Li Strasboûrgê Heftiya Çandê ya Kurd a pêşî tê lidarxistin

Li Strasboûrgê ku heta niha bi çalakiyên polîtîk ên Kurdistaniyan ku daxwazên xwe yên azadiyê lê diyar dikirin cara pêşî wê Heftiya Çandê ya Kurd were lidarxistin.

Heftiya Çandê ya Kurd a 1. a Strasboûrgê dî serî de Konseya Kurd a Demokratîk (CDK), Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Jinên Ciwan ên Azad, Komeya Jinê ya Zînê, TEV-ÇAN-Fransa bi hevkariya gelek saziyên Kurd pêk tê, her wiha komeleya Ermen AREG jî destekê didiyê. Heftiya Çandê wê di navbeynda 27’ê Hezîranê-1’ê Tîrmehê de pêk were.

Şaredariya Strasboûrgê jî ji hêla hêwan, teknîkê ve destekê dide Heftiya Çandê ya Kurd, di vê heftiyê de bernameyên sînameyê, şanoyê, muzîk, folklor, pêşangeh û panêlan hene. Her wiha xwarina Kurdan jî wê were nîşandan û ji bo zarokan jî bername hene.

BANGA TEVLÊBÛNA HEFTIYA ÇANDÊ

Komîteya Amadekar banga tevlêbûna li Heftiya Çandê ya Kurd kir û got, ‘’Di Heftiya Çandê ya Kurd de, li gel çanda Kurdan, ji bo ku gelên dî yên Kurdistanê jî çanda xwe bidin naskirin û gel bi hev re hewl bidin girîng e. Çalakiyên çandî bingehê têkoşîna dijî pişivînê ye. Li gel herêma Alsacê em li bendê ne ku ji herêm û bajarên din jî tevlêbûn ji bo Heftiya Çandê ya Kurd çêbibe.’’

DI BERNAMEYÊ DE GELEK BERNAMEYÊN ÇANDÎ HENE

Bernameya 5 rojan a Heftiya Çandê ya Kurd wiha ye:

27 Hezîran Sêşem

13.00: Pêşangeha şêwekariyê

16:30: Govend û dengbêjî

19:00 : Fîlm û gotebêjî

Adres: Salle des fetes de la Bourse.

28 Hezîran Çarşem:

11:00-22:00 : Pêşangeha şêwekariyê

12:00-14:00 Aşpêjiya Kurd

14:00-16:00: Bernameya ji bo zarokan

17:30 – Gotebêjiya li maseya girover

19:00-Şano

20:00- Govend û dengbêjî

Adres: Salle des fetes de la Bourse.

29 Hezîran Pêrşem

18:00-20:00: Konferans û gotebêjî li ser dîroka Kurdistanê

Adres : 7 rue de la Broque 67000 Strasbourg lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk

30 Hezîran În saat 18:00’de

Heta Place de la Gare’dan Place de la Republique’ê bi cil û bergên Kurdî meş.

 1 Tîrmeh Şemîi:

11:00-18:00 li  Parc de l’Orangerie  dans, müzik û bi aşpêjiya Kurd piknîk