Mihyedîn Arslan: Lêlon dewama berxwedana Serdemê ye -NÛ BÛ

Arslan got, "Em hêvîdarin ku Lêlon di demsala xwe de ji bo ku her penaberek vegere ser erdê xwe, vê bêdengiya navdewletî bişkîne. Lêlon bibe Mihrîcanek salane ser erdê Efrînê û Efrîn li herêmê bibe çavkaniya aştî û aramiyê."

Mihrîcana Lêlonê a Sînemayê ya li herêma Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dewam dike. Mihrîcana ku 1'ê Tîrmehê de dest pê kir wê heta 15'ê Tebaxê bidome.

Ji rêveberên Mihrîcana Lêlon Mihyedîn Arslan li ser mihrîcanê ji ANF'ê re axivî. Mihyedîn Arslan got, "Armanca me ya sereke ewe ku bi rêya vê Mihrîcanê bêdengiya navdewletî ya li hemberê ev êrîş û gefên ku li hemberê herêmên dagirkirî ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê pêk tê bişkînin. Efrîn a ku bi erdnîgarî û gelê xwe yê aram rastî talakirinê hat, daxwaza wan ew bû ku çanda Efrînê ji holê rakin. Lê pir xwezayî ye ku zarokên Efrînê hebûna xwe û çanda xwe biparêzin û çanda wan jî dibe çeka wan a li hemberî balafir û wesayîtên zirxî; ji bo wê jî Mihrîcana Lêlonê bû Mihrîcanekê nîqaşên çandî û di çarçoveya rêya hûnera heftemîn de bû daxwazekî ji bo şikandina bêdengiya navdewletî ya dema dagirkirina Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî."

Arslan axaftina xwe domand û got: "Li cîhanê yekemîn mihrîcan e ku di nava şert û mercên şer û penaberiyê de û di nava kampan de pêk tê. Lêlon berdewama Berxwedana Serdemê ye. Lêlon navê çiyayek ji rêzeçiyayên Kurmênc e ku dema em vegeriyane, ji dîlanên me yên dawetan re şahidî kiriye. Lêlon tê wateya berxwedaniya çiya û zeytûnê tal a dayîka Efrînê li bendê dimîne ku ji bo nivşên azadiyê şêrîn bike."

Arslan her wiha destnîşan kir: "Dema ku di nava kar de îradeya ji bo azadî û rizgariyê, tevî hemû zehmetiyên ku hatine jiyankirin hebe, xîretekî mezin dide avakirin û hemû zehmetî û astengiyên li pêşiya îradeya azadiyê ji holê radike.

Lêlon zêdetirî 2200 fîlm ji 150 welatan pêşwazî kir, hema bêje di naveroka hemûyan de girîngî ji mirovatî, berxwedan, jin, xweza, aşitî, û penabertiyê re hatiye dayîn."

Arslan wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em hêvîdarin ku Lêlon di demsala xwe de ji bo ku her penaberek vegere ser erdê xwe, vê bêdengiya navdewletî bişkîne. Lêlon bibe Mihrîcanek salane ser erdê Efrînê û Efrîn li herêmê bibe çavkaniya aştî û aramiyê."