Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Berlînê ya 13’emîn dest pê bû

Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Berlînê ya 13’emîn, 6’ê Cotmehê êvarê bi fîlmê ‘Kor Nokta’ yê Ayşe Polat derhênêr e, dest pê bû. Fîlm li salona Sînemaya Bablyonê hat nîşandan.

Mîhrîcan 6’ê Cotmehê êvarê dest pê bû. Ji çar aliyên Kurdistanê û welatên Ewropayê gelek derhêner, senarîst, çêker û lîstikvan tev lê bûn. Mîhrîcan bi nîşandana fîlmê ‘Kor Nokta’ dest pê bû.

Piştî nihêrtina li fîlm, derhêner Ayşe Polat derket ser dikê, silav bîneran kir û bersiva pirsan da.

Fîlmê ‘Kor Nokta’ heta bi niha bi tenê di mîhrîcanan de hatiye nîşandan. 4’ê Çileya 2024’an wê li salonên sînemayê jî lê bê temaşekirin.

BERNAMEYA 7’Ê COTMEHÊ

Li Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Berlînê, îro wê fîlmên ‘’Baghdat Messi’’ (Saim Omar Khalifa), Bûka Baranê (Hussein Hassan), Kûsî ji difirin (Bahman Ghobadi) û Elaha (Mîlena Aboyan) bên nîşandan. Ji bo zarokan jî wê fîlmê ‘’Das Doppelte Lottchen’’ (Michael Schaak) bê nîşandan.

Di beşê belgefîlman de jî wê ‘’Wergera Ulysses’’ (Aylîn Kûryel-Firat Yucel) ku li ser xebatên Wergêr Kawa Nemir e û Hawar (Pascale Bourgaux) bên nîşandan.

PÊŞBAZIYA FÎLMÊN KURT

Pêşbaziya Fîlmên Kurt jî îro dest pê dibe. Wê pêşbaziya 14 fîlmên kurt di vê kategoriyê de bê kirin. Heft jê wê îro nîşanê jurî û bîneran bên dayîn. Binevşa Berîvan, Zubeyde Bûlût û Mohammed Shaikhow di nava juriyê de ne.

Fîlmên kurt ku wê bên nîşandan, ev in: 4 PM, Hooves Beat, The Apple, Nachir, Small Room, Recasted û Khokousten Ba Shewazi, Nietdchze.

Heft Fîlmên din jî wê 8’ê Cotmehê roja Yekşemiyê bên nîşandan.