Li Zurîhê qetlîama Licê hat protestokirin
Li Zurîhê qetlîama Licê hat protestokirin
Li Zurîhê qetlîama Licê hat protestokirin
Li navçeya Licê ya Amedê ji aliyê leşkerên Tirk ve qetilkirina ciwanekî Kurd û birîndarkirina 9 kesan li Bajarê Zurîh ê Swîsre hat protestokirin.
Di çalakiya ku ji bo bîranîna Medenî Yildirim deqîqeyek rêz hat girtin de timûtim dirûşmayên ku dewleta Tirk dihat şermezarkirin hatin gotin. Di axaftina li ser navê Meclîsa Herêmî ya Zurîhê hat kirin de hat destnîşankirin ku çêkirina qereqolan yek ji nîşaneyên nejidilbûna dewleta Tirk e û wiha hat gotin, “Eger dewlet jidil e wê demê bila kujerê hevalê me yê şehîd derxe holê.”
Çalakî bi dirûşmayên “Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû.