'MED-DER hîmê bingehîn ê Platforma Zimanê Kurdî ye'

Hevserokên Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamya (MED-DER) Mîne Karakaş û Mehmet Esen diyar kirin ku komxebata Platforama Ziman xebatek dîrokî ye û ev kar ji bo pêşvebirin û fermîkirina Zimanê Kurdî ye.

Platforma Zimanê Kurdî ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Hereketa Azadî, Partiya Azadî û Însanî (PÎA), Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur (PDK-B), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) pêk tê. Platform, ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê 3 komên xebatê ava kir. Kom wê raya giştî hişyar bike, daxwazên xwe ji hikumetê re ragihîne û li gorî peymanên navneteweyî kar bikin.

Hevserokên Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamya (MED-DER) Mîne Karakaş û Mehmet Esen der barê rol û mîsyona MED-DER'ê di platforama Zimanê Kurdî de ji ANF'ê re axivîn.

'MED-DER LINGÊ BINGEHÎN Ê PLATFORMÊ YE'

Hevseroka MED-DER’ê Mîne Karakaş da zanîn ku di vê platformê de lingê bingehîn MED-DER û wiha axivî: "Platforma Zimanê Kurdî ya ku ji aliyên partiyên Kurdan ve hatiye avakirin xebatek girîng û pîroz e. Em ê bi hevre metirsiyên li pêşiya Zimanê Kurdî ji holê rakin. Di vî karî de rola MED-DER'ê gelek girîng e. Bi navê Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman di her aliyê vî karî de em ê cih bigirin. Em ê li tax û kuçeyan bigerin û ji bo perwerdeyê bixebitin. Gelek bê ziman, bê nasname û bê çand e. Ji ber vê yekê di nava platformê de rola MED-DER'ê gelek girînge û lingê bingehîn ê platformê ye."

FERMÎBÛNA ZIMAN

Karakaş destnîşan kir ku hemû xebatên wan li ser ziman in û ev tişt got: "Berê KURDÎ-DER hebû. Lê piştî hat girtin, berpirsyariya hemû xebatan li ser me ma. Em ê heta ji destê me bê kar xurt bikin. Daxwaza me ya herî mezin ev e ku zimanê me bibe xwedî statuya fermî. Em tiştekî ji gelê Kurd dixwazin, bila bi zimanê xwe bixwînin, binivîsin û biaxivin. Di vî alî de jî tişta ku bikeve li ser milê me em ê pêk bînin û bibin beşek ji vî karê dîrokî."

'DI QADA ZIMAN DE EM AMADE NE'

Hevserok Mehmet Esen jî bal kişand li ser girîngiya platforma Zimanê Kurdî û got: "Hatina cem hev a 9 partiyên Kurdan karekî pîroz û gelek girîng e. Bi navê Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamya tişta bikeve ser milê me em amade ne bikin. Di aliyê kursan, li qadan û di nava gel de em ji bo hemû xebatên ziman amade ne û di vê serdemê de em ê rolê xwe bilîzin û bibin pareçeyek ji vê xebata pîroz. Ji bo rûniştina ziman a li qadên civak û siyasî em dikarin kar bikin. Em bi mamoste û xwendekarên xwe ji bo vê pêvajoyê amade ne. Em dikarin li nava tax, navçe û bajaran bigerin û kursên ziman vekin."

'ZIMANÊ CIVAKÊ'

Esen anî ziman ku ziman ne zimanê partiyekê ye û got, "Dewlet bi salan e li hember gelê Kurd polîtîkayên înkar û îmhayê dimeşîne û niha bi destê AKP/MHP’ê ev polîtîka hem tên kûrkirin û hem jî bi rengekî nû dewam dikin. Di çarçoveya polîtîkayên pişaftinê de bi salan Zimanê Kurdî qedexe kirin, bi salan e li seranserî dinyayê Kurd ji bo ku ziman û hebûna xwe biparêzin têdikoşin. Ji ber vê yekê ev karê 9 partiyên Kurdan pîroz e. Divê tu partî li berjewendiyên xwe nefikire û ji bo ziman tevlî qada berxwedanê bibe. Ziman zimanê civakê ye û divê li her derê bi Kurdî biaxivin."