BI DÎMEN

Li Viyanayê Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê kir

Li Viyanayê Rojên Fîlmên Kurdî ya Serçavan bi fîlma “Roj Baş” dest pê kir.

10’emîn Rojên Fîlmên Kurdî yên Serçavan li paytexta Awusturya Viyanayê bi fîlma “Roj baş” dest pê kir. Bername bi organîzasyona Federasyona Komaleyên Civaka Kurd a Awusturyayê (FEYKOM) û Yekitiya Xwendekarê Kurdistan (YXK) wê heta 10’ê Mijdarê dewam bike.

Festîval bi serokatiya Serokê Şaredariya Viyanayê Saya Ahmad ve tê lidarxistin.

Vekirina bernameyê de ku li salona sînamayê ya Votiv Kino bi eleqe û beşdariya sînemahezan destpê kir, nûnera FEYKOM’ê kir.

Nûnera FEYKOM’ê anî ziman ku gelê Kurd rûbirûyê qirkirina çandî ne û anî ziman ku ew bi bernameyên wiha armanc dikin ku çand û nasnameya Kurd zindî bihêlin.

Di vekirina festîvalê de Parlamentera Eyaleta Viyanayê ya Keskan Berîvan Aslan jî axivî û wiha got: “Divê astengiyên li pêşiya Kurdan a ji bo jiyana çanda xwe û xebatên çand-hûnerê bên rakirin. Divê li dijî vê qedexe û astengiyan li her qadê berteka siyasî pêş bikeve.”

Axaftina dawî ji aliyê Şaredara herêma 9’an a Viyanayê Saya Ehmed ku serokatiya rûmetê ya rojên fîlman dike, kir. Ahmad diyar kir ku ew ji ber malovaniya vê çalakiyê şanaz e û anî ziman ku ew dixwazin ji bo jiyanîkirina çand û zimanê Kurdî zêdetir derfet biafirînin.

Serokê Yekîtiya Partiyên Çep ên Ewropayê Walter Baier jî tevlî bernameyê bû. Parlamentera Eyaleta Viyanayê yê SPO’yê Şafak Akçay û gelek siyasetmedar, hunermend û nûnerên saziyên civakî li salonê amade bûn.

Ji lîstîktanên fîma Roj Baş Yildiz Gultekîn (Kevê) û Nîhat Oz derbarê fîlmê de agahî dan temaşevanan û pirsên sînamahêzan bersivandin.

Lîstikvan Yildiz Gultekîn (Kevê) wiha bersiva pirseke kir: “Dema me di salên 90’î de dest bi şanoyê kir, hingî şanoya Kurdî nebû. Çanda Kurdî hema hema bibêje bi nivîskî nebû. Ji ber vê destpêka wê pir zehmet bû. Weke jin jî zehmetiyên cuda hebûn. Stran gotin, lêdana tembûrê yan jî lîstika şanoyê nedihat aqilê jinan jî.”

Beşdaran pirsên derbarê cerdevanî û qeyûman de kirin.

Hate diyarkirin ku qeyûmên hatine tayînkirin li dijî çanda Kurdî qirkirina çandî pêk tînin û di vê çarçoveyê de bi dawîlêanîna karên hemû hunermendên şanoyê komên wan belav dikin û hate destnîşan kirin ku bi qeyûmên ku îro dîsa li sê şaredariyên Kurdistanê hatine tayînkirin heman tişt tê armanckirin.

Festîval bi pêşandina fîlmên Xewn, Hêza, Çerx, Stêrkên li ser xetê, Gola Cinan, Adress, Record, Zar û Zeman û Dema Dirîreşkan dewam kir.

Festîval wê roja Yekşemê bi panela li ser sînamayê û axaftina girtinê bi dawî bibe. Di festîvalê de ev bername cih digirin;

Roja Şemiyê: Jinwar, Gotûbej, Cîran - Nachbarn, Lêgerîn

Roja Yekşemê: Sieger Sein, Berbû