'. Em hevalên hev ên 50 salî bûn. Sala 1974'an me bi hev re pêşmergetî kirin. Nêrîna me ya neteweyî em nêzî hev dikir... Min di cih de piştgirî da nêrîna wî ya li ser avakirina navendê. Ji bo avakirina vê navendê Mam Celal gelekî piştgirî da. Huseyîn Arîf, Heme Muqrî û Dilşad Abdullah jî di nav de ku Şêrko ew nas dikir, rêveberiyek hate avakirin.
ARMANC RONAKBÎRIYA KURD BÛ
Me ronakbîriya Kurd weke armanca destpêkê danîn ber xwe. Ji bo vê jî diviyabû me kesên bi zimanên din ên cîhanê zanin bibînin, piştre berhemên wêjeya cîhanê wergerînin û çap bikin. Bi vî rengî pirtûkxaneya Kurd dewlemend bikin. Ji bo vê jî çapxane şert bû.
Armanca duyemîn jî weşandina hin kovaran bû. Her kovara me diviyabû ji yên heta niha tên derxistin cuda bûya û her kovar xwedî taybetmendiyeke xweser bûya.
Me destpêkê biryar dan ku kovara zanistiyê derxînin.
Kovareke din jî li ser danasîna wêjeya cîhanê. Me navê wê jî kir Serdem. Ji xwe navê navenda me jî serdem bû.
Kovara sêyemîn jî wê Kovara Wêjeya Kurd bûya.
Me biryar dan ji bo zarokan jî kovarê derxînin ku ev ê tenê ji bo zarokan bûya.
Di kovareke din a bi navê Rowar de me yê kesayetên navdar ên Kurd bidan naskirin. Di hejmara destpêkê de me Yilmaz Guney dan naskirin.
Wê wextê ji bo em vî karî bikin pêwîstî bi du tiştan hebû; pere û kadro. Her du jî hebûn. Ji bo her mehê 100 milyon dînar budçe ji me re hatibû veqetandin û didan me. Me 20 salan bi vî rengî bê navber kar kir. Me bi hezaran pirtûk çap kir.
BUDÇE BI TEMAMÎ LI SER ME BIRÎN
Mixabin çar sal in em di nava pirsgirêk û zehmetiyên giran de ne. Bi navê krîza aboriyê budçeya me bi temamî birîne. Hejmara xebatkarên me 120 kes bûn. Piştî ku budçe hate birîn, hejmara me daket 80 kesî. Ji bilî kovara zarokan, weşana hemû kovarên me yên din sekinî. Kovara zarokan jî li malpera me bi rengekî dîjîtal tê weşandin."
AZAD BERZENCÎ BÛ SEROKÊ NAVENDÊ
Pêşeng û damezrînerê Navenda Serdemê helbestvanê mezin Şêrko Bêkes sala 2013'an wefat kir. Cenazeyê wî ji Ewropayê anîn ber navenda Serdemê û piştî merasîmekê li Parka Azadî hate veşartin. Ji bo navenda Serdemê êdî demeke nû dest pê kir. Heta salekê Raûd Bêgir serokatî jê re kir. Piştre di hilbijartinê de Azad Berzencî bû serokê navendê.
Berzencî got, "Ne karekî hêsan e ku mirov li şûna Şêrko Bêkes rûnê û karê wî kiriye bike. Ji ber ku Şêrko Bêkes mirovekî taybet bû. Di wêjeya Kurd de bi taybetî di helbestê de xwedî cihekî cuda ye. Bi rêzdar Şêrko Bêkes re 17 salan em li Navenda Serdemê bi hev re xebitîn. Me rojane hev didît. Li ser her mijarê em diaxivîn. Wêjevan, helbestvanekî taybet bû... Dîwanên wî, helbestên wî ji nû ve dixwînim. Ruhê Şêrko Bêkes bi me re ye."
Helbestvan Hîwa Qadir jî anî ziman ku karê 20 salan ê Serdemê kir, tevkariyeke mezin e ji bo ronakbîriya Kurd û got, wezîfeyeke mezin e ku navendên bi vî rengî weke mîrateya pêşengên wê bên dîtin û parastin. Qadir bi bîr xist ku di nava 20 salan de 1.500 cûreyên pirtûkan hatin çapkirin û bi giştî 1.5 milyon pirtûk ji aliyê navenda Serdemê ve hatin çapkirin.
Berpirsyarê Çapxaneyê Alî Kemal jî anî ziman ku piştî budçe li ser wan hate birîn 14 ji xebatkarên wan ji kar derketin û ew niha karê xwe bi dilxwazan didomîne.
Kemal got, ew şexsekî bi tenê jî bimîne, wê hewl bidin xwedî li vê mîrateyê derkevin û karê xwe bidomînin.