Mexdûrên Qetlîamê li Oslo hatin bîranîn

Mexdûrên Qetlîamê li Oslo hatin bîranîn

Li Norveçê li ser qetlîama 22’ê Tîrmeha 2011'an ya ji aliyê Anders Behring Breivik ê nîjadperest ve pêk hat û 77 kesan jiyana xwe ji dest da 2 sal derbas bûn. Gîzem Dogan a ji Dîlokê û Bano Rashîd a ji Hewlêrê ji aliyê Kurdistaniyên ku li Oslo dijîn hatin bîranîn.

Ji ber salvegera qetlîamê duh li Oslo di Komeleya Çandê ya Kurdistanê de merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

Di merasîmê de axaftina destpêkê ji aliyê Refîk Xefûr ê li ser navê KNK’ê mafê axaftinê wergirt hat kirin. Xefûr, bi boneya kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane helbesteke bi Norveçî xwend. Bavê Bano Rashîd a ji Başûrê Kurdistanê ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabû, ji bo organîzekirina merasîmeke wiha Komeleya Çandê ya Kurdistanê spas kir û bal kişand ser pirrçandîtiya erdnîgariya Kurdistanê.  Bav Abobakar Rashîd anî ziman ku li Norveçê jî gelek çand dijîn û ev qetlîam li hemberî pirrçandîtiyê hatiye kirin. Bav Rashîd, destnîşan kir ku piştî bûyerê piştgiriya civak û rêveberên  Norveçê moral daye wan û behsa hezkirina keça xwe Bano ya ji welatê xwe Kurdistan û pirrçandîtiya civaka Norveçê kir. 

Di merasîmê de li ser navê, Ungkurd (Kurdên Ciwan) Hozan Baryas,  li ser navê KNK’ê Refîk Xefûr, li ser navê Ciwanên Komala ya Rojhilatê Kurdistanê Ramyar Îzadî û li ser navê Partiya Karkeran a Norveç endamê ji rêxistina ciwanan axivîn.  Her wiha fîlmê roportaj-belgesel a Weqfa Çandê ya Medya ya Kurd ku bi malbatê re kiribû hat pêşandan.